Diyarname
9'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Êvara 2'yê mehê li COOP'ê merasima xelatdayînê li dar ket û fîlmê derhênerê kurd Selim Yildiz "Bîra Mi Têtin" Xelata Jîrekiya Nû girt.
Documentarist ku 28'ê gulanê dest pê kir êvara 2'yê mehê bi dawî bû. Li 7 cihan li dor 70 belgefîlmî hatin nîşandayîn, panel, gotûbêj û çalakiyên din hatin li dar xistin. Her wiha belgefîlmên li dor 20 welatan hatin nîşandayîn. Ji bo teşwîqkirina belgefîlmkaran xelatê didin kesek yekemîn belgefîlmê xwe kişandiye ku navê "Xelata Jîrekiya Nû" lê kirine. Juriya ku ji Füsun Demirel, Gurcan Keltek, Suncem Koçer, Enis Kostepen û Virginia Cromei pêk dihat fîlmê Selîm Yildiz "Bîra Mi Têtin" hêjayî xelatê dît. Jurî ev belgefîlm bi gotinên "Di erdnîgariyeke dijwar de, di cihek zehmetiyên kişandinê hebû de kameraya xwe li cih û dema ku divê daniya daniye û bi qasî pevçûnê, jiyana rojane ya li pişt pevçûnan jî bi awayekî xesas aniye ziman" pesinand.
Xelat, bi ji bo di projeyek nû de bikar bîne 6 rojan piştgiriya post-produksiyon didin derhêner.
Her wiha belgefîlmê Ahmet Murat Ogut, Aylin Kuryel, Begum Ozden Firat, Emre Yeksan “Hoşçakal Lenin” (Bi xatirê te Lenîn) jî bi Xelata Taybet a Juriyê hat xelatkirin.
Belgefîlmê Selim Yildiz "Bîra Mi Têtin" li ser kuştina kurdên li Robozkê hatiye kişandin.
**
Nûçeyên eleqedar:


