Diyarname
Real Madridê ligel serketina nav sehayê, li qada aborî jî serketineke mezin bi dest xist. Realê bi bilançoya xwe ya dawî rekorek dîrokî bi dest xist: Butçeyê Mîlyar Euro derbas kir.
Tîma spanyolî Real Madridê, piştî sezona 2023/2024'an dahat û mesrefên xwe eşkere kir û bi vê gihîşt wisa astek ku zehmet e tîmên din xwe bigihînin wir.
Klubê got ku di serdema 2023/2024'an de, bêyî pereyê ku ji firotina lîstikvanan bi dest xistine, bi temamî mîlyarek û 73 mîlyon Euro dahat bi dest xistiye. Real Madrid bû kluba yekem ku di dîrokê de dahateke ser 1 mîlyarî re bi dest dixe.
Dahata safî ya Real Madridê di sezona borî de 16 mîlyon Euro bû.
Tîmê di nav salan de xezîneya xwe tijî kiriye, bi nirxeke safî ya 574 mîlyon Euro rewşa xwe ya aborî ya bi hêz didomîne.
Real Madrid ku ragihand mîlyarek û 73 mîlyon Euro dahat bi dest xistiye, di sezona 2022/2023'an de jî 843 mîlyon Euro dahat ragihandibû.


