logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Pirtûka hefteyê: Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê

Di dema ku Şanoyên Dewletê, Şanoyên Bajaran û Şanoyên Taybet ji bo serdema nû ya şanoyê perdeyên xwe vedikin de em pirtû

  • Dîrok: 20/09/2009
  • Beş: Berhem

Diyarname
Di dema ku Şanoyên Dewletê, Şanoyên Bajaran û Şanoyên Taybet ji bo serdema nû ya şanoyê perdeyên xwe vedikin de em pirtûka “Dayika Wêrîn û Zarokên Wê” dikin pirtûka hefteyê û pêşniyara we dikin.

Pirtûka “Dayika Wêrîn û Zarokên Wê” lîstika navdar a Bertolt Brecht e. Pirtûk ji aliyê Weşanên Bgst’ê bi kurmancî hatiye weşandin. Pirtûk ji aliyê Erfan Can, Hekim Kiliç û Ergîn Opengîn ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û Ayşan Sonmez û Hekîm Kiliç jî ew ji bo weşanê amade kiriye.

Hin agahî li ser  Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê

“Dayika Wêrîn û Zarokên Wê” di dîroka şanoyê de yek ji lîstîkên herî baş e ku li dijî şer e. Brecht û hevalên wî di 1939’an de ji dagiriya Naziyan direvin û derbasî Swêdê dibin. Piştî vê bi 5 mehan Almanya Polonyayê dagir dike. Û Brecht bi hêrsa li hemberî vê dagirkirinê Dayika Wêrîn û Zarokên Wê dinivîse. Ev lîstika ku babeta wê têsîra wêranker a şerên Ewropayê ye, xefleta çîna navîn ku dixwaze ji şer fêde bigire rexne dike. Ev lîstik li Almanayayê encax di sala 1949’an de wekî lîstika ewil a Berliner Ensembleyê tê pêşkêşkirin.

Bertolt Brecht kî ye?

Bertol Brecht di sala 1898’an de Augsburgê hatiye dinê û di sala 1956’an de li Berlînê jiyana xwe ji dest daye. Ew helbestvan, nivîskarê lîstik û derhênerê teatroyê yê alman e.
Helbestên wî yê ewil di 1913’yan de di rojnameya dibistanê de têne weşandin û piştî salekê jî di rojnameyên mehelî de nivîsên wî derdikevin. Demekê dest bi perwerdehiya tenduristiyê dike. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de wî digirin leşkeriyê û di nexweşxaneyê de dest bi wezîfeyê dike. Perwerdehiya tenduristiyê di nîvî de dihêle û di 1924’an de diçe Berlînê. Îmkanê dibîne ku bi hunermendên nav û deng ên wê demê, wekî Carl Zuckmayer, Maks Reinhart ve Helena Weigel re bişuxile.
Di 1926’an de bi diyalektîk materyalîzmê eleqedar dibe, li zanîngehê têkîldarî dersen li ser vê mijarê dibe; xebatên lêkolînê li ser fonksiyona teatroyê bo guherîna dinyê û avakirina sîstemeke adil dike. Piştî bi derhênerê teatroyê Erwin Piscator û awazsaz Kurt Weill re dinasin, ceribandinên ewil ên feraseta epîk teatroyê pêk tîne. Piştî li Almanyayê Nazî tên rêveberiyê, di sala 1933’yan de Almanyayê terk dike. Ewil diçe Swîsreyê paşê diçe Danîmarkayê. Lîstikên xwe yên bi nav û deng di van salên sirgûnê dinivîse. Di 1939’an de, ji ber ku Danîmarka dikeve bin tehtîda Almanyayê, ewil diçe Fînlandiya paşê jî di sala 1941’ê de diçe DYA’yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê). Hin lîstikên wî wergerî îngilîzî dibin û li Amerîkayê têne lîstin.
Brecht di sala 1947’an de li DYA’yê, di bergeha nêçîra komunîstan a rejîma McCarthy, ji aliyê “Komîsyona Lêpirsîna Çalakiyên Dijî Amerîkayê” îfadeya wî tê girtin. Piştî vê bûyerê Amerîkayê terk dike. Bi banga rêveberên Komara Demokratîk a Almanyayê, diçe Berlîna Rojhilat bi cih dibe û di sala 1948’an de bi Helena Weigel re koma teatroyê ya bi navê Berliner Ensemble ava dike. Di bihara 1956’an de nexweş dikeve û piştî demeke kurt li Berlînê jiyana xwe ji dest dide.

Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê / Lîstik Û Notên Dramatûrjiyê / Bertolt Brecht / Werger: Erfan Can, Hekim Kiliç û Ergîn Opengîn / Amadekarên ji bo çapê: Ayşan Sönmez, Hekîm Kılıç / Weşanên Bgst / 224 Rûpel

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

news
  • 23 03 2026

Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket

news
  • 17 02 2026

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

news
  • 17 02 2026

‘Doktor Dije’ bi zazakî zî veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

30 hezar kesî xwest Hotela Madimakê bibe muze

ad

Zubeyde Ronahî wefat kir

ad

Li Nisêbîn û Amedê jî sivîl hat kuştin

ad

Li Newala Qesaba çi qewimî?

ad

Çîroka Kurt

ad

Li Batmanê Rojên Şanoyê didomin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname