Diyarname
Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd (ku navenda wê li Amedê ye) Omer Dilsoz û Serokê PEN'a Kurd Şêxmûs Sefer li Stenbolê ligel komek nivîskarên kurd hatin ba hev û dan û standin pêk anîn.
Ev demek e her du saziyên kurd li Amedê gelek caran ligel hev xebatan didin meşandin û ji bo xebatên nû bernameyek dane pêşiya xwe. Niha ji bo hatine ba hev a nivîskarên kurd, alîkariya ji bo nivîskaran, xebatên ji bo wan her du sazî dixwazin zêdetir bi nivîskarên kurd re bidin û bistînin. Di vê çarçoveyê de dixwazin li Stenbolê jî lingek wan, bi gotinek din şaxek wan hebe û ji bo vê bi komek nivîskarên kurd ên li Stenbolê re hatin ba hev. Di encama civînê de komîsyonek hat avakirin ku ev komîsyon dê di kurtedemê de ji çend kesan wekî nûnerên saziya nivîskaran li Stenbolê diyar bikin. Her du sazî dikin ku xebatên ku li Amedê û bajarên derdorê dikin li metropolê jî pêk bînin.


