Diyarname
Di warê tenîsê de Grand Slam a dawî "US Open" (Amerîka Vekirî) roja 24'ê mehê dê dest pê bike. Di warê jinan de 6'ê rezberê, di warê mêran de jî 7'ê rezberê wê maçên fînalê bêne lîstin.
Tenîskarên herî navdar ên dinyayê di vê du hefteyan de li DYA'yê tên hemberî hev.
JINÊN DERDIKEVIN PÊŞ
Di warê jinan de Arina Sabalenka par li vir bûbû şampiyon, îsal dîsa favorî ye û wê bixwaze vê pênaseya xwe biparêze.
Iga Swiatek ku di jiyana xwe de cara yekê li Wimbledonê bûbû şampiyon, bi lîstika xwe ya her bi pêş ve dibe balê dikişîne.
Yelena Ribakina ku di sala 2022'yan de li Wimbledonê bi ser ketibû, dê bixwaze li vir kûpayê bigiri.
HÊVIYA DYA'YÊ GAUF E
Li DYA'yê hêvi li ser tenîskarê wan Coco Gauf e. Gauf di sala 2023'yan de li US Openê bi ser ketibû.

MÊRÊN DERDIKEVIN PÊŞ
Di warê mêvan re navê Jannik Sinner ê îtalî derdikeve pêş. Par li Avustralya û li Wimbledonê ew bi ser ketibû, niha li dû serketina sêyemîn Grand Slamê ye.
Wekî reqîbê mezin ê Sinner jî Carlos Alcaraz tê nîşandayîn: Alcarez li Fransayê bi ser ketibû.
Novak Djokovic ku li US Openê çar caran bi ser ketibû; dîsa Alexander Zverev ku di sala 2020'i de li vir derketibû fînalê jî favoriyên xwezayî ne.


