Qamişlo
Helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn ku digot, “Xêzên me nivîsandine bi xwe ayetên kurd in. Piştî me ew dê di civatan de bêne xwendin. Kurdên me dizanin bixwe rêça me bibînin. Ma qey tu nizanî ji kulan bûme Cegerxwîn/Dermanê me ye serxwebûn bo me werînin”, di salvegera mirina xwe de li rojavaya Kurdistanê nehat jibîrkirin.
Helbestvanê kurd ê nemir Cegerxwîn di 28’emîn salvegera mirina xwe de li rojavaya Kurdistanê tê bibîranîn.
Li ser gora Cegerxwîn a di hewşa mala wî ya li bajarê Qamişlo de wiha hatiye nivîsandin: “Meyger tu binêr ez li dinê her wekî fîlm/şova ku me ajotiye, tovê xwe diçînin/ Xêzên me nivîsandine bixwe ayetên kurd in/ Piştî me ew dê di civatan de bêne xwendin. Kurdên me dizanin bixwe rêça me bibînin/ Ger ez bimirim axa cebana me bixwî tev/ Mizgîn ji welat ji bo me di gorê de bişînin/ Ma qey tu nizanî ji kulan bûme Cegerxwîn/Dermanê me ye serxwebûn bo me werînin/”
Belkî Cegerxwîn bixwe nedît, gotinên wî bicîh tên û niha jiyanek azad li rojavaya Kurdistanê tê hunandin. Gelê li vir û bi taybetî jî ciwanên Rojavayî niha vê şîreta Cegerxwîn bi cîh tînin.
Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, bi minasebeta salvegera mirina Cegerxwîn, li Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo semînerek li dar xist. Di semînera ku li ser jiyana cegerxwîn hate rawestin de, xwendekaran her wiha helbestên Cegerxwîn xwendin.
Endamên Konfederasyona Xwendekaran her wiha li ser gora Cegerxwîn jî merasimeke bîranînê lidar xist. Xwendekarên ku gul danîn ser gora Cegerxwîn, deqeyek rêz girt û têkildarî mijarê axaftin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku konfederasyona ciwanan girîng dibîne ku xwedî li bîranîn û berhemên Cegerxwîn û hemû hunermendan derbikeve. Her wiha hate gotin ku dê xwendekar vê mîrateya dewlemend biparêzin.
Li aliyê din Navenda Çanda Mehemet Şêxo jî, dê roja 22'yê mehê bi heman armancê merasimek bîranînê li dar bixe.
Ji ANF'ê hatiye girtin
***
Nûçeya eleqedar:
- Roja Helbesta Kurdî li dar ket


