logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
  4. Festîvala Fîlman a Silêmanî didome
  5. 'Practical Magic 2', 'The Umnknown' û yên din
news-details

25'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

  • Dîrok: 25/01/2026
  • Beş: Nûçe

25'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

 

...ev tê nûkirin...

 

Hemşîreya porê xwe honabû hat binçavkirin (Hat berdan)
Piştî çeteyan şervanek kurd kuştibû, yek ji wan çeteyan  keziyê şervaneke kurd jêkiribû û di vîdeoyeke de ew belav kiribû. Piştî vê yekê li dinyayê bi hezaran jinan porê xwe hona û bi vî awayî piştgiriya jinên kurd kirin. Yek ji wan jî hemireyek bû û li Kocaeliya Tirkiyeyê li  nexweşxaneyê porê xwe dihonand û wekî video belav kir. Wezareta Tenduristiyê sere sibê ragihandibû ku lêpirsin daye dest pe kirin. Û vê êvarê ew hemşireya bi navê Î.H. hat binçavkirin.
(Hemşîre piştî binçavkirinê bi rojek, bi şertê kontrola edlî hat berdan. Ev not roja 26'ê mehê lê hatiye zêdekirin)
*

Êrîşê çalakiya bo Rojava kirin: Kurdekî ji Kobanî hat kuştin
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê li Tarsûsa Mêrsînê li ser Best KRaathaneyê ji bo Rojava çalakî li dar xistin. Piştî daxuyanî girse belav dibû, ciwan li nav kuçeyê protesto domandin. Di vê navberê de yekî MHP'yî bi navê Huseyin Kanlibiçak (qeyda wî li ser Sîweregê ye) bi çek êrîşê ciwanan kir. Di vê erîşê de ciwanekî ji Kobanî yê bi navê Baran Abdî (24 salî) ku i mala xaltiya xwe li şaneşînê bû bi guleyê bi giranî birîndar bû. Abdî li nexweşxaneyê mir. Polîsan êrîşkar Huseyîn Kanlibiçak girt.

*

Însiyatîfa Huner ji bo Azadiyê bang kir: Deng bidin Rojava
Li ser biryara însiyatîfê gelek hunermend însiyatîfê vîdoyeke amade kirin. Di vîdeoyê de hunermenda banga piştgiriya Rojava kirin. Vîdeo li ser tora civakî hat belavkirin.

*

Mazlum Ebdî û heyeta ENKS'yê hat ba hev
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi şandeyeke Serokatiya ENKS'yê re civiya.
Rûdawê ragihand ku Mazlûm Ebdî doh heyeta Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) civînek çêkiriye.
Çavkanî gotiğe ku di civînê de derbarê girîngiya rêkeftina agirbestê de dan û standin hat kirin û rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
*

Êrîşê gundekî Kobanî kirin, zarokek mir
Çeteyên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê îro êrîşê gundê Qasimiyê ya Kobanî kirin, keçikek mir, 3 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Kobanî. 
Li gorî ANHA'yê bi obusan êrîş kirine. Di êrîşê de zaroka 8 salî Sabrîn Ehmed Elawî miriye û Cûdî Ehmed Elawî (14), Mihemed Ehmed Elawî (10) û Ehmed Îbrahîm Elawî birîndar bûne.
*

ÊRÎŞÊ ÇILAXA KIRIN

Li aliyê din ligel şerawestinê jî hêzên Artêşa Ereb a Sûrî bi dronan êrîşê gundê Qîro ya Çilaxaya Cizîrê kirin. Hat gotin bi 3 dronan êrîş kirine, zirarê madî çêbûye.

*

KURD ÇÛN BER AVAHIYA BBC
Li Îngilistanê çalakgerên kurd li ber avahiya BBC hatin ba hev, hem êrîşên li ser Rojava şermezar kirin, hem jî bang li BBC kirin ku vê meseleyê bigire rojeva xwe û zêdetir li ser bisekine.
*

NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ALÎKARÎ ŞAND KOBANÎ
Neteweyên Yekbûyî bi ser bajarê Helebê re 24 kamyon alîkarî ji bo gelê sivîl şand Kobanî. Bi rojan de bajarê Kobanî di bin dorpêçê de ye. Li bajar xwarin, derman û sotemenî hema hema nemaye. Her banga alîkariyê tê kirin.
*

BAJARÊN EWROPAYÊ LI SER PIYAN IN
Îro li Almanyayê li Berlîn û Bonne, li Lîon, Lorîent û Bordeauxê yên Fransayê, li Enschedeya Hollandayê, li Londona Îngilistanê, li Leuven a Belçîkayê kurd ji bo Rojava li ser piyan bûn.
*

Keça Charlie Chaplin piştgirî da kurdan
Keça lîstikvanê navdar Charlie Chaplin ya bi navê Jane Chaplin di videoya belav kiriye de piştgiriya xwe ya bo kurdan anî ziman.
Chaplin got, "Tiştê tirsnak tê serê kurdan. loma ez ligel wan in û hêvî dikim di demek nêz de bigihîjin azadiya xwe."

*

Barzanî û Mazlum Ebdî bi telefonê axivîn
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û Serfermandarê HSD'ê Mazlum Ebdî bi telefonê li ser rewşa dawî axivîn. 

*

LI BAŞÛR XEBATÊN ALÎKARIYÊ
Waliyê Hewlêrê kampanyaya alîkariyê dabû dest pê kirin. Kanalên kurdî ên li Başûr wekî Rûdaw, Channel8, Kurdsat û hinên din bi awayekî çalak piştgirî didin vê kampanyayê. Nûneriya DEM Partiyê ya Başûrê Kurdistanê jî kampanya da dest pê kirin. Endamê Nûnertiya DEM Partî Murad Şen got ku nanek, avek, cilek zarokan û kelûpelên tenduristiyê pêwîst dikin û wiha bang kir: “Em dixwazin gelê me yê li Başûrê Kurdistanê alîkariyên xwe bigihîne. Her wiha ji bo sekin û helwesta gelê Başûr ya bi Rojavayê Kurdistanê, em spasiya gelê xwe yê Başûr dikin.”

*

Li Başûr mijara dersê: Berxwedana Rojava

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistana Federe, li seranserê dibistanên Herêma Kurdistanê dersa yekem ji bo piştgiriya berxwedana rojavayê Kuridstanê û doza gelê kurd veqetand. Di vê dersê de li ser rewşa dawî û hişyariya neteweyî bo xwendekaran vegotin. Li xwendekarên Silamên, Hewlêr û Çemçemalê di vî warî de hin gav hatin dîtin.

*
Malîkî: Terorîst Sûriyeyê bi rê ve dibin

Serokwezîrê Iraqê yê berê û berendamê ji bo serokomariyê Nurî el-Malîkî ji bo çapemeniya Iraqê axivî.
Va ne çend gotinên wî:
- Suriye îro di bin bandora Tirkiye û Îsraîlê de ye. Yên niha welat bi rê ve dibin, ji terorîstên ku li Iraqê hatibûn girtin pêk tên.
- Hûn bawer dikin ev kes welatekî ji aliyê etnîkî û olî ve rengîn e bi awayekî adilane û rast bi rê ve bibin?

Malîkî kî ye?
Nûrî el-Malîkî di sala 1950'î de li el-Hindiye ya Iraqê hatiye dinê. Malikî ji aliyê olî ve şiî ye. Di navbera 2006-2014'an de serokwezîrê Iraqê bû, ji wê demê heta 2018'an jî Cîgirê Serokomar bû.
Niha ji bo Serokomariya Iraqê berendam e. Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî çed roj berê eşkere kir ku ji bo serokwezîrî ew piştgiriya Malîkî dikin.

 

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:

- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin

-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)

-

Parve Bike

Youtube Me

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 14 09 2026

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

news
  • 12 09 2026

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

news
  • 12 09 2026

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

news
  • 11 09 2026

Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de

news
  • 10 09 2026

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

news
  • 09 09 2026

Sembola kurdan Girê Miştenûrê; ew der dê bibe daristan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Li Sêrtê gaza polîsan bû sedema mirina kesekî

ad

Roman şerma me bindestan li nav çavên me dixe

ad

Mîhrîcana Fîlman a Romayê diyarî wan hat kirin

ad

Çarîk fînalîst diyar dibin

ad

Nivîskarên kurd bersiva Gultekîn dan: Mafê kurdan e jî qedera xwe tayîn bike

ad

Bajar bi bajar bernameya Newrozê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

  • 12 09 2026
news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome

  • 13 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname