Diyarname
Duh êvarê li navçeya Încîrliova ya Aydina Tirkiyeyê erebeyek li stranbêj Evîn Şîrîn da. Şirin mir, ajokar hat binçavkirin.
Evîn Şîrîn stranbêjeke 17 salî ye û wekî malbat ji Wanê ne. Duh êvarê saet li dor 22'yan dema dixwest derbasî aliyê din a rê bibe otomobîlek lê da. Otomobila bi plakaya 09RK875 ku jinek bi navê Gulseri Ç. diajot li wê qelibî. Şîrîn li erdê ket. Tîmên tenduristiyê hatin ew rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Aydinê lê nekarîn rizgar bikin.
Evîn Şîrîn ji Wanê ye. Kutuka wê li ser taxa Exs a Ercîşa Wanê qeydkirî ye. Ew di şahiyan de derdiket sehneyê û stran digot. Li gor agahiyên hatin belavkirin duh êvarê piştî ligel hevalên xwe demek derbas kir, dixwest here mala xwe, erebe lê qelibiye.


