Diyarname
Hevşaredarên Peyasê serdana Komeleya Wêjekarên Kurd a çend roj berê rastî êrîşeke korsanwarî hatibû kir. Hevserokên Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle û Fatma Taşli Tûnç pêşwazî li hevşaredar û kesên pêre kirin.
Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, Cîgirê Hevşaredaran û Endamên Meclisê ji bo hevgirtinê çûn serdana Komeleya Wêjekarên Kurd.
Di serdanê de der barê êrîşa korsanwarî ya li ser komeleyê hate sekinandin û li ser mijarên wekî pêşveçûna wêjeya kurdî û hevkariya çandî çawa dikarin bi hev re bixebitin hate nîqaşkirin.
Hevşaredarên Peyasê pê re êrîşa korsanwarî şermezar kirin û ji bo hevgirtin û piştgiriya nirxên çandî bidomînin hestên xwe bi hev re parve kirin.

***
Nûçeyên Eleqedar:
- Pirsa bê bersiv; Kî bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girt?


