Diyarname
Endamên Meclisa Jinan a BDP'ê roja 18'ê mehê li ber Lîseya Galatasaray kermesek ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê li dar xistin. Jinan xwarinên cur bi cur wekî mehîr, kofte, kilor, sarma, her wiha hin cureyên şîrînî amade kirin û pêşkêş kirin. Her wiha di kermesê de hin berhemên neqşîn ên bi destan hatine çêkirin jî di kermesê de cih girtin. Gelek kesên ji kolanê derbas dibûn eleqe nîşanî kermesa jinên BDP'yî dan. Her kesê tiştek dixwar, an dikirî li gor butçe û dilê xwe pere diavêtin sindoqa li ser maseyê hatibû danîn. Pereyên hatin berhevkirin dê ji bo alîkariya Rojava bêne bikaranîn.


