Zekî Ozmen
Komeleya Avicenna-Preis e.V ya ku Serokwezîrê Eyaleta Hessenê ya Almanyayê Roland Koch malovantiya wê dike, biryar da ku îsal xelata xwe ya yekemîn bide damezrênerên Yekîtiya Şaristaniyan. Ji ber ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan jî di nava damezrêneran de ye û ew jî wê vê xelatê bistîne, gelek siyasetmedarên alman li dijî vê yekê nerazîbûnên xwe diyarkirin.
Damezrênerên Yekîtiya Şaristaniyan ku ji sekretêrê giştî yê berê yê NY (Neteweyên Yekbûyî) Kofî Annan, Serokwezîrê Spanyayê Rodríguez Zapatero û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pêk tên, ji hêla Komeleya Avicenna-Preis e.V wekî kesên ku diyaloga di navbera gelan de diafirînin hatin destnîşankirin û bi vî awayî hêjayî xelata Avicenna-Preis (Îbn-î Sîna) hatin dîtin.
Lê belê cihgirtina Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan ya di nava xelatgiran de li Almanyayê bû sedema nerazîbûnên mezin.
Li gor nûçeya rojnameya Bildê reyaksiyona herî mezin li dijî vê biryarê sekretêrê giştî yê partiya CSU da. Sekretêrê giştî yê CSU Alexander Dobrind anî zimên ku ew qet nikare vê biryarê têbigihe û wisa berdewam kir: “Xelateke Xweşbîniyê sinyaleke gelekî şaş e! Erdogan di navbera cîhana rojavayî û îslamî de tu piran ava nake lê belê ew tirban dikole. Bila Roland Koch xwe di 10’ê gulanê de ji merasima xelatdayinê dûr bigire!”
Cihgirê serokê fraksiyona CDU Wolfgang Bosbach jî serokwezîrê tirk Erdogan wekî “nifirkerê entegrasyonê” bilêv kir û diyar kir ku wî par li Kolnê li hember 20000 tirkan hewlên entegrasyonê yê Almanyayê wekî “Komkujiya li dijî mirovatiyê” destnîşankiriye û ji wê yekê ew xelatkirina wî di cîh de nabîne.
Yek ji siyasetmedarên din yên ku li dijî vê biryarê ye, parlamenterê Parlamenta Ewropayê yê CDU’yê Elmar Brok e. Brok jî nerazîbûnên xwe bi vî rengî anîn zimên: “Piştî axaftina Erdogan ya li Kolnê û herî dawî jî helwesta wî ya li ser pirsa hilbijartina sekretêrê giştî yê nû yê NATO’yê ez tu nimûnegirtina Erdogan a ji bo daxwazên entegrasyona di navbera gelan de nabînim.”
Ji hêla din ve nerazîbûneke din ji hêla endama SPD ya esiltirk Lale Akgun ve jî hat. Akgun jî diyar kir ku ew tu kesayetiya ku entegrasyonê biafirîne di Erdogan de nabîne û ev yek ji bo welatê wî bi xwe jî derbasdar e. Akgul bi bîr xist ku li welatê Erdogan bi xwe roj bi roj bêhtir şikayetên li ser çewisandinên li ser muxalefetê û çapemeniyê çêdibin.
Ji hêla din ve ev biryar bû sedem ku ev hewl wekî hewla serokwezîrê eyaleta Hessenê Roland Koch ya ku dixwaze di nava tirkan de îmaja xwe baş bike were nirxandin. Koch di hilbijartinên salên derbasbûyî de gelek caran pirsgirêkên biyaniyên almanyayê wekî alava propagandaya hilbijartinê ji xwe re bikaranîbûn. Serokwezîrê Hessenê ji berya deh salan di dema hilbijartinan de li dijî cothemwelatîbûna biyaniyên li Almanyayê îmzeya kampanyayan vekiribûn û di hilbijartina dawî de jî bi taybetî krîmîneliya ciwanên biyanî wekî propagandaya hilbijartinê ji xwe bikar anîbûn. Ev hewlên Koch bûbûn sedem ku bi taybetî tirkên li eyaleta Hessenê dijîn dengên xwe nedin wî.


