Ciwan Tengezar
Em man 4 ew man 4
Gundiyek behsa mêrxasiya xwe dike û wiha dibêje.
Em çar bûn ew 44 çar bûn. Me şer kir. Me kuşt, wan kuşt, me kuşt, wan kuşt. Em man 4 ew man 4.
Gundî hem pesnê xwe dide hem jî dixwaze ku em pê bikenin.
Mirin.. . Ger mirin û kuştin bibin bûyerên rojane, debançe û çekên din, wekî tizbî li dest û milan bên vegerandin, wê çaxê diyar e ku li wê heremê her yek bi tirsa mirinê dijî û berî ku şikir bike dotira rojê tirs ji nû ve dayik dibe. Gelo li wê heremê jiyan li ser kuştinê ava bûye?
Kê ava kiriye?
Gelo mirî tenê beden e?
Roja şahiyê, bûk û zava tên kuştin. Gelo yê kuştî êvîn nebe?
Hêza çek welatê me parçe kiriye.
Çek xwîna gelan dirijîne û her wiha heman çek ji bo azadî diteqe.
Belê, eger rojekê çekdar riya xwe şaş bike nas û dost, gundî û eqreba, yan jî xwe dikuje?
Hêviya me ev e ku çekdar riya xwe şaş neke.
Hêviya me ev e ku desthilatiya hêza tirsa çek ji holê rabe.
Hêviya me ev e ku 44 na, 4 jî nebe qeder. Bila 1itî, dilsozî, bi asoya vekirî û armanca zelal wê welatê evînê ava bike.
Bi hezaran bûyerên trajî-komîk li welatê me diqewimin wekî bûyera li gundê Mêrdînê.
Kî çi dibêje bila bêje, bûyer li Kurdistanê diqewime.
Hinek şaş û metel man. Hinek rexne dikin.
Hinek berxwe dikevin. Hinek protesto dikin.
Kujer jî kuştî jî kurd in mîna her tim.
Ev qetlîam diyar dike ku welatê me bûye 44 parçe.
Çekên giran û piçûk welatê me wêran dikin. Çi xweza û daristan, çi gund û bajar, çi mirov û heywan tiştek nehişt.
Nehêlin ku Gulistana dilê we bê wêran kirin!!
***
Nivîsên Ciwan Tengezar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Helbestek ji Mahmud Dervîş
- 38
- Çend gotin li ser festîvalên kurdan
***
Nivîs û nûçeyên li ser bûyera li Mêrdînê:
- Zekî Ozmen: Navnîşana kujerên gundiyên Zanqirkê
- Wezir Atalay: Qetlîam bi çekên cerdevanan hatiye kirin
- Li ser kuştina li Mêrdînê kî çi got?


