Cemil OGUZ
Kurtefîlm û Belgefîlmên ku di pêşbaziya Festîvala Fîlman a Stenbolê dê dê bêne nîşandayîn hatin eşkere kirin. Di nav wan de belgefîlm û kurtefîlmên derhênerên kurd jî hene.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal jî ji ber pandemiyê wekî online li dar dikeve. Ji ber vê jî festîvalê îsal fîlm li sê mehan belav kirin. Fîlmên derveyî Tirkiyeyê hatine anîn meha borî nîşandayîna wan dest pê kir. Festîval vê mehê jî bi van fîlman û ligel van bi kurtefîlm û belgefîlman didome. Meha pêşiya me jî dê fîlmên metrajdirêj ên ji Tirkiyeyê bêne nîşandayîn.
Festîvala ku ji aliyê ÎKSV’ê ve tê organîzekirin îsal ket 40 saliya xwe. Festîvalê niha kurtefîlm û belgefîlmên di beşa pêşbaziyê de eşkere kirin. Di navbera rojên 20-30 gulanê de ev kurtefîlm û belgefîlm wekî online dê bêne nîşandayîn. Bilêtên wan jî 18’ê mehê dê bêne firotin.
PÊŞBAZIYA KURTEFÎLMAN
Di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman a Neteweyî de îsal 13 kurtefîlm cih girtine. Lîstikvan û sazkar Nazli Bulum, derhêner Engin Erden û nivîskara sînemayê Selin Gurel di nav endamên juriyê yên vê beşê de ne û ewê kurtefîlmê serketî eşkere bikin. Bi piştgiriya Anadolu Efesê kurtefîlmê ku bi ser bikeve dê 5 hezar TL xelatê bigire.
Wekî nîşandayîna kurtefîlman ew kirine du beş, wekî bername 1 û bername 2. Di nav bername 1’ê de ev kurtefîlm hene: “Suçlular” (Dehêner Serhat Karaaslan), “Oglago” (Dehêner Efe Oztezdogan), “Cengiz” (Dehêner Haydar Taştan), “Surgunde Bir Yil” (Dehêner Malaz Usta), “Cemile” (Dehêner Belkis Bayrak), “Mozaik” (Dehêner İmge Ozbilge, Sine Ozbilge), “Akint” (Dehêner Arda Ekşigil) Di nav bername 2 de jî ev fîlm hene: “Mamaville” (Dehêner Irmak Karasu), “Lâl” (Dehêner Gokalp Gonen), “Seval” (Dehêner Ahmet Keçili), “Binbir Gece” (Dehêner Mahsum Taşkin), “Çamaşir Suyu” ((Dehêner Buşra Bulbul), “Susam” (Dehêner Sami Morhayim)
PÊŞBAZIYA BELGEFÎLMAN
Beşa Pêşbaziya Belgefîlman a Neteweyî bi sponsoriya Discovery li dar dikeve û belgefîlmê bi ser bikeve dê bi xelata 20 hezar TL bê xelatkirin. Di vê beşê de 9 belgefîlm hene. Derhêner Serdar Kokçeoglu û Martina Priessner, derhêner û sazkar Hasan Soylemez dê belgefîlman binirxînin û xelat bikin. Roja 22’yê gulanê dê dest bi nîşandayîna belgefîlman bikin û her belgefîlm sê rojan dê bikaribe li ser online bê temaşekirin. Belgefîlmên vê beşê û rojên nîşandayîna wan bi vî rengî ye:
- 22 Gulan 2021 Şemî / Ruzgâr Tayi / Derhêner Sidar İnan Erçelik
- 23 Gulan 2021 Yekşem / Guneşte Bir An / Derhêner / Leslie Ortabaşi, Oktay Ortabaşi
- 24 Gulan 2021 Duşem / Hasankeyf / Heskîf / Derhêner Elif Yîgît
- 25 Gulan 2021 Sêşem / Gurbet Artik Bir Ev / Derhêner Pinar Oğrenci
- 26 Gulan 2021 Çarşem / Hem Musluman Hem Feminist / Derhêner Nebiye Ari
- 27 Gulan 2021 Pêncşem / Anima / Derhêner Yusuf Emre Yalçin
- 28 Gulan 2021 ÎN / Patrida / Derhêner Ayça Damgaci, Tumay Goktepe
- 29 Gulan 2021 Şemî / Merhaba Canim / Derhêner Ulaş Tosun
- 30 Gulan 2021 Yekşem / Nosema / Derhêner Etna Ozbek
DERHÊNERÊN KURD
Di nav bernameyê de çend derhênerên kurd jî hene. Ji wan derhêner Serhat Karaaslan bi kurtefîlmê xwe "Suçlular" di nav Pêşbaziya Kurtefîlman de cih digire. Kurtefîlmê ku di Festîvala Fîlman a Sundance de bal kişandibû ser xwe, çîroka du ciwanên hezkiriyên hev nîşan dide. Hezkiriyên ku dixwazin şevek bi hev re derbas bikin, lê encamê de tirs, talûke, biçûkxistin û gelek zehmetiyên din dibînin. Derhêner Karaaslan li ser kurtefîlmê xwe wisa dibêje, "Karakterên di fîlm de bi awayekî masûmane dixwazin tiştek bikin lê ev tiştên dixwazin bikin dibe sedema sûcek. Ez vî tiştî wekî tiştek masûm, şûmî dibînim, lê encameke giran derdikeve holê. Loma min naveke îronî 'Yên bi sûc' lê kir."
Her wiha derhêner Mahsun Taşkin jî bi kurtefîlmê xwe "Binbir Gece” (Hezar û Yek Şevê) beşdarî Pêşbaziya Kurtefîlman dibe. Fîlm bi yek ji çîroka çîrokên hezar û yek şevê hezkirina zarokakî kurd ji bo xwendina pirtûkan tîne ber çavan. Zimanê fîlmî 17 deqîqeyî bi kurdî ye. Ji serî heta dawî ziman bi kurdî ye lê çima di afîşê de nav ne bi kurdî ye nayê zanîn. Fîlmî par di Festîvala Fîlman a Antalyayê de Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî girtibû.
Derhêner Elîf Yîgît ku berê belgefîlmê bi navê "Lîstikên Bê Sînor" kişandibû, vê carê bi "Heskîf"ê li pêşberî temaşevanan e. Heskîfê ku dîroka 12 salan bû ket bin avê, dibe mijara xebatên hunerî. Yîgît jî bi "Heskîf"ê xwe di nav Pêşbaziya Belgefîlman de be.
BILÊTÊN FESTÎVALÊ
Bilêtên van beşan 18’ê mehê têne firotin. Ji bo hemû belgefîlm û kurtefîlman 130 TL, tenê yek bi 12 TL7yî ye. Ji bo tenê kurtefîlman (her du bername, 13 fîlm) 30 TL ye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Fîlmên vê mehê yên Festîvala Stenbolê li benda temaşevanan in
- Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
- Fîlmên Festîvalê li benda temaşevan in
- Li fîlmên rengîn ên Hitchcock temaşe bikin
- Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê dike
- Festîvala Stenbolê navê Serokê Juriya Neteweyî eşkere kir
- Bi ser online re fîlmên ji festîvalên navdar hatine têne nîşandayîn
- Ji bo Festîvala Stenbolê dema serîlêdanê dest pê kir
***
Fragmanê belgefîlmê Elîf Yîgît, "Heskîf"ê:


