LUQMAN GULDIVÊ
Pirrzimanîbûn rewşa asayî ya civakan, îro di encama dusedsalên neteweweperestiyê de li welatên sereke yên Ewrûpayê veguherî tiştekî kêm dîtî. Gelek mirov wisa bawer dikin ku pirrzimanîbûn xwedaneder a yek ji encamên serdema modern ên dawî ye. Ev xwexepandina giştî bi çerxa propagandaya neolîberal xurt dibe û rûdine.
Lê rastiya mesele yê ne ev e. Berê gelek civakên zimanî di nava hev de, bi hev re yan jî li cem hev, cîranî hev diman, dijiyan û kar dikirin. Di encama vê de jî li heman mekanê şên gelek ziman dihatin bihîstin û dengê van mekanan bi gelek zimanan bû. Hewldana yekkirinê ya neteweperestiyên serdest li gelek mekanan yek ziman ferz kirin û qira zimanan û pêre jî qira pirrzimanîbûna sewta bajaran û mekanên din ên kozmopolît anîn.
Ji ber ku bi xwe li welatekî Ewrûpî dimînim û zarokên min pirrzimanî ne, beriya bi çendekê min, ji dergûşxaneya zaroka min diçiyê, pirsî ka derfetek nîne mirov nîşanî zarokan bide, gelek ziman bi hev re li cem hev hene û hemû jî bi qasî hev bi kêr hatî ne ji bo mirov bi hev re bipeyive û ji hev fêm bike. Min pêşniyaz kir ku ez pirtûkeke bi Kurmancî bixwînim û paşê heman pirtûkê wergerînim Elmanî. Kêfa mamosteya dergûşxanê hat û piştî minaqeşekirina bi rêveberiya dergûşxaneyê de doh ez vexwendim. Min ji du koman re bi dorê ev pirtûka li ser hevaltiyê ya bi navê Hirç û Rovî (ji weşanên Hîva derçûbû) xwend. Zimanê xwendinê yê pêşî Kurmancî bû. Ji ber ku min di dema xwendinê de hewl dida bi şanogerî behsa hal û hereketên Hirç û Rûvî bikim, zarokan jî li cihê lê weke min dikir. Dema min digot, piling bizdiya û revî, wan jî xwe dibizdand û li cihê lê weke baz bidin dikirin. Dema mêşhingivan bi Hirçê ve dida, wan jî digot ax û wex. Dema ku Rovî ji xirabiya xwe şerm dikir, wan jî rûyê xw bi aliyekî dikir û xwe li şermê datanî.
Bi her halî beriya ez çîrokê bi Elmanî bixwînim, zarokan ji pirtûkê fêm kiribû. Lê baniyabûn ku bi dengên zimanên din jî mirov heman tiştan dike. Paşê dema min bi Elmanî xwendin qedand. Zarokên herdu koman jî hem ez hembêz kirim û hem jî pirsîn, “Te got navê zimanê pêşî çi bû?” ne min bersiv da, keça min li wan vegerand: “Kurmancî”.
Di nava zarokan de zarokeke fransîaxêv a Efrîkî, zarokeke çîniaxêv û zarokeke rûsî axêv jî hebû. Ji ber ku di dawiyê de min navê zimanê wan jî hilda û min got, ev ziman hemû bi qasî Elmanî bi kêr hatî û hemû li aliyê xwe gelekî xweş in, kêfa wan di kenê rûwên wan de xwe da der.
Tecrûbeyên piçûk ên bi vî rengî teşe didin helwêsta mirovan a beramberî zimanan. Ev helwêst bi pirranî ji ber neteweperestî yan jî beriya wê qewmiyetperestiyên cihê dikarîbû neerênî be; lê belê tecrûbeyên erênî dikarin pêşiyê li wan bigirin; dikarin dîsa tebîîbûna pirrzimanîbûna mekanên civakên mirovan bi bîr bixin. Kî dizane, belkî bike ku ne bi tenê mirovên koçber fêrî zimanê welatê hatinê bibin, lê herweha bike ku hin ji xelkê welatê koçber hatinê jî fêrî hinan ji zimanên koçberan bibin. Lewma em jî bi vê re em ê nêzîkî pirrzimanîbûna ku xisleteke tebîî ya mekanên şên ên erdên mirovan e.
guldive@yahoo.fr
26 Gulan 2016, Yenî Ozgur Polîtîka


