___Azad Atay / AMED / MA___
Di salên 1990'an de, li gundewarên Farqînê ku gelek windakirinên bi destê JÎTEM û Hizbulkontrayê pêk hatibûn, me şikefteke 3 qatî ya ku bi dehan hestiyên mirovan tê de hebûn kişandin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê ku yek ji navendên ku gelek kuştinên kiryar nediyar û windakirinên bi destê Hizbulkontra û JÎTEMê pêk hatine, şikefteke balkêş hat dîtin. Di şikefta ku navbera gundên Boşat û Çîçikayê de ye hestiyên bi dehan mirovan hatin dîtin.
ŞIKEFTA 3 QATÎ
Çend roj berê têkildarî şikeftê hinek welatiyan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê dan. ÎHD, Baroya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê di 19'ê Mijdarê de li herêmê lêkolîn pêk anîn. Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî bi heyetê re bû û wêneyên bermahiyên mirovan ên li herêma ku li herêmê hatine dîtin kişandin.
Şikeft li nêzîkî navenda gundê Çîçika ye. Bi qasî 45-50 deqîqeyan bi meşê dûr e û li serê çiyayekî bi daristanî ye. Deriyek heye ku tenê kesek dikare xwe ji jor ve dakeve xwarê.
ŞIKEFT 50 METRE KÛR E
Me bi endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz re li şikeftê derdor mêze kir. Bi werîsa 50 metreyî ya ku me ji jor daxist, me ewilî qatê yekem a şikeftê kişand. Di qatê yekem de, di nav kevirên şikestî de, em rastî çend kiloxên mirovan û hin hestî hatin.
Piştî lêkolîn û çavdêriya li vir, em ji deriyê ku li wir kevirên parçebûyî hebûn, daketin qatê duyemîn a şikeftê. Di vê qata ku 10-15 metre bilind e ku tava rojê qet nedigihîşt û dîmena beşa jorîn cûdatir bû.
LI HER DERÊ HESTÎ
Li qata jor tenê kevirên hatine parçekirin hebû, lê li vê qatê hem kevirên parçebûyî hebûn û hem jî ax hebû. Her wiha hinek beşên bi awayekî xwezî çêbûyî yên şikeftê hebûn. Li gorî qata jor li vê qatê hewa hindiktir bû, mirov bi zehmetê nefes hildigirt û bêhneke giran hebû.
Di tariya tarî de, di her gavê de ku me ronahiya xwe dibiriqand em rastî hestiyên mirovan hatin. 15-20 kiloxên mirovan li cihên cuda belav bûn, hin ji wan xuya dikir ku aîdî zarokan in, ligel bi sedan hestî... Hin kiloxên wan qulikên mîna lêdana guleyan hebûn, lê hin kilox û hestî an şikestî an jî perçiqandibûn.
Her ku me kevirek radikir, rastî hestiyan dihatin. Li beşên biçûk ên şikeftê jî em rastî heman dîmenan hatin.
ŞOPÊN ŞEWATÊ
Hûrguliyek din a ku li qatê duyemîn derket holê, kevirên reş bûn, ku xuya dikir ku li vir an an agir hatiye pêxistin an jî tiştekî teqemenî hatiye teqandin. Di heman demê de li dora keviran hin hestiyên belavbûyî hebûn ku nîşanên mîna şopên şewitandinê nîşan didan. Sodayek nevekirî jî wekî hûrguliyek din a girîng bal dikişand.
Deriyê tebeqeya sêyemîn a şikeftê pir teng bû û tenê kesê ku ne qelew bû dikarîbû bikeve hundir. Firat Akdenîz bi 10-15 metreyên mayî yên werîsê 50 metreyî karîbû dakeve vê qatê. Di vê qatê de hin hestî jî hatin dîtin ku li vir oksîjen pir kêm bû.
Lêkolîna me ya li şikeftê bi qasî saet û nîv berdewam kir. Li hundirê şikeftê pir hestî hebûn, lê balkêş e kinc nebûn.
AKDENÎZ: HEJMAR NEHAT TESPÎTKIRIN
Piştî lêkolîna li herêm û şikeftê tespîta yekem û nêrîna hevpar a ekîbê ew bû ku hestî aîdî serdemeke nêz in. Akdenîz her tebeqeya şikeftê bi xwe dît û têkildarî mijarê ji MA'yê re axivî.
Akdenîz diyar kir ku dibe ku qatê çaremîn a şikeftê jî hebe. Akdenîz anî ziman ku çawa ketiye qatê yekem a şikeftê bêhneke giran a mirovan hatiye û wiha got: "Deriyê şikeftê xeternak e. Em bi zorê çûn xwarê. Di qatê duyemîn de me hestiyên mirovan zêdetir dîtin. Bêhn tarî û girantir bû. Ji texmîna me zêdetir hestiyên mirovan hene. Xuya ye hin hestî di bin erdê de mane. Li ser hin kiloxan şopên guleyan hebûn. Hinek jî deforme bûn. Dibe ku hinek kiloxên zarokan bin; em wisa difikirin, ji ber ku pir biçûk bûn."
Akdenîz da zanîn ku li her bihosteke axa Kurdistanê bûye wek cihê sûc û wiha got: "Dibe ku em gelek dîmenên bi rengî bibînin. Dîmenek bi êş û trajîk hebû. Ji qatê yekemîn heya qatê sêyemîn wek şikefta mirinê bû. Wekî ku hinek kes anîne vê derê înfaz kirine. Me hejmara kesan tespît nekir.
Akdenîz anî ziman ku dibe ku li 'herêmên ewle' rastî dîmenên bi vî rengî bên û wiha axivî: "Me demên borî jî mînakên wiha dît. Di pêvajoya hevdîtinên 2013-2015 de li herêmên qedexe dîmenên wiha derketibûn holê. Tirsa me ew e ku dibe ku em bi gelek dîmenên wiha re rûbirû bimînin.
SERLÊDANA LI SERDOZGERIYÊ
Tabloya giran a li şikeftê nîşan dide ku ji bo başkirina birînên civakî yên ku ji ber pêvajoyên pevçûnê çêbûne çiqas girîng e ku mekanîzmayên rastiyê û edaletê bicîh bînin. Ev jî yek ji daxwazên sereke yên saziyên ku li herêmê lêkolînan dikin e.
Saziyên eleqedar têkildarî hestiyên hatine dîtin û şikeftê serî li Serdozgeriya Giştî ya Farqînê dan, da ku bûyer bê ronîkirin. Wan daxwaz kir ku demildest lêpirsîn were destpêkirin. Wan her wiha daxwazên wekî kontrola lezgîn bi kesên ku bûyer ragihandine re ji bo komkirina hestiyên ku hatine dîtin, hestî ji Saziya Tiba Edlî re şandin, ji bo temen û nasnameya wan kesan bên aşkerakirin. Her wiha DNA'yê ji xizmên kesên ku berê li herêmê winda bûne bên girtin. Ji bo nehiştina desteserkirina delîlan, lêkolînkirina qeydên berê yên li herêmê, guhdarîkirina şahidan û tespîtkirina hemû aliyên berpirsiyar, têkildarî mijarê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin.



