logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

30 hezar kesî xwest Hotela Madimakê bibe muze

Li Sewasê bi dehezaran kesî ji bo bîranîna komkujiya Madimakê mîtîngeke li dar xist û xwest Hotela Madimakê bibe muze.

  • Dîrok: 02/07/2008
  • Beş: Nûçe

 

Sêwas

Li Sewasê bi dehezaran kesî ji bo bîranîna komkujiya Madimakê mîtîngeke li dar xist û xwest Hotela Madimakê bibe muze.

Li Sêwazê bi mebesta 15'emîn salvegera qetilkirina 37 rewşenbîr, hozan û nivîskarên ku di 2'yê tîrmeha 1993'yan de di Otela Madimakê de hatibû şewitandin, mitîngek hate li darxistin. Bi armanca bîranîna kesên hatine qetilkirin, ji çar aliyê Tirkiyeyê komeleyên elewiyan, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên girseyî jî di nav de bi deh hezaran kes li ber Weqfa Danasîn û Çandê ya Haci Bektaş-i Velî hatin cem hev. Girseya ji vir ber bi Otela Madimakê ve dest bi meşê kir, pankartên "Pîr Sultan namire", "Yên li Sêwazê û di 19'ê Berfanbarê de mirov bi saxî kuştin niha dest dane hev", "Çorum, Mereş, Gazî û Sêwaz dewleta qatil dê hesab bide", "Bila Madimak bibe mûze" vekirin û sloganên "Dê roj bê dewran vegere qatil dê hesab bidin gel", "Qatil dewlet" avêtin.

Girseyê çelengek reş û gurnefîl danîn ber otelê. Li vir xizmek kesek di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî jixwe çû û gelek kesan jî nekarî rondikên xwe bigirin. Her wiha qûqlayek mirovan a nivîsa, "Me êş bi hingiv xwarin, bi nefesên şewitî sêwazî bêriya we dikin, bi nefesên naqedin" li ser nivîsandî li ber deriyê otelê hate bicihkirin. Ji ber ku komekê xwest camên lokantaya di qada yekemîn a bînaya otelê de ye bişkêne, gengeşiyek biçûk derket. Li ser gengeşiyê girseyê sloganên, "Yên Sêwaz şewitandin AKP ava kirin" avêtin. Li derdora qadê ewlehiyek berfireh hate girtin, tîmên taybet û nîşanger li ser avahiyan hatin bicihkirin. Her wiha ji gundên elewiyan beşdariyek mezin pêk hat. Gelek kesên beşdarî mitîngê bûn, rozetên Hz. Alî û Pîr Sultan Abdal bi singê xwe ve kirin.

Onder Dokan ku li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê daxuyaniyek da, balkişand ser van xalan: "Ji ber ku me Sêwaz ji bîr kir, komkujiya Gaziyê hate serê me. Em ji vê re bêdeng man niha lînc dest pê kirine. Em ji bo ku karkerên li Tuzlayê nemirin, kurd û eleweyî çanda xwe azad bijîn li vir in. Ji bo Tirkiye nekeve nav kaosa Projeya Rojhilata Navîn em li vir in. Em 15 sal beriya niha jî li vir bûn. Niha jî em li vir in. Paşverûyên faşîst ên 12'ê Rezberê gel qetil kir. Çi çareser kirin? Betalî çareser kirin an biratî pêk anîn?"

Yeter Gultekîn ku hevsera hunermend Hasret Gultekîn e, li ser navê malbatên ku di komkujiyê de jiyana xwe jidest dan axivî. Gultekîn, wiha got: "Em wisa ji van axên ku li serê ji dayîk bûne hez dikin ku em dikarin ji bo wê bimirin jî. Me hevserên xwe, birayên xwe ji bo ku li vî bajarî stran bêjin, ji bo ku li Pîrê xwe xwedî derkevin şand. Êdî divê Sêwaz ji vê dû û bêhna goşt xilas bibe. Em nehatin ku ji bo canek, canek din bistînin. Stran gotin, semah, zirar nade kesî. Divê ev otêl bibe muze ku bibe îbret."

Piştre Serokê Giştî yê Komeleya Pîr Sultan Abdalê Fevzî Gumuş, Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Zubeyde Kiliç, Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşiyan Alî Balkiz, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Suleyman Çelebî axafîn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku Madimak hê nebûbe muze ev ji bo Tirkiyeyê şermek mezin e û hate xwestin ku loqenteya goşt bê girtin, otêl bibe muze.

Piştre, Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna axaftinek kir. Ayna, got ku qedera kurdan û elewiyan yek e û loma divê bi hev re têbikoşin. Ayna, wiha dom kir: "Ger ku em qatilan baş nasbikin, em ê bikaribin hesab bipirsin."
Serokê Giştî yê EMEP'ê Levent Tuzel jî got ku divê Sêwaz neyê jibîrkirin û li hemberî vê yekê têkoşîna hevpar bê meşandin.

Serokê Giştî yê ODP'ê Ufuk Uras jî bi gotinên wekî "Bi qasî min mirov e" dest bi axaftina xwe kir û got ku divê Madimak bibe muze. Uras, banga têkoşîna hevpar kir.
Endama Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Yildiz Îmrek jî got ku divê dewlet ji elewiyan û vê miletê lêborîn bixwaze.

 

Ji Rihayê name hatin şandin

Her wiha Platforma Demokrasiyê ya Rihayê, li ber Postexaneya Sarayonuyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Sedat Gozukiran, destnîşan kir ku Komkujiya Sêwazê nehatiye ronîkirin loma çanda lînc û neteweperestiyê bi hemû bêrehma xwe didome. Gozukiran got ku divê sûcdarên Komkujiya Sêwazê bêne darizandin. Di çalakiyê de sloganên "Sêwazê ji bîr neke, nede ji bîrkirin", "Faşîst wê hesab bidin gel" hatin avêtin.
Piştî daxuyaniyê, nameyek ku tê de daxwaza 'Bila Otêla Madimakê bibe muze' hebû, ji Postexaneya Sarayonuyê, ji Serokomar Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Çand û Turîzmê re hate şandin.

Li bajarên wekî Mêrsîn, Îzmîr, Elezîz, Hatay û gelek bajarên din jî Komkujiya Sêwazê bi çaakiyên girseyî hate şermezarkirin.


Ji DÎHA'yê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kovara Kurt Tarîhî li fûarê li benda xwendevanên xwe ye

ad

Li Amedê Qehwexaneya tizbifiroşan

ad

Nehewiyên Zimên

ad

UEFA'yê tîma serketî ya salê eşkere kir

ad

Li Başûr sala nû ya xwendinê dest pê kir

ad

Ji Wêjegeh Amedê li 3 bajaran bernameyên bi kurdî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname