Fêrgîn Melîk Aykoç
Carna hin gavên, dijmin ji neçariyan be jî, davêje; hin rastiyên kes û kesayetiyan jî, bi zelalî li ber çavan radixîne. Di vî warî de dema mirov rastiya me û welatên mêtîngeh ên din dirûberîne jî, matmayî dimîne.
Rêzdar Helîm Yusiv jî ji bo ku bikane li ser vê bingehê rastiya hin kesan yan jî, em bêjin hin rewşenbîran derxe ronahiyê, rewşa li welatê me û filistiniyan piçek rûberand. Li ser vê yên têkildar bê bersiv neman, çawa ku bav û kalên me dibêjin: “Eyşik e, bi xwe şik e!” Bersiveke ne li gor normên rewşenbîrî dan. Dibe ji wê be, rêzdar Helîm Yusiv hinek din ev mijar vekir.
Nivîsa birêz Tarik Hemo jî ew bi formeke din tewaw kir. Ku ev baş jî bû. Divê mirov vê mijarê veke. Her çendî ez di nivîsên xwe yên di Yeniozgurpolitikayê de derdikevin de, dem bi dem li ser vê mijarê rawestiyam û di malpera Diyarnamê de jî niviseke min a henekî – qerfî – rastî tevlihev di vî barî de hat weşandin, dîsa jî êzê çend têbiniyan di vî derbarî de deynim.
Rewşenbîriya gelan bi giranî bi polîtika perwerde û aboriya netewan ve girêdayî ye. Netewên xwediyên dewlet in. Polîtîkayeke xwe ya perwerdeyê afirandine. Endamên wê neteweyê, ji bûyînê bigire, hetanî zankoyekî diqedînin, li ser vê polîtîkaya perwerdê ya netewî tên perwerde kirin. Ew endamên wê netewê di encamê de bi şaneyên xwe ve li ser bingeha aborî û polîtîkaya wî welatî hatine pijandin û kemilandin. Êdî tu hêz nikane wan kesan li dij berjewendiyê wê neteweyê bikar bîne. Ew êdî bi her awayî rewşenbîrên welat û netewa xwe ne. Ew dikanin di rastiya xwe û netewa xwe de rastiya netewe û kesayetiyên din jî bibînin.
Endamê netewa kurd ji van derfetan bêpar e. Polîtika perwerda netewa kurd gelek mixabin ku hîn tune. Ji ber vê egerê jî em li aliyekî li ser polîtîkaya perwerdehiya eşîrî. (Hin niviskar di jînengeriya xwe de bi serbilindî dinivîsin ku ew di civatên eşîrî de mezin bûne.) Li aliyê din jî li ser polîtîka perwerdehiya welatên dagirker tên perwerdekirin. Têkiliya me û neteweya me hîn di heftsaliya me de tê qutkirin. (Ew nivisandinên li ser mijara “ez hîn heftsalî me” di Diyarnamê de hatine weşandin, vê rastiyê bê kêmasî piştrast dike.) Bi gotineke gelek vekirî; em kurdên bakurê Kurdistanê ji heftsalî pê ve li ser bingehê polîtîkaya perwerdeya netewa tirk tên perwerdekirin, bi gotineke zelal em tên bişaftin. Gava em zanîngehên wan diqedînin, êdî mêjiyê me li gor jehra nijadperestiya tirkayetî tê dagirtin. Çendê me kaniye panzehîrekî bibîne û xwe ji vê jehrê rizgar bike, yan jî ji sedî çend xwe ji vê jehrê rizgar kiriye, ew jî dikane bibe mijara nîqaşê.
Em niha jî hinek polîtîkaya perwerda tirk vebikin. Politîka wan a perwerdê li ser du wêneyên bingehîn hatiye avakirin. Wêneyê yekem wêneyê tirkayetiyê ye. Bêguman di cihanê de çi tiştên xweşik, baş, gernas û rast hene, tev di vê wêneyê tirkayetî de dane rûniştin. Xwedê ew ji bo rêvebirin û serkariya cihanê afirandiye. Lema her kes hewes dike, bibe tirk, yan jî têkeve xizmeta tirkan (xwezil bi wê/î kesê ku dibêje ez tirk im!).
Wêneyê duyem jî wêneyê dijmin e. Dijmin bi giranî du beş in, yek dijminê der, yek jî dijminê hundir e. Hemî xirabî, zîştî, cinawirî, bêbextî, sextekarî, xinizî û hwd. jî di vê wêneyê de dane rûniştin (Mînak: Pirtûkên bi navê Yunan mezalîmî, Rûs mezalîmî).
Wêneyê dijminê hundur jî ku kurd di vir de di rêza yekem de ye. Ev dijmin bê mêjî ye, tu tiştî fêm nake, hov e, ji mirovî û demoqrasiyê tişt tênagihîje, (ji darê meşe, ji kurdan paşe nabe!) heta nimroya şikefta xwe jî nizanin. Tu car aqil nake ku ji bo xwe tiştek bixwaze. Tenê gava di xizmeta tirkan de be dikane bibe tiştekî (Li ser pişta kurdan kotekê kêm nekin-Yavuz). Lê dijminê der tim wî dixapîne, ji bo armanca xwe bikartîne. Ji ber vê egerê jî hemû rêberiyên tevgerên kurd wekî ajanên dijminê der hatine nîşandan. (Wek mînak; Ajanên îngilîz, yewnan, ermenî, surî û hwd.)
Wêneyên gelan jî di nava wêneyên dijmin de tê nirxandin. Wekî mînak, wêneyê ereban hîn ji yê kurdan xirabtir hatiye venivîsandin. Lewma jî em bakurî nikanin rûberandina bi filistiniyan re bipejirînin, ev heqaret e. Ji wê ji rêzdar Helîm Yusiv re dibêjin: “Tu bi çi cesarêtî me û filistiniyan dirûberînî?”
Gava mirovek di cendera vê pêvajoyê re derbaz bûbe, hetanî di xwekuştineke bingehîn û zanistî re derbaz nebe, nikane xwe ji vê nexweşiya kronîk rizgar bike. Ev kesayetî çîrokan û romanan jî bi kurdî binivîsa, di encamê de nikane mêjiyê xwe yê bi salan hatiye programkirin wisa zû ji wê nexweşiyê rizgar bike, pêdivî bi terapiyeke kûr û dirêj heye.
Divê mirov li gel vê perwerda eşîrî û ya dagirkeran hin tiştên din jî destnîşan bike. Di salên heftêyî de gelek birêkxistinî di forma hestên eşîrî û terîqetî de hatin damezirandin. Van birêkxistiniyan bi giranî dijminahiya hev du dikirin. Tu birêkxistinî rastiya yên din nedipejirandin. Dema di heştê de cunta leşkerî desthilatdariya Tirkiyê girt bin kontrola xwe, piraniya van birêkxistiniyan têk çûn. Peyayên wan ên pêşketî bi wê hestên dijminahiyê pal avêtin Ewropayê. Çawa hatin Ewropê wisa man. Lê li welêt tekoşîn bilind bû. Guhertinên mezin çêbûn. Civaka kurd ser û bin bû. Lê ew kesên pal avêtibûn Ewropayê di qalikên salê heftêyî de man. Wan ev rika eşîrî hizbî ji xwe re kirin qaşo prensîb. Gava dihatin vexwendin, van qaşo prensîbên wan rê nedidan ku bikanin derkevin TV’yên kurdî. Wê niha birêz Helîm bibêje: “Ma prensîbên we yên li hember dewletê çi ne?” Ma prensibê mirovan li hemberî perwerdekar û mamosteyên mirovan dibe? Ew dewlet e.
Divê mirov di vî warî de mijara rantê jî ji bîr neke. Her çendî min di vî barî de nivîsandineke nivisîbû jî, ezê dîsa li vir vê mijarê derxim pêş. Di salên heftêyî de hinak ji van komikan ji bo rantê li dor partiyên komunîst li ba dibûn. Bi hilşandina Sovyetê re ji bo rantê berê xwe dan Swêdê. Li wir gişt bûn nivîskar (Bila şaş neyê fêmkirin. Ez kesên xwedanê heredariya nivîskariyê tewanbar nakim, ji wan re rêz digirim). Gava li bakur têkoşîn bilind bû, Med Tv vebû, pêl bi pêl ber bi Tevgera Azadî hatin. Di civîn û salonan de rê nedidan me. Bi alîkariya DYA’yê li başûrê Kurdistanê derfet çêbûn, rengê dolaran xuya kir, lewma piraniya wan ên berê ji birêz Mesûd Barzanî re çêr jî dikirin, berê xwe dan wir. Lê ew jî di qirika wan de ma. Li pey jî dewlemendiya fetullahiyan û vebûna TRT 6 xuya kir, lewma rastiya di mêjiyê wan ê biçûk de rûniştî derket pêş û vegeriyan cem perwerdekar û xwediyên xwe. Çawa min li jor jî gotibû, li hemberî xwedî û perwerdekaran prensîb nabe.
Dibe ku ev nivîsandin hinekan biêşîne jî, lê rastiya li bakur ev e, ez çi bikim. Ez bawer im nivşên nû di pêvajoya şerê azadiyê de gihîştine. Rewşa wan dibe hinek cuda be. Ez bawer nakim ev dokmatîzma salên heftêyî li ba wan hebe.
Niha rewş û nexweşiya akademîkerên yan jî rewşenbîrên bakur zelal e. Lê ez rewşa hin akademîker û rewşenbîrên binxetî û başûrê Kurdistanê tênagihîjim. Niha ew çima pesna vê TRT 6 didin. Ma ew dek û dolabên serkariya tirk çi qas dinasin? Wê TRT 6’ê axaftina Erdogan a li Amedê zindî û sîmultan weşand. Lê roja Newrozê bi mîlyonan kurdên roja xwe ya netewî pîroz dikirin, hîç nedît. Ma ev bi serê xwe rastiya wê li ber çavan ranaxîne. Hêja Rojînê jî di daxuyayniya xwe ya çapemeniyê de rastiya wê TV’ê gelek vekirî zelal kir. Ma hîna jî nikanin vê rastiyê bibînin. Yan dibe ku TRT 6 bang wan bike û çend qiruşan bide wan û ev ji her tiştî girîntir be!?
Min birêz Jan Dost hîç fêm nekir. Bi dîtina min mijara nîqaşê ne siyset A, ne jî siyaset B ye. Wekî mînak em ne li dijê têkiliyên başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne, bes ne li dij berjewendiyên kurdên bakurê Kurdistanê be. Mijar ne mijara dengxweş û dengbêjeke kurd e jî. Mijar helwesta rewşenbîrî ye. Xwezila min ew nivîsandina Jan Dost nexwenda, lewre min bi çaveke din li wî dinêrî.
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan


