logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Çîroka Kurt

  • Dîrok: 27/03/2024
  • Beş: Serbest

Mizgîn Ronak*

“Pepikên bebekan, ji bo firotanê: Qet nehatine lixwekirin” (For Sale:Baby Shoes,Never Worn,Ernest Hemîngway) Ev e çîroka dinyayê ya herî kurt. Hew ji şeş gotinan pêk hatiye (lewma wekî hin zimanên din, di zimanê me de jî ji şeş gotinan dirêjtir e, lê dîsa jî ya herî kurt e)

Lê Hemîngwayê ku romanên dûr û dirêj nivîsandiye, çima xwestiye wiha çîroka herî kurt binivîse û mijar çima ev e: Papikên Bebikan. Belkî ji bo ku temenê herî kurt ê zarokan e ev çîroka herî kurt li ser papikên wan e, belkî jî ji ber gelek sedemên din… Lê ev çîroka ku wekî şûrê kurtiyê xwe şanî me dide, dide zanîn ku kurtahî tiştek çiqas baş û lazim e û tu tişt nikare wê dirêj bike. Ew, kurt e lewre. Biryar û vîna wê ev e, ne dirêjahî û xwedirêjkirin.

Lê qey em ê nikaribin meraq jî bikin? Gelo ew papik hatin firotan an na? Gelo rengê wan çawa bû? Gelo çima dihatin firotan, lê nedihatin lixwekirin? Ev papik yên kê ji me, yên kîjan zarok û zaroktî bûn?

Lê dixwazim vê çîrokê bi çîrokeka kurt bixemlînim. Çîrokeka kurt… Dê çawa be gelo? Hem jî bi kurdî… Bi zimanê ku xwediyê çîrok û derdê herî dirêj e, çîrokek kurt çawa tê nivîsandin? Bi zimanê ku nahêle tu tişt di kêliyek dilxweş û dilopek baranê de biveje û biçe. Di qedehek avê de bê vexwarin û tîbûna har ji holê rabike… Çîroka kurt û kurdî, tu li ku yî ka were?

Bila ev be çîroka me:

Heta çav gîhîştin hev, heyat derbas bû.

We dît ku ji heft gotinan pêk hat û xwe bi dawî kir. Lê bila ev jî çîrokek be:

Kesî/ê nizanibû ku deriyê bexçe girtîbû.

Ev jî ji şeş gotinan pêk tê. Bes ev her du jî me di meraqê de dihêlin ne? Lê ya ku behsa negihîştina çavan dike, pirtir nas tê ji me re. Wekî ku jixwe di bêrîka me tevan de bûye û hema niha derketiye. Çimkî ev der, çîrokgeha nepêkhatinan e an jî cîhê çîrokên nepêkhatî…

Lê bala me dîsa diçe ser çîroka li destpêkê. Ya ku xwe bi kurtbûna xwe îspat kiriye. (Jixwe dibêjin dema ku nivîskêr, gotiye ez ê çîrokek wiha kurt binivîsînim, jê nehatiye bawerkirin. Lê wî nivîsiye.)

Her wiha Augusto Monterosso jî, çîrokek wiha nivîsandiye:

“Dema şiyar bûm, dînozor hê jî li wir bû”

Li gor gotinan, gelek çîrokên vî nivîskarê li dij dîktatorê Hondurasê hebûne û dema ku rojekê hevalek wî gotinek li ser çîrokek wî zêde kiriye, jê re gotiye “te çîroka min kir romana Tolstoy… ”Gelo ew cezayê mişextiya wî ya bêdawî bû ku çîrokan wiha lê kurt kiribû û bi zêdebûna tenê gotinek jî, li ber çavên wî bi qasî romanek Tolstoy dirêj kiribû?

Hin mînakên din jî hene. Lê ku çîrok, berdewamî an jî dengê jiyanê be, qet hewcê mînakan nake, jixwe çîrokên kurt ên ku em qet hay jî ji wan çênabin, li dora me dizivirin. Belkî her kêlî çîrokek, her çîrok dawiyek e û her dawî jî despêkek…ji ber ku em bibînin nebînin, jiyan çîrokên xwe dinivîsîne û di wan çîrokan de em hene. Em. Geh li vê çîrokê, geh li wê çîrokê.. Lê ku li vir kurtbûna çîrokan girîng be, em carna bizivirin û binihêrin ka me kîjan çîrokê çawa jiyaye? Her wiha çîrokên dirêj pirtir in. Belengazên ku nikarin  kurt û rind behsa xwe û dinyayê bikin, heta dikarin dirêj dikin. Ew dirêjahî carna dibe goristan, carna jî dibe tekrarek mirovxur. Bes em dikarin û dixwazên bibin xwedî û nivîskarên çîrokên berkeftî û kurd û kurmancî..Ka dê vê baharê kîjan çîrokan bi me bide nivîsandin û jiyandin...Çîrok xweş…

*Ji Bîanetê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandî bên parastin

ad

Li Şanoya Bajêr a Amedê 4 lîstik û panelek heye

ad

Di Roja Ziman de kurd li her derê li qadan bûn

ad

Têra her kesî îmze heye

ad

Muslim: Çapemeniya tirk dixwaze bila were Rojava lêkolînê bike

ad

Fîlmên Kazim Oz li Îzmîrê ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname