Diyarname
Li bajarê Chon Burî ya Taylandê li perestgehekê de keşe digel mey, tilyak û jinan hatin qufaltin.
Li bajarê Chon Buri li perestgehek li odeya 5 keşeyan hebên metamfetamin, şûşeyên meyê, kincên jinên, kêr û çek hatin dîtin. Digel keşeyan sê jinên temenên wan di navbera 18-25'an bûn hatin girtin lê jin ji cihê bûyerê reviyan.
Polîsên herêmê piştî qufaltina du keşeyan dest bi operasyonê kirin û ev encam derket holê. Di encamê de biryar girtin ku dawî li karê 5 keşeyan bînin û wan ji dêrê biavêjin.
Wekî notek: Li perestgehan qedexe ye ku keşe bi jinan re razên, yan jî tiştên bi vî rengî bikin.


