logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
news-details

Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

  • Dîrok: 24/01/2026
  • Beş: Nûçe

Endamên Koma Berxwedan bi stran û peyamên xwe piştgiriya berxwedana Rojava kirin û got ku ew jî bi rihê seferberiya neteweyî li ser pêya ne û kî çi dike bila bike dê gelê kurd wê bi ser bikeve. 
Hêzên girêdayî Artêşa Ereb a Sûrî û çekdarên li pişt vê ji 6'ê mehê ve êrîşê  Rojava dikin. Li dijî van êrîşan kurd li serenserê Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û gelek welatên cîhanê dadikevin kolanan û van êrîşan şermezar dikin. Her wiha rewşenbîr, hunermend di nav de gelek beşên civakê jî bi peyamên xwe piştgiriya Rojava dikin. Endamên Koma Berxwedan jî bi stran û peyamên xwe piştgiriya Rojava dikin û êrîşên li dijî Rojava şermezar dikin.

‘Em her tim bi gelê xwe re ne’
Hunermendan bi vîdeoya ku belav kiriye re wisa dibêjin:

Hunermend Zozan berxwedana Rojava silav kir û got: “Em berxwedana gelê me ya li dijî dagirkeran, ji dil û can silav dikin. Em bi mîlyonan kurd in, em ne kurdê berê ne, em xelas nabin em tim li ser piyan in li dijî zilm û tehdeyê, em li ber xwe bidin. Em her tim bi gelê xwe re ne. Em berxwedana gelê kurd ji dil û can pîroz dikin.”

‘Em dengê xwe tev li dengê gelê xwe dikin’

Hunermend Xelîl Xemgîn jî wiha got: “Di vê pêvajoya seferberiyê de em wekî kedkarên Koma Berxwedan bi hemû endamên xwe dengê xwe tev li dengê gelê xwe dikin û helwesta xwe nîşan didin. Heta niha çawa ku Koma Berxwedan ji bo gelê xwe têkoşiyaye dê di vê pêvajoyê de jî ji bo banga neteweyî, serhildana neteweyî em her tim amade ne.”

‘Dinya jî li ber yekîtiya me rabe nikare hêza me bişikîne’

Hunermend Xemgîn Bîrhat jî diyar kir ku gelê kurd ê li Rojava 14 sal in ji bo hebûna xwe têdikoşe û wiha dom kir: “Bi taybetî ji 6'ê mehê ve nijadperestên qirêj, desthilatdar dixwazin têkoşîna gelê me ya li Rojava bifetisînin, gelê me yê berxwedêr gelê me yê têkoşer li rojavayê Kurdistanê li ber xwe dide. Em wekî hunermend piştgiriya vê têkoşînê dikin û em li cem gelê xwe ne. Dinya jî rabe li hember yekîtiya gelê me nikare hêza me bişikîne. Ji ber ku têkoşîna Rojava li cem gelê me yekîtiyeke neteweyî pêk anî. Bi bîr û baweriya me bi hêza çekdarên me bi rêxistina eniya me bi yekîtiya gelê me em ê bi serkevin. Berxwedana Rojava silav dikim. Her bijî berxwedana gelê me ya li Rojava.”

‘Bila dinya bizanibe em kurd dê serbikevin’

Hunermend Peywan Arjîn jî bal kişand ser berxwedana rojavayê Kurdistanê ku ji her çar aliyan ve ji aliyê hêzên navneteweyî û cîhadîst ve hatiye dorpêçkirin û wiha got: “Lê bila dinya jî bizanibe ku em kurd dê bi serbikevin. Dê tu kes nikare hîmê berxwedanê bişikîne. Ev berxwedana pîroz ku keç û xortên kurd li Rojava pêk tînin wê bibe kilîta azadiyê û avakirina Kurdistanê. Îro bi hîmê keç û xortan yekîtiya neteweyî li bajarê Qamişlo, Hesekê û Kobanî bi berxwedana şervanên me û gelê me li ser piya ye û dê pêk were. Ez berxwedana gelê me ji dil û can pîroz dikim. Silav ji bo berxwedana şervanên me. An serkeftin an serkeftin.”

‘Dema gelê kurd bibe yek dinya pê nikare’

Hunermend Cewad Merwanî jî bal kişand ser yekîtiya gelê kurd û wiha got: “Cara ewil e ku gelê kurd ji bo Rojava ji bo şehîdên xwe û ji bo xîret û namûsa xwe ew qas radibe ser piyan. Em vê berxwedana we bi hezar caran silav dikin. Em bi gelê xwe re ne. Ji bîr nekin ku li dijî van dagirkerên ku Kurdistan kirin çar parçe îro gelê kurd bûye yek. Dema gelê kurd bibe yek dinya pê nikare. Ez yekîtiya gelê kurd silav dikim. Hezar silav ji çapemeniya me ya gelê me agahdar dike jî. Em bi we re ne, em ê bi we re bin heta dawiyê jî em ê bi we re bin. Têkoşîna we keda we em şehîdên xwe giş silav dikin.”

Koma Berxwedan bi navê “Keziyên te” stranek jî amade kiriye û beşek ji vê stranê strî ye. Her wiha strana “Lêxin Birano” jî strî û komê bi van stranan piştgirî da Rojava.

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...


 

Parve Bike

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 09 2026

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

news
  • 15 09 2026

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

news
  • 14 09 2026

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

news
  • 14 09 2026

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

news
  • 12 09 2026

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

news
  • 12 09 2026

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Henek dibe Genek! Çima?

ad

Hilbijartinê ji Diyarnameyê bişopînin: Rûpela taybet

ad

Sempozyûmek li ser Girtîgeha Amedê

ad

'Bi helbestên xwe moral da gelê xwe'

ad

Ziman û rihê wergerê

ad

Newroz jî têde 5 tiştên nû li lîsteyê hatin zêdekirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname