logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Kurd çima ji PDK’ê bawer nakin?

Ev hefteyek e ez li başûrê Kurdistanê me. Li vir jî gel ji siyaseta PDK’ê ya serxwebûnê bi coş nîn e.

  • Dîrok: 08/06/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Ertuş Berçelan

PDK ev demek dirêj e behsa serxwebûnê dike. Ez bawer im tu kurd jî li dijî vê daxwaza KDP’ê nîn in. Lê ev siyaseta PDK’ê di nav gel û rêxistinên kurd de coş û heyecanekê ava nake. Ev hefteyek e ez li başûrê Kurdistanê me. Li vir jî gel ji siyaseta PDK’ê ya serxwebûnê bi coş nîn e.

Dema mirov li sedema rewşa sarbûnê dinêre wekî asteng cardin polîtîkaya PDK’ê bixwe derdikeve pêşberî mirov. Gelo çima siyaseta PDK’ê ya serxwebûnê coşê nade gelê kurd?

Yek PDK behsa serxwebûnê dike lê bi YNK’ê re di nav şer  de ye.

PDK behsa serxwebûnê dike lê bi Goran re şer dike..

PDK behsa serxwebûnê  dike lê bi PKK’ê re şer dike.

PDK behsa serxwebûnê dike lê PYD’ê re şer dike.

PDK behsa serxwebûnê dike lê bi Komele, Yekgirtû û bilcumle rêxistinên kurd re şer dike.

PDK ligel ku ji sedî 5’ê kurdan temsil dike bi sedî 95’ê kurdan re di nav şer de ye.

PDK li gorî tu rêbazên demokrasiyê tevnagere. Li gorî qanûnên Herêma Federal a Kurdistanê, dema wezîfeya Birêz Barzanî qediya ye. Niha tenê sifata wî ya Serokê Giştî yê PDK’ê heye. Lê ligel vê yekê jî PDK û Birêz Barzanî destûr nadin ku makanîzmayên demokratik pêk bên û Serokê Herêma Kurdistanê bê hilbijartin. Dixwaze bi temsîliyeta xwe ya ji sedî 5 tevahiya gelê kurd bigire bin îktîdara xwe.

PDK bi vê jî namîne, li ser daxwaza dewleta tirk ambargoyê datîne ser Rojava. Bi polîtîkaya xwe bi awayek objektif tevli polîtîkaya dewleta tirk a fetisandina Şoreşa Rojava dibe. Cardin li hemberî hemû komkujiyên dewleta tirk bêdeng dimîne û heta gelek caran bi daxuyaniyên xwe piştgirî dide.

PDK heman polîtîkaya xwe ya yekperest û hegemonîk di warê konferansa neteweyî de jî nişan dide. Hasasiyet û polîtîkayên dewleta tirk li ber çavan digire û nêzîkê pêkanîna konferansê nabe. Heta bi awayek objektîf niha li pêşiya konferansê tekane asteng PDK ye.

Li aliyê din, di warê rêveberiya herêmê de jî xwedî sicîlek paqij nîn e. Tevahiya sazî heta qirika xwe ketine nav bertîl, dizî û rantê. Piştî qeyrana aborî dest pê kir, vê carê PDK’ê bi xwe neçar ma pêşiya dizî, rişwet û ranta di nav PDK’ê de heyî bigire. Komîsyonek hat avakirin lê li gorî agahiyan vê komîsyonê jî nekarî tiştekî bike.

PDK hem nêzîk siyasetek demokratik nabe, hem şefaf nîn e, hem jî helwestek têkildarî yekîtiya gelê kurd nîşan nade, li şûna piştgirî bide Rojava niha ambargo datîne û parçebûna di navbera kurdan de kûrtir dike.

Ji ber vê polîtîkayê ye, gotinên PDK’ê yên têkildarî serxwebûnê coşê nadin gelê kurd. Heta êdî wekî perdeyek polîtîkaya antî demokratik,  bertîl, qeyran, rant û  hevkariya bi dewleta tirk re vedişêre tê şîrovekirin.

Ger PDK samîmî be divê dest ji şerê bi rêxistinên kurd re berde, ambargoya li ser Rojava rake, komkujiyên Tirkiyeyê yên li Bakur şermezar bike û hevkariya bi Erdogan re bihêle, destûr bide hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê û ji bo kongreya neteweyî hewil bide.

Wê demê ez bawerim dê gelê kurd jî samîmiyeta PDK’ê bibîne û coş ji siyaseta wê bigire.

08.06.2016, Azadiya Welat

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fûara Pirtûkan a Rihayê dest pê kir (Hat nûkirin)

ad

US Open dest pê dike

ad

Pêşangeheke cuda: Tiştên Frida Kahlo li Îngilistanê ne

ad

Belê, Ronaldo jî digirî!

ad

Dadgeh: Klûbên Spanyayê derqanûnî ji dewletê alîkarî girtine

ad

Samuel Beckettê navdar tê Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname