Newaf Mîro
Werin em bi hev re vê mijarê bi nirxînin.
Di dîtina min de li cem neyarên gelê kurd, kurd nîn e!
Nîne, wê çawa yê baş hebe ...
Çimkû em dizanin û bi dehê caran bi vê gotina wan re rûberû mane, wekî; "Kurdê herî baş, yê mirî ye" ango gava kurdê baş yê mirî be, nirxandin li we dimîne.
Lewra ew kesên ku, ew wekî kurdên "baş" nîşan didin, ew ji bo gelê kurd, "kurdên mirî ne."
Yan jî ew "kurdên" ew wekî kurd nîşan didin ew mirovên bê bandor in û wekî alavekî têne bikaranîn û ew di gîyan(ruh)ê xwe de vala û ji bo neyaran ne xeterin..
Werin em bi hev re çend mînakan ji kesên ku bi fedî û şermok dibêjin “ez kurd im" yan jî "eslê min kurd e", binêrin, ka kesên çawa ne? Wekî mînak, Îbo û Mahsûn in yên ku ji bo pereyan dikarin li her têlê bi bireqisin û di nava çapemeniyê de ji hunermendan bêhtir, wekî Bavên mafya têne naskirin, û bi dijwariya xwe ya li dij jinan, hêrsa mirovên ku medya di jiyana wan serdest e û yên hemdem jî, li dij kurdan di afirîne...
Her wiha yên wekî wan, çanda me ya hezar salan, ji çanda tirkan ya ku bi hezar pîneyî re dikin pîne û navê wan jî kirine "turkucu" navê stranên me jî kirine "turku".
Ev ku tê vê wateya peyva stran, di zimanê tirkî de nîn e... û ev mînak min li tu zimanên cîhanê ne nîn e... Wekî mirov li şûna stranê bêje ka kurdîyekê yan jî almaniyekê ji min re bibêje. Ev nîşan dide ku tirkî çiqas zimanekî qels e! Wisa jî ev jî diziya wan eşkere dibe... Çimkû ev stran di reseniya xwe de ne bi tirkî ne, lewra navê stran û stranbêj, kirine turku û turkucu...
Lê yên di nêrîna wan de "xirab" yên wekî nemir Yilmaz Guney û Ahmet Kaya ne, mafê wan yê jiyanê di vê pergalê de nebû, çimkû wan di pîvanên gerdûnî de huner diafirandin û xwe wekî tirk jî nîşan nedidan...
Di nava çanda desthilatdar a Tirkiyeyê de, kurd her xwedanê xerabiyê û yê şer û dijwariyê tê nîşandan û wisa ye jî!
Çimkû kurdên pergala înkarê, yên kû KT afirandiye. Yan îslamî ye, yan axa ye, yan şêx in û beg in, yan jî jinkuj û brakuj in, qorîcî ne. Ya rastî ev kesana bênasname ne û wan nasnamake gerdûnî, yan jî cîhanî ne stendiye...
Em werin ser kesên xwe wekî siyasetmedar nîşan didin.
Ger siyaseta miriyan hebe, mirov dikare ji van re bibêje siyasetmedar, nexwe ew heftê û pênc mebûsên serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan hew wekî hejmar pelikên lîstikê (îskambîl)bimînin, li Kurdistanê şêr û leheng in û xwe wekî taca sere kurdên nezan û xizan nîşan didin. Li meclisa Enqerê xulamok in... Bêdeng û daxwazin... Çimku ew kurdên nexweş in, nexweşê pergala KT'ê ne...
Ew kurdên di bin pergala înkar û dijwariyê mane bi nexweşiya "Ez" û "Min", ketine...
Hin ji wanahatin û li rex û nêzîkî ref û hêza azadîxwaz y kurd de jî cih girtin. Bi rastî xelkê kurd ê fedakar ew dane ser sere xwe, lê diyar e ne bes bû...
Ya min xemgîn dike ew e, ku hin serdest û rêvebirên kurd dibin kopîya neyarên gelê kurd.
Hin ji wan dixwazin xwe wekî "şêxê modern" hin ji wan wekî "axayê modern" û hin ji wan jî "Ataturkê modern" xwe nîşan bidin. Ma ne şerm e! Nexwe ev têkoşîna bê hempa û ew qas ked û ew qas enfal û ew qas xwîn û ferman ji bo çi bûn?
Herkes nazikî û hesasiyê neyaran di ber çavan re dibe, lê gelo ma nazikiyê kurdên hejar nîn in?
Ji kerema xwe re piçekî mirovane nêzîkî vî gelê hejar bibin..!
25.04.09


