Diyarname
Çend ehliyet guherîn, çend neguherîn, dê çawa be?
Li Tirkiyeyê di sala 2016'an de dest bi guhartina ehliyetên nû kirin. Ehliyetên berê bê CIP bûn, niha bi CIP in. Berê biryar dabûn heta 31'ê berfanbara 2020'an hemûyan biguherînin lê nebûn û paşê heta 31'ê kewçêra 2025'an ev dem dirêj kirin. Bi serê mehê re ev dem bi dawî bû û niha jî îstatîstîk hatin belav kirin.
- Heta niha 36 milyon û 216 kesî ehliyetên xwe nû kirin.
- Mîlyonek û 843 hezar û 722 ehliyet nehatin nûkirin ku hê nayê zanîn çima.
- Ehliyet li navendên guhartinê bi 15 TL'yî hatin nûkirin.
- Yên ku heta niha nû nekirine ji îro pêde nû bikin dê pir pere bidin. Ji bo beşa B wê 7 hezar û 438 lira û 60 qiruş pere bidin. Ji bo beşên biçûktir, A, A1, A2 û F wê 3 hezar û 643 TL bidin. Û ji bo beşên mezintir wê B1, BE, C1, C1E, C, CE, D1, D1E, D, DE, G û M 11 hezar û 235 TL bidin.
- Li Midûriyeta Giştî ya Nifûsê ehliyet tene nûkirin û bi ser Alo 199 re yan jî bi ser malpera wan re dikarin civanê bigirin û herin nû bikin.
- Yên ku ehliyetê xwe nû nekirin û van ehliyetan bikar bînin dê rastî cezayên giran bên.


