Diyarname
Lijneya Wezîran a Hikumeta Tirkiyeyê li çar bajarên kurdan hin cihên din jî wekî "nebûna ewlehiyê" nîşan dan û dest danîn ser wir. Li Baglara Amedê, li Çelê û Gevera Culemêrgê, Qosera Mêrdînê û Cizîr û Hezexa Şirnexê dest datînin ser hin deran ku bi giştî nêzî 120 hezar metreçarqorzî ye.
Wezarê 5'ê vê mehê biryar stand û di Rojnameya Fermî de weşand. Li gor biryar ev der hatine "îstîmlaqkirin" (arizîkirin):
Şirnex: Li taxên Yasef, Nûr û Cudî yên Cizîrê bi giştî 41 hezar metreporzî, li Hezexê jî 9 hezar metreçarqorzî hatiye îstîmlapkirin.
Culemêrg: Li Geverê taxa Eskikişla 23 hezar û 342, li taxa Emir Şaban a Çelê 13 hezar û 678 metreçarqorzî hatiye îstîmlaqkirin.
Mêrdîn: Li taxên Sandikli û Koçhîsar ên Qoserê 20 hezar metreçarqorzî hatiye îstîmlaqkirin.
Amed: Li taxên Îstasyon û Kaynartepe yên Baglarê û li hin derên Kayapinarê bi giştî 12 hezar metreçarqorzî hatine îstîmlaqkirin.


