logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin
  2. Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê
  3. Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye
  4. Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin
news-details

Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

  • Dîrok: 20/01/2026
  • Beş: Nûçe

Nisêbîn
Hevserokên DEM Pariyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari ji bo komkujiya li ser Rojava şermezar bikin civîna xwe ya komê li ser sînorê Nisêbînê li dar xistin. Bi deh hezaran kes beşdarî meşê bûn. Girseyê her diruşma “Bijî Berxwedana Rojava” bilind kirin. Piştî meşê Hevserokan civîna xwe pêk anî. Pêşî Hatimoglulari axivî. Va ne çend gotinên Hevserokên DEM Partî:

GOTINÊN TULAY HATÎMOGULLARI:
- Di serî de medya tirk û hawiz gel şaş agahdar dike. Dibêjin Rêveberiya Rojava li gorî peymanê tev negeriya. Ev derew e. Yên ku vê peymanê binpê dikin çete ne. Komên selefî yên ku hêzên navdewletî piştgiriyê didin wan in.
- Wekî ku HSD'ê li dijî Tirkiyeyê şer daye destpêkirin bertekan nîşan didin. Yên dibêjin em xwişk û bira ne, yên destê xwe dirêj dikin, kurdan wekî welatiyan nabînin. Rayedarên hikumetê daxuyaniyê dide û dibêje HSD darbeyê li pêvajoyê dixe. Ev kes pêvajoyê berovajî dikin.

"GELO JI BO HTŞ KURDAN QPETIL DIKE TU VÊ DIBÊJÎ?"
- Serokkomar Erdogan dibêje, ‘Ez HTŞê pîroz dikim.' Em ji Erdogan dipirsin. Gelo ji bo HTŞ kurdan qetil dike tu wan pîroz dike. Tu çi pîroz dikî? Bi salan e em dibêjin aştiya navxweyî pêş bixin. Lê di van rojên ku em qala aştî û aramiyê dikin. Li Sûriyeyê kurd tên qetil kirin. Yên ku hestên kurdan fam nekin, nikarin aramiyê pêş bixin.
- Kurd îro li ser piyan in. Ji 7 salî heta 70 salî tev li ser piyan in. Yên ku pêvajoyê xera dikin hûn in. Dest ji vê xerakirina pêvajoyê berdin. Êdî bes e. Êdî bes e.”

- Li Sûriyeyê Rêveberhiya Şamê ji roja hatiye ser kar heta niha li Lazkiye, Şam û bajarên din elewî û durzî tên kuştin. Piştre xwişk û birayê me yên elewî hatin kuştin. Bi deh hezaran mirov qetil kirin. Niha dixwazin li Rojava komkujiyê pêk bînin. Em bi hev re bêjin 'Ji Komkujiya Rojava re na.' Em bi hevre li dijî komkujiyê rawestin.

'LIGEL VÎNA SIYASÎ YA KURDAN HEVDÎTINÊ BIKIN'
- Em dizanin li dijî kurdan û Rojava  komployeke din di meriyetê de ye. Em ji serî de dibêjin, bila Tirkiye bi vîna siyasî ya Rojava û Sûriyeyê re hevdîtinê bikin. Lê we her tim xwe paşve kişand. Li şûna wê kurdan qetil dikin. Divê her kes bizanibe ku kurdên Rojava ne bi tenê ne.

'EM BANG LI DINYAYÊ DIKIN ŞER RAWESTÎNIN'
- Em bang li hemû cîhanê û hêzên nanvdewletî û parazvanên mafên mirovan û kesên li dijî komkujiyê dikin. Em bang li hemû kesan dikin ku komkujiya li Sûriyeyê rawestin. Em bang li hemû rewşenbir, rojnameger, nivîskar û hemû beşên civakê û yên demokratîk dikin. Em bi hev re li dijî vî şerî derkevin û ji vî şerî re bêjin bes e. Ji bo me Rojava azadiya jinê ye. Rojava dijberiya DAIŞ'ê ye. Rojava têkoşîna demokratîk e. Silav ji Rojava re. Silav ji jinên Berxwedêr re. Bi hezaran slav.

GOTINÊN TUNCER BAKIRHAN:
- Tenê partiya ku car caran civînên xwe li bajarên din li dijî nehehî û bêhiqûqiyê dike partiya me ye. Yên ku ev roj ava kirine em wan şermezar dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî heye. Komên selefî bi dehan jin û zarokan dikujin. Yên van koman diparêzin, hêzên navdewletî wan diparêzin. Li Rojava kurd bi tenê ne. Lê cîhan tev bûne yek. Cîhan li dijî kurdan komkujiyê dike. Dixwazin kurd bê ziman, bê çand û bê ziman bijîn. Em wekî duh îro jî, li gel gelê Rojava yên ku ji bo ziman, çand û nasnameya xwe têdikoşin in.”

'DIXWAZIN KURD BÊ ZIMAN, BÊ NASNAME BIJÎN'
- Dibêjin bila kurd bi zimanê xwe neaxivin. Bi zimanê xwe perwerde nebînin. Dibêjin bila kurd teslîm bibin. Lê em destûr nadin ku gelê me yên li Rojava bê rûmet bijîn. Yên ku dixwazin kurd bê ziman, bê nasname bijîn em ji wan re dibêjin dest ji vê hewldanên xwe berdin. Rejîmê li Helebê kêmîn danî. Kemîneke bêbext pêk anî. Piştî şervanan xwe paşve kişand. Kurd qetil kirin. Yê ku peymana 10'ê Adarê bin pê kir, Şara û Şam e. Lê bila her kes baş zanibe ku heta yek kurd hebe dê vê dijminantdiya li dijî kurdan ji bîr nekin.”

BERSIVA BO ERDOGAN Û BAHÇELÎ
- Li aliyekî destê aştiyê dirêj dikin, li aliyê din komkujiyî dikin. Li Rojava qetil dikin. Dest ji vê dirûtiyê berdin. Dewlet Bahçelî qala yekîtiya qederê dike. Em dibêjin yekîtiya qederê wisa nabe. Yên ku kurdan dijmin dibînin nikarin qala yekîtiya qederê bikin. Erdogan dibêje qewm nexweşî ye. Ka qewmt. Hûn dibêjin rûmeta kurdan. Lê eger hûn qala rûmeta kurdan dikin, çima dema selefî û îslamîst serê jinên kurd jê dikin û wan dikujin, tu dengê xwe nakî?
- Kurd hezar sal in teslîm nebûn, ji niha û şûnde tu carî teslîm nabin. Hemû kesên dibêjin kurd bila bê nasname û statu, riyakar in. Li aliyekî hûnê bêjin xwişk û biratî, li aliyê din hûnê bibêjin bê nasname û statu. Êdî bes e. Aştî ji bo her kesî dide qezeckirin. Li Tirkiyeyê 25 mîlyon kurd hene. Kurd vê yekê qebûl nakin. Di vê saeta ku em civîna xwe dikin de êrîşî ciwanan dikin. Tu kes nikare vê xwinê ziwa bike û bişo.

BANG JI BO 50 MÎLYON KURDÎ
- Ez bang li 50 mîlyon kurdên li cîhanê dikim. Roj roja yekitiyê ye. Roj roja hevgirtin û tevgirtinê ye. Em dikarin bi piştevanî û yekîtiyê dikarin rê li pêşiya komkujiya van selefiyan bigirin. Li dijî kesên ku dixwazin kurdan tune bikin, bibin yek. 

BO BAHÇELÎ, JI TE RE ÇI KÎ KÊ TEMSÎL DIKE?
Bahçelî dibêjin HSD kurdan temsîl nake. Tu nikarî biryara vê yekê bidî. Tu kes destûr nade ku tu bibêjî kî kê temsîl dike. Ev ne erka te ye. Li rojava komkujî heye. Erka me ew e ku em vê komkujiyê rawestînin. Kurd diwazin wekî mirovan bijîn.
 

 

***

Nûçeya Eleqedar:

- 20'ê mehê, nûçe û agahiyên li ser Rojava...

 


 

Parve Bike

Youtube Me

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 07 2026

Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê

news
  • 13 07 2026

Serokê Saadetê çû serdana Demîrtaşî

news
  • 12 07 2026

Kraliyeta Brîtanyayê zora Kraliyeta Norwecê bir!

news
  • 11 07 2026

Helbestvan Ahmet Telli mir

news
  • 10 07 2026

Ji bo navê Kobanî çalakî li dar xistin

news
  • 10 07 2026

Kursa etnomuzîkolojiyê ya bi kurdî li benda serîlêdanê ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Ji bo guhdariya Quranê aplîkasyonek hat çêkirin

ad

Zarokên Mûsa Anter jî di grevê de ne

ad

Dosyayek balkêş 'Antî Kurdolojî'

ad

Heyeta ÎHD Û FÎDH li ser sînorê Rojava ye

ad

Deqe bi deqe bernamey Festîvaley Mûnzûrî

ad

'Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan?' tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

  • 19 07 2026
news

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

  • 19 07 2026
news

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

  • 19 07 2026
news

Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

  • 19 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname