logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Serlêdanên Akademiya Ma Muzîkê dest pê kirin

Serlêdanên Akademiyên Ma Muzîkê yên Akademiya Ma, Dengbêjî û Zarokan dest pê kirin. Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêr

  • Dîrok: 20/08/2020
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaban / Amed / MA


Serlêdanên Akademiyên Ma Muzîkê yên Akademiya Ma, Dengbêjî û Zarokan dest pê kirin. Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar diyar kir ku ji kudera welat dibe bila bibe herkes dikare serî li akademiyên wan bide.

 

Akademiya Ma Muzîkê ku ji bo pewistiya muzîkê ya bi perwerdehiya zimanê kurdî, bi felsefeya “Li her derê muzîk, ji bo herkesê muzîk” derketiye rê, serlêdanên akademiyên xwe yên Akamiya Ma, Dengbêjî û Zarokan da dest pê kirin. Serlêdan ji 15’ê tebaxê dê heta 15’ê Cotmehê bidomin. Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar, derbarê serlêdanên akademiyên wan de axivî. 

 

‘JI KÛ DERÊ WELAT BIBE BILA BIBE HERKES DIKARE SERÎ LÊ BIDE’

Kanîwar, diyar kir ku piştî ku di 15’ê cotmehê de serlêdanan wan bi dawî bibin ji nav kesên serlêdan kirine, dê ji bo her sê akademiyan kesan hilbijêrin û wiha got: “Ji ber ku akademî ye, em neçarin ji nava wan serlêdanan kesan hilbijêrin. Em wan kesên ku têgihiştina wan a muzîkê baş û di nava 6 salan de pêş bikevin hildibijêrin. Ji kudera welat dibe bila bibe dikarin werin ji akademiyên me perwerdehiyê bigirin. Akademiya Zarokan ji bo xwendekarên 6 salî heta 14 saliya ne. Akademiya mezinan ji bo 17 salî heta 30 saliya ne. Kesên 15-16 salî heke bixwazin, ji bo akademiya mezinan, dikarin bên akademiyê di qursên me de amadekariyê bikin. Akademiya Dengbejiyê jî ji ber ku dengbêjî tiştekî taybet e, çênabe em temen sînor bikin. Dibe ku kesekî/e 40 salî jî were. Ji ber wê em ê temen nenêrin û hewl bidin bigirin.”

 

‘ZAROK HEM ZIMAN HEM JÎ ÇANDA XWE FÊR DIBIN’

Kanîwar, qala naveroka dersên akademiyan kir û ev tişt anî ziman: “Di Akademiya Zarokan de sala yekemîn dersa stranbêjî, çanda dengbêjî, rîtîm û zimanê kurdî hene. Zarok şeş salan perwerdehiya zimanê kurdî digirin. Mixabin gelek zarokên ku tên kurdî nizanin. Bi rêya Akademiya Zarokan ew zarok dê hem zimanê xwe hem jî çanda xwe fêr bibin. Salên din jî perwerdehiya teoriya muzîkê, piyanoyê lê zêde dibe. Ji sala 2’yan û şunde her zarok dikare enstrumanekê hilbijêre û akademiya xwe 6 salan berdewam bike. Akademiya mezinan jî sala ewil dersên teoriya muzîkê, stranbêjî, çanda dengbêjî, piyano û filozofiya hunerê heye sala 2’yemîn perwerdehiya pedagojiyê dibînin dersên koro û foruma muzîka kurdî lê zêde dibin. Sala 3’yemîn dersa orkestra, staja perwerdehiya muzîkê, studyo heye. Kesên akademiyê dixwînin dersên teknolojiyê jî fêr dibin. Sala dawî jî dikarin beşa aranjeyê hilbijêrin û xwe bi pêş bixin û bibin aranjor.”

 

‘MUZÎK JI BO HERKESÊ YE’

Kanîwar, da zanîn ku akademiya dengbêjiyê xweser e li ser stranbêjî û dengbêjiya kurdî dixebite û derbarê akademiyê de ev agahî dan: “2 beşên Akademiya Dengbêjiyê hene. Yek ya zarokan yek jî ya mezinan e. Em ê zarokên ku ji hêla dengê kurdî ve werin perwerdekirin hilbijêrin. Di beşa mezinan de beşa dengbêjiyê û stranbêjiyê heye. 6 mehan perwerdeya deng distînin û li gor herema ders dibînin. Perwerdehiya Akademiya Dengbêjiyê wek îstîsna bê pere ye. Ji ber ku derdê me jiyîna vê çandê ye. Akademiya Zarok û Mezinan jî bi heq in. Ger ku rewşa malbatan a aboriyê guncav be mehê 400 lîre, ger rewşa wan nebaş be dikarin li gor qeweta xwe bidin. Heke nebaştir be Ma Muzîk bi pereyan perwerdeyê nade. Ji ber wê kesên rewşa wan nebaş bin jî dikarin zarokên xwe bînin qeyd bikin. Em tu heqan talep nakin.”

 

‘EM LI BENDA MALBATAN IN’

Kanîwar, bal kişand ser tirsa malbatan a vîrusa coronayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me polên xwe li gor pandemiyê dizayn kirine. Mamosteyên me bi tedbîr perwerdeyê didin. Şagirt jî bi maske dikevin hûndir. Gav û saetan dezenfekte û paqijî tê kirin. Her tiştê me otomatik dixebite em naxwazin kesekî ku ji derve hat vê derê ji bilî amûra xwe temasî derekê bike. Hefteyê carekê mekan tê dezenfektekirin. Lê heke malbat bi tirsin û bêjin em zarokên xwe naşînin. Dîsa jî dikarin serlêdana xwe bikin. Perwerdehiya me dê bi dersên video û online berdewam bike. Şert û mercên pandemiyê çi dibin bila bibin ekîba me ji bo hemû dersan amadekariyên xwe dike. Ji ber wê bila malbat xeman nexwin. Dikarin bê tirs werin Ma Muzîkê. Em li benda malbata ne ku werin zarokên xwe qeyd bikin.”


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

news
  • 11 04 2026

Dawiya hefteyê hin çalakî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Namzetiya Ferhad Pîrbalî ya ji bo serokatiyê çima nehat qebûlkirin?

ad

Şanoger Bavê Teyar ê birîndar bûbû canê xwe ji dest da

ad

Deriyê Pêşabûr-Sêmalka hat girtin

ad

Em tenê îro wan bibîr neynin

ad

Baxek ji folklora kurdî (Ji derdora Mêrdînê)

ad

Li Konyayê nexşeya Kurdistanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname