Maşallah Dekak / Amed
Li Qehwexaneya Tizbifiroşan a li Amedê tizbî bi buhaya ji 100 dolarî heta 2 hezar dolarî têne firotin.
Dema mirov peyva tizbiyê dibihîze, tenê tizbiyên ku li ser dezgehên seyarfiroşan têne firotin tê hişê mirov û buhayê wan jî herî zêde 5 qirûş e. Lê bajarê Amedê îro bûye navenda bazirganên tizbiyan û buhaya tizbiyek ji 100 dolarî dest pê dike û derdikeve heta 2 hezar dolarî. Bazara van tizbiyan li Qehwexaneya Tizbîfiroşan pêk tê. Ev qehwexaneya şîrîn, li kêleka Mizgefta Mezin a Amedê ye. Ji Erzirom, Dîlok, Sêrt, Wan, Êlih, Trabzon, Stenbol, Edene, Enqere, Rîze, Qeyserî û ji gelek bajarên cuda bazirgan têne vê qehwexaneyê û li tizbiyên kehrîbar digerin. Bi taybetî jî tizbiyên Baxaya Alman, Tizbiya Şidyayî ya Alman (Alman Sikmasi), Qoq, Kehrîbar û hin cureyên din ên tizbiyên eleqeyeke mezin dibînin.
Ev tizbî bi graman têne firotin!
Yek ji van bazirganên tizbiyan jî Kemal Akyol (66) e. Ew bi salan e vî karî dike. Bazirganê tizbiyan Akyol, li ser tizbiyan van agahiyan dide: “Li Almanyayê, di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de top li fabrîqeyeke tizbiyan dikeve. Ji ber ku bi haveynê (maya) van tizbiyan tenê xwediyê febrîqeyê dizanibû, kesî nekariye ji van tizbiyan çêbike. Xwedî jî mir û fabrîqe giş hilweşiya. Îro dinya tev rabe nikare ji van tizbiyan çêbike, çimkî haveyna wê nizane. Tizbiyê heqîqî ku jê re dibêjin kehrîbar ev in. Ji 100 dolarî dest pê dike û heta 2 mîlyarî têne firotin. Bi graman tê firotin. Grama wê ji çar dolaran dest pê dike, heta deh dolaran derdikeve.”
Dest bi bazirganiya tizbiyan kir, jiyana wî guherî
Bazirganê bi navê Mehmet Înce (53) ku zêdetir li Êlihê bazirganiya tizbiyan dike, ji kirîn û firotina tizbiyan pereyeke zêde qezenc dike. Wî bi pereyê ku qezenc kirine hem xanî standiye, hem zarokên xwe daye zewicandin û hem jî erebe standine. Ew ji bo firotina tizbiyan zêdetir diçe aliyê Sêwasê, Qeyserî û Enqereyê. Ew ne tenê tizbiyên kehrîbar, tiştên entîqe yên mîna qelûn, saetên zêrîn ên berê, kemberên zîvîn, qelûn û qutiyên cixareyê yên bi destan hatine nexşandin jî dikire û difroşe. Xwe wekî entîkefiroş bilêv dike. Li gorî gotina Înce, piştî ku dest bi firotina tizbiyan kir, jiyana wî ji serî heta binî guherî û di warê aborî de gelek pere qezenc kir.
Ji Peyamnerê hatiye girtin û kurtkirin


