logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Agahiyên li ser Rojava (29ê mehê)
  2. Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan
  3. Ji bo peymana HSD û Şamê kî çi got?
  4. Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê
  5. Di Lîga Şampiyonan de 8'ên tîm çûn jor û yên man play-offê jî diyar bûn
news-details

Şamê xwestiye Rêveberiya Kurdan bê rûxandin û Kobanî jî teslîmê wan bikin; kurdan biryara xwe da

  • Dîrok: 19/01/2026
  • Beş: Nûçe

Nûçeyên li ser Rojava...
Tiştên îro dewimîn/diqewimin...

...Ev nûçe tê nûkirin...


ŞÊX XEZNEWÎ: BILA DESTÊ XWEDÊ LIGEL WE BE
Alimê kurd Dr. Şêx Murşîd Xeznewî li ser hesabê xwe peyamek belav kir û got, "Gelê min e mezin, herêma Rojavayê Kurdistanê biryara berxwedanê daye. Wekî her gav têkoşîna ji bo rûmetê ye. EZ, ez tenê ji gelê xwe şexsek im. General Mazlûm, ligel me bimeşe, bila destê Xwedê ligel te be. Ya bi rûmet bijî, yan bi şeref bimire."
*
Graham: Ez bawerim em deyndarê kurdan in
Senatorê amerîkî Lindsey Graham vê êvarê saet 10.33 de li ser hesabê xwe yê X'ê peyamek din belav kir û got, "Wekî niha rêberê hikumeta Sûriyeyê Ahmed El Şara dike, hûn nikarin bi quwetê leşkerî Sûreyeyek yekbûyî çêbikin.
Tevgera hêzên hikumeta Sûriyeyê ya li dijî endamên HSD'ê talûkeyeke mezin e. Ez bawerim Kongre di kurtedemê de dê agahiyê li ser vê bixwaze. Baweriya min ev e.
Wekî encam, di serdema yekem a Serok Trump de yên ku li sehaye DAIŞ têk birin endamên HSD'ê bûn. Bi ya min em deyndarê wan in."
*
DEM PARTÎ civîna xwe li Nisêbînê li ser sînor saz dike
Ofîsa Çapemeniyê ya DEM Partî biryar wisa ragihand,, "Sibê (20'ê mehê) Civîna Koma me cihê wê guherî ye. Civîna Koma me ji dêvla Meclisa Tirkiyeyê emê li naçeya Nisêbîna Mêrdinê çêbikin. Hevserokên me Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimoglullari wê beşdar bibin. Saet 13.00, Cih Midya Yolu Cad. Demiryolu Kavşagi."
Di peyamê de hatiye gotin ku ji cihê kombûnê heta Parka Sînor dê meş çêbibe,, civîn li Parka Sînor bê sazkirin.
*

Yusuf: Mazlum Abdî daxwaza Şara qebûl nekir
Endama Konseya PYD'ê Foza Yûsif ji bo Rûdawê got, "Hevdîtina di navbera Mazlum Abdî û Ahmed El Şara de baş derbas nebûye.
Yûsif got, "Şam ji me dixwaze ku em her tiştê Rêvebiriya Xweser birûxînin û radestî wan bikin. Her wiha ji me daxwaz dikin ku em bajarê Kobaniyê radestî wan bikin.” 
Yûsif wekî din wisa gotiye: "Girtiyên DAIŞê yên li girtîgeha Şedadê hatine berdan û niha DAIŞî êrişî me dikin.”
Foza Yûsif derbarê rewşa meydanî de hişyarî dan û got ku bajarê Kobanî niha hatiye dorpêçkirin, hêzên me li ser sînorê Eyn Îsayê ne û parastina herêmê dikin.
Endama Desteya Konseya PYD'ê Yûsif di dawiya axaftina xwe de helwesta Rêvebiriya Xweser bi van gotinan diyar kir: “Biryara me berxwedan e. Em şer naxwazin lê heke êrîş hebin, em dê bi her awayî xwe biparêzin.”
*

WEZÎRÊ EREB Ê SÛRÎ TEHDÎD KIR: EM NAHÊLIN EL-CEZÎRE ÇÊBE
Wezîrê Enformasyone yê Sûriyeya Ereb Mistefa El Hemze vê êvarê li ser X'ê re peyamek belav kir û got, "Em nahêlîn El-Cezîre çêbibe. El-Cezîrê parçeyeke Sûriyeyê ye."
Wezîrê ereb gotiye, "Di navbera salên 1925-1930 de bi navê "Wîlayeta El-Cezire" hebûneke û herêmeke cuda çebû. Em qebûl nakin."
Wezîrê ereb gotiye, "Em zarok û hemwelatiyên Sûriyeya yekbûyî ne û çend sal derbas bibe jî, rewşa qadê û siyasî çiqas biguhere jî em destûr nakin ku El-Cezirî çêbe, ev der parçeyeke Sûriyeyê ye."
*
LI STENBOLÊ ÊRÎŞÊ ÇALAKGERAN KIRIN
Li parka Sarigaziya Stenbolê û li Sancaktepeya Stenbolê DEM Partî dixwest çalakî bo Rojava li dar bixe, lê polîsan êrîş kir. Li her du cihan gelek kes hatine binçavkirin.
*

'GER HÛN DIXWAZIN BI SENATOYÊ RE PEV BIÇIN WISA BIDOMÎNIN'
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham vê êvarê (saet 19.55)peyameke din belav kir û got, "Ger hêzên hikumeta Sûriyeyê ber bi bakurê Reqayê ve herin, ji bo Zagonên sezarê girantir bibin ezê zor bikim."
Graham gotiye, "Wisa diyar e li Sûriyeyê kes guh nade min yan jî rayedarên din ê hikumeta DYA'yê. ev yek wisa bidome ne tenê emê zora razemanî deynin ser wan, di heman demê de têkiliya di navbera DYA û hikumeta Sûriyeyê de wê bi temamî derbe bixwin. Ger hûn bawer in ez jixwe ber van dibêjim, wisa dewam bikin."
Senotor Graham gotiye "Min kir ku li hemberî hikumeta nû adil bim lê wisa dixuye ev yek paşguh kirine" û wisa gotiye, "Ger hûn dixwazin ligel Senatoya DYA'yê pevbiçin û zirarê bidin têkiliyên DYA-Sûriyeyê, wisa bidomînin. Ger hûn dixwazin têkiliyê rizgar bikin bisekinin û vegerin cihê xwe. Ez hêvî dikim hûnê hilbijêreke rast bikin."
*
ÊRÎŞÊ EYN ÎSA DIKIN, TALÛKE LI SER KOBANÎ YE
Artêşa Ereb a Sûriyeyê niha jî êrîş birine ser Eyn Îsa. Eyn Îsa di navbera Hesekê û Kobanî de ye. Di heman demê de rêya M4 ji wir derbas dibe. Ger Eyn Îsayê dagir bikin, têkiliya Hesekê û Kobanî dê qut bibe.
Li aliyê din, li herêmên din jî bajarên Rojava di bin êrîşan de ne.
*

LI WAN Û AMEDÊ POLÎSAN ÊRÎŞÊ GEL KIR
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê xwest ji bo Rojava meşek li dar bixe. Gel li ber Şekerbankê hat ba hev û xwest ber bi Kolana Hunerê ve bikeşe lê polîsan destûr neda û êrîşê gel kir. Hevşaredarên Wanê yên kayûm şandine cihê wan Abdullah Zeydan û Neshilan Şedal jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Li Amedê jî gel li Parka Koşuyolu hat ba hev û xwest ber bi Deriyê Çiyê ve bimexe. Ligel hewdanên mebûsê DEM Partî yên ligel polîsan jî destûr nedan wan ku bimeşin. Komek xwest barîkatên polîsan derbas bikin, polîsan bi gazên çavsotîner êrîşê wan kir.
Li Batmanê jî gel xwest ji bo Rojava bimeşe lê polîsan pêşî li wan girt; hinekan barikat derbas kirin, hinek man.
*

DAIŞ'î ji Kampa Holê reviyan
Endamên DAIŞ'ê ku ligel malbatên xwe li Kampa Holê bûn, vê sibê ji kampê reviyan. 
Li aliyê din HSD'ê eşkere kir ku li Girtîgeha Şedadi qontrol ji dest wan çûye. Ev der li bayûrê Hesekê ye û bi hezaran endamên DAIŞ'ê têde ne.
Li Reqayê jî êrîşê hêzên HSD'ê dikin û talûkeya endamên DAIŞ'ê ji girtîgeha El Aktan a Reqayê birevin.L

*
Graham: Gelek pirsên min hene
Senadorê amerîkî Lindsey Graham li ser rewşa dawî peyamek belav kir û got, "Bi salan e, em ligel HSD'yê ku piraniya wan kurd in, ji bo têkbirina DAIŞ'ê xebitîn. Yek ji berjewendiyên sereke yên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê, hevkariya me ya bi HSD'yê re bû."
Graham got ku gelek metirsiyên wî hene û hin pirs kirin. Di pirsa yekem de dibêje ji bilî Tirkiyeyê ligel şirîkek herêmê ev peymana şerawestinê hate gotûbêjkirin an na? Di êrîşên dawî yên li ser axa kurdan de hêzên tirk jî têde cih girtin yan na? Li gor peymanê di pêşerojê de wê hêzên tirk ji li herêmê bene bi cih kirin yan na? Pirsa dawî, berî ev Peyman bê muzakerekerin ligel Îsraîlê du kordînasyon hat çêkirin, keda Îsraîlê di vê peymanê de heye yan na?
Senator Graham di peyamê de dibêje yek ji berjewendiyên DYA'yê yên li sûriyeyê ew e ku têkbirina DAŞI'ê û şirîkatiya me ya ligel HSD'ê ye ku dijî DAIŞ'ê dertê. 
Graham dibêje bi salan e ji bo DAIŞ'ê em dûr bigirin ligel HSD'ya ku ji kurdan pêk tê em ji nêz ve dixebitin. Loma jî li ser vê peymanê ji bersivan zêdetir pirsên min hene. 
Senator Graham diyar dike ku ew yek ji senatorên nêz e ku têlikî ligel HSD'ê datîne û di kurtedemê de li benda bersivan e.

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê banga lezgîn kir
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê banga lezgîn ji bo koçberên Heleb, Reqa û Tebqayê kir.
Komîteyê piştgiriya xwe ya ji bo koçberên li van deran ragihand û got, "Koçber di nav şert û mercên dijwar de ne. Emê piştgiriya wan bikin."

*

EHMED: NÛÇEYÊN DERBARÊ KOMKUJIYA HESEKÊ DE BÊ BINGEH IN
Li ser platformên medyaya dîjîtal dîmenên bê bingeh tên belavkirin. Di van dîmanan de tê îdîakirin ku li Kantona Cizîre komkujî hatine kirin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed  li ser mijarê bi ser hesabê xwe yê X'ê de got: "Hemû nûçeyên der barê ‘Komkujiyên Hesekê’ de bê bingeh in û ji aliyê hêzên dijmin ve tên belavkirin."
Îlham Ehmed diyar kir ku bi van hewldanan hewl didin agirbestê binpê bikin, di nava eşîran de rageşiyê zêde bikin û êrîşên xwe yên li dijî Hesekê û Kobanî ji nû ve bidin destpêkirin. Em pabendiya xwe ya bi agirbestê û yekîtiya hêzan piştrast dikin.”

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

diyarname podcast#Romaneke nû 'P.Z 40' derket#welatdilken#diyarname20salîye

news

diyarname podcast#diyarname #news #nûçe #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #podcast #

news

diyarname podcast #Tawanên Enfalê di pêşangeheke wêne û belgefîlman de tê nîşandan #pirtûkênkurdî #

news

diyarname podcast 5 #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast@ #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film#diyarname20salîye

news

Dîmenên ji îro...

news

diyarname podcast #diyarname #pirtûk #books #barackobama #booktok

news

Hejmarek taybet li benda we ye

news

diyarname podcast#nûçe #çandhuner #diyarname #pirtûk #books #pirtûkênkurdî #pirtûkênkurdî #film

news

Di xwendina pirtûkan de 13 saniye û 49 saniye

news

Meseleya 'Kêmîna Mykonos' û bûyera Dr. Sadiq Şerefkendî

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 30 01 2026

Balyozê Îsraîlê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Berlînê kir

news
  • 30 01 2026

Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê

news
  • 30 01 2026

Nadiya Mûrad li NY'yê daxwaz kir: Bila Şengal û Kobanî bê parastin

news
  • 30 01 2026

Ji bo peymana HSD û Şamê kî çi got?

news
  • 30 01 2026

Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan

news
  • 29 01 2026

Agahiyên li ser Rojava (29ê mehê)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
news

Dilê min di nav refên tozgirtî de ma

  • Hogir Berbir
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
news

Rexneya rexneyê

  • Omer Dilsoz
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Şewa Şiîranê Kirmanckî virazêna

ad

Deriyê Til Koçer bi awayekî fermî vedibe

ad

Ji Ewropayê piştgiriyek ji bo boykotê

ad

Li 5 lîgên mezin ên Ewropayê lîg kengê dest pê dikin?

ad

'Di rêveberiyên herêmî de xweserî tê wateya jiyana azad'

ad

Şopa zengilê dil

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Agahiyên li ser Rojava (29ê mehê)

  • 29 01 2026
news

Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan

  • 30 01 2026
news

Ji bo peymana HSD û Şamê kî çi got?

  • 30 01 2026
news

Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê

  • 30 01 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname