logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Kanyona Giyadînê

Dema behsa Kanyonan tê kirin, berê kanyonên Arîzona ya li Amerîkayê tê bîra mirovan, ji ber ku wan ew bi cihanê daye nas

  • Dîrok: 25/03/2022
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Melîk Aykoç

Dema behsa Kanyonan tê kirin, berê kanyonên Arîzona ya li Amerîkayê tê bîra mirovan, ji ber ku wan ew bi cihanê daye nasandin, bes gelek kûr û asê ye. Lê tu kes kanyona Çemê Asî / Mûradê nas nake. Hela em kurd hîç nas nakin. Ev kanyona ku wekî kanyona Îhlarayê jî tê nasîn, bercişeke xwezayê ya li Gihadînê ye. 

Kanyon bi qasê 700 / 800 metreyan li başûrrojavayê navenda bajarê navçeya Gihadînê ye, bi qasê 3 - 4 kilometre dirêj dibe.

Kurahiya wê li ser rêjeyeke 60 metreyan e lê cih bi cih hetanê 80 / 100 metreyî bilind dibe. Newala kanyonê li hinek cihan wekî çovîgan gelek fire dibe, li wan çovîgan bostan û avadaniyên cuda hene, cih bi cih jî teng mîna zuxrekê teng û asê ye. Baxirên kanyonê li hinek cihan rê bide jî, bi piranî gelek tîk bilind dibe: Hin berpalên baxirên kanyonê di pêvajoya salan de herifiye û wekî sewkî pêk hatiye, ev jî rengekî hê xweşiktir dide kanyonan.

Giyadîn û kanyona xwe 50 kilometre li başûrê navenda parêzgeha Agiriyê, çehl û rasteya navçeya Giyadînê li ber pêşa şaxên çiyayê volkanîk Tendûrekê ye. Anegorî agahiyên berdest ev kanyon ji ber lavayên çiyayê Tendûrekê yên ji bazaltê hetanî vir herikîne, pêk hatine, hin zanyar dibêjin; ev ji bandora atmosferîk wekî newaleke morfolojîk pêk hatiye û newaleke gelek kevin e. Çemê Mûradê jî di pêvajoya salan de her çûye ew kûr û berfireh kiriye. 

Di vê newala kanyonê de her cure giha, dar û hêşînahî heye. Tê de hin şikeftên bi destên mirovan hatine teraştin û kolan jî hene. Tê gotin, mirovên berê di vê newala kanyonê de, hem xwe ji serma zivistanê û hem jî, xwe ji lawirên hov parastine. Mixabin ku hê antropologan li van şikeftan nekolaya û agahiyên zanistî nehatine belav kirin. Yanê ew jî li benda me xwediyê xwe ye û teqez dixwaze ku xwediyên wê, wê ziyaret bikin.

Bi zivistanê re her derê kanyonê xwerû jî cihên av ji jor ve di baxirên kanyonê de diherike newalê, dicemide qeşa û zemzîlkên bi metreyan dirêj digirin û bi wê dîmenekî giyana mirovan celb dike, derdikeve holê. Gelê heremê berê li vir bi xizag û kaşokan xwe xîş kirine. Niha jî hin sazî wê vê wekî cihê spora zivistanê bi kar tînîn. Her wiha Çemê Mûradê jî, li vir qeşayeke qalind digire, mirov dikane li ser sporê bike.

Biharan li herêmê berê kulîlkên ji her rengî û çîçegên darên meyweyên li vir bi rengê cuda dipelqijin û dîmenekî tabloya xwezayî pêk tîne. Ligel wê gelek gihayên wekî siping, sîrim, gulik û heta riwês jî di vê kanyonê de heşîn dibin. Bi germê re her reng, pilpilîn û pembelûsk jî bi rengê xwe vê newalê dixemilînin. 

Li gundê Melêqer ê li başûrê Giyadînê li ber pêşa  çiyayê Eledaxê zêr derdikeve. Niha dixwazin zêrên ji wir derdikevin talan bikin.

Dibêjin, kesên nêzîkê serkariya heyî ew îhale girtine. Herêm jî kirine bin kontrola leşkerî da ku tu kes hewldana derxistinê neke. Li herêmê kana mermerên bi rengên cuda jî heye. Me behsa kevirê oksîdenê jî kiribû berê, ku ta di dema Xaldiyan de hatine derxistin.

Dewelta Tirk niha hem vê kanyona Giyadînê hem jî ev heremên bi dewlemendiya medenan bi saziyên dewletê desteser kirine, xwerû jî bi aliyê wezareta hawîrdor û bajarwaniyê ve ev kanyon wekî herêma SÎT hatiye ragihandin. Li van herêman tevger bêyî van saziyan nabe. 

Ev kanyon û germikên Giyadînê niha di nava lîsteya mîrateya cihanê ya UNESCO’yê de ne. Em hêvî dikin ku wekî mîrateya mirovahiyê were ragihandin. Lê berî her tiştî divê em xwedî lê derkevin. Em ê di hefteya pêş me de jî li ser kelehên herêmê yên di serdema Xaldiyan de hatine lêkirin, rawestin. Hetanê wan nivîsan bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Aykut Kocaman: Min nedixwest em wisa tûrê derbas bikin

ad

Van BB bi ser ket, Amed Spor, Diyarbekir Spor, Sîîrt têk çûn

ad

Kurd koleyên Biratiya Îslamê ne

ad

Şanoyên Stenbolê saetên lîstikên guhartin

ad

Fotoyên ji Newroza Amedê

ad

Jinên BDP'yî Kermesek ji bo Rojava sazkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname