Diyarname
Festîvala Fîlman a Locarnoyê bi xelatdayînê bi dawî bû. Derhênera kurd Kurdwin Ayub bi fîlmê xwe "Moon" (Hîv) xelata Juriyê ya Taybet girt.
77'emîn Festîvala Fîlman a Locarnoyê piştî 11 rojan bi dawî bû. Festîval îsal di navbera 7-17'ê mehê de li dar bû û bi belavkirina xelatan bi dawî bû. Di festîvalê beşa Pêşbaziya Navneteweyî de derhênera ji Lîtvanyayê Saule Bliuvaite Xelata Mezin a Festîvalê "Leopara Zêrîn" girt. Derhênera kurd Kurdwin Ayub jî di heman beşê de bi fîlmê xwe "Moon" Xelata Taybet a Juriyê girt.
Di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de ev xelat hatin belavkirin:
- Xelata Leoparê Zêrîn: Fîlmê AKIPLÊSA (Bijehr)/ Derhêner Saulê Bliuvaitê / Lîtvanya
- Xelata Taybet a Juriyê: MOOD / Derhêner Kurdwin Ayub / Avusturya
- Derhênerê/a Herî Serketî: SESES (DROWNING DRY) / Derhêner Laurynas Bareisa / Litvanya/Letonya
- Lîstikvanê Herî Serketî: Bi rola di "Seses" (Xeniqîn) de Laurynas Bareisa, Litvanya/Letonya
- Lîstikvana Herî Serketî: Bi rola di "Suyoocheon" dem Minhee, Koreya Başûr
- Xelata Mansiyonê: QING CHUN (KU) derhêner Mar Coll, Spanya
'HÎV' DER BARÊ ÇI DE YE?
Di fîlmê derhêner Kurdwin Ayub de sê keçikên xwişkên hev hene ku keçikên malbateke dewlemend a urdunî ne. Hosteya pevçûnan a berê Sarah ji bo perwerdekirina her sê xwişkan dema ji Avusturyayê vediqete diçe cem wan, fêm dike ku têkiliya her sêyan ji dinyayê qut bûye. Ayub li ser vê yekê gotiye, "Ne girîng e ew ji ku hatine, ew her sê di qefesê de ne. Qesefên ku dixwazin jê veqetin û qefesên hêvî dikin vegerin wir."
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

***
Vîdeoyek
45 sal berê derhênerekî din ê kurd Yilmaz Guney li Locarnoyê xelat girtibû. Fermo ew vîdeo:
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com


