Diyarname
Pirtûka helbestvaneke kurd Dîlber Hêma di beşa Şahramanê de bi navê "Medûsa" derket.
Di mîtolojiya yewnana de Medusa keçikeke xweşik bû ku Athena li hemberî wê hesûdî dikişand. Poseidon gelek dikeve bin bandora xweşikiya wê û di perestgeheke Athena de ew bi hev re şa dibin. Ev yek ji bo Athena wekî rûmetşikandineke dixuye û Athena wê dike Gorgon bi vî awayî ceza dike. Dûre jî bi Perseus wê dide kuştin.
Şahraman efsaneyeke kurdan a gelek kevn e. Wekî "Şahê Maran" tê gotin ku gelek lingên mar hene. Kurdan heta niha Şahraman neqş kirine û bi dîwarên xwe ve daliqandine. Û di neqşê de jî ser û bejna Şahramanê wekî bejna jineke tê çêkirin.
Dîlber Hêma helbestvaneke kurd a ciwan e û ji Mêrdînê ye. Ew di sala 1981'ê de li Qosera Mêrdînê ji dayik bû ye. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê xwendiye û niha li Zanîngeha Anadolu, Fakulteya Hîndekariya Ji Derve (Açıkogretim), Beşa Berêweberiya Gelemper dixwîne. Helbestan dinivîse.
Ev helbestên Dîlber Hêma bi navê "Medûsa" di bin beşa Şahramanê ku pirtûkên nivîskarên jin ên kurd têde têne weşandin derket.
Helbestên di "Medûsa" de li Qoser, Yozgat, Mêrsînê hatine nivîsandin, derûniya wan deran xwe di helbestan de jî nîşan dide. Di bin beşên "Med", "Û", "Sa" de bi ser bîstî re helbestên xweşik hatine pêşkêş kirin. "Medûsa" yekem pirtûka Hêma ye.
Helbesteke ji pirtûkê:
Strana dema pordirêj
Di dema kevnar de
Li jiyanên bextewar digeriyan
Hezkiriyên bêwar
Ji bîr kiribûn
Hebûna rojbûyînên êşan
Xapandinek bû
Tunebûnak derengmay3ina şevê
Di bêkesiya zaroka nasyar de
Li navnîşanên xerîb digeriyan
Ez û bajar
Di xeleka şevê de veşartîbû penaberiya me
Bajêr xwe li avê digirt
Min xwe li avê
Di pelên bahrê de
Pêşbaziya me difirkand mirina keçekê
Dem kintir dibû
Her ku porê zarokekî dirêj dibû
Bi qasî kiriyan bêhejmar bû
Hejmara çûyînên me
ez û bajar
di jiyana lîstikvanekî de
replîkên bêdengiyê bûn em
û peykerên ji heriyê bûn
li ser dikan
axê xwe li min digirt
avê xwe li bajêr
li dû me nîvco diman
hemû kulîlkên cîhanê
morî ji moristanên xwe dixeyidîn
bîranîna sûretan
yextiyar dikir xweşikbûna jinan
ez û bajar
di nameyekê de
karkerê pênûsekê bûn em
û barê me jî giran dibû
bi xeyalên nivîskarekî
xewê dabû serçavê me
ji betilandina vê çîrokê
av û ax
hêdî hêdî em ji hev vediqetandin
avê bi tofaniyekê bajar
axê jî bi mirinekê ez
piştî ew qas bêjeyan
ji vê helbestê vediqetandin em
21 Nîsan 2005, Mêrsîn
Medûsa / Dîlber Hêma / Şahmaran / Helbest / 64 rûpel
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


