logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Şîna hespên serhildêran

  • Dîrok: 08/10/2024
  • Beş: Serbest

___Azad Dilwar___

Selîm Temo bi zimanê serdestan dest bi nivîsîna berhemên wêjeyî dike, bi çar pirtûkên xwe yên helbestan dibe olanek post-kolonyal di zimanê tirkî ya serdestan de: “Ah tamara” (1995), “Kirgin Nehîrler” (1996), “Ugultular” (2000), û hêjayê gotinêye ku were bibîranîn, di bin navê “Jubîle”yê de helbestên berhevkirî yên ji sê pirtûkan pêk tên, di sala 2011’an de hatibûn çapkirin. Helbesta “Jubîle” rûbirûbûna rastiyek tûj û xatirxwestineke bi zimanê tirkî re ye, ku:

“Divê rastiya xwe bêjim ey helbesta Tirkî

Ne min tu himbêzkir, ne jî te ji min hezkir

Ji bo serdestkirinê hespê te yê bê gem

Divê ez bi bayê werim bibîranîn

Ji xwe û herwiha navê min di ferhenga te de tê naskirin

Kesekî ji komeke li rojhilata navîn im“

Û di berdewamiya helbestê de:

“li vir rê ya me ji hev vediqete “turkçecîgîm”

Ji bo palandinê bakirina baskên ber bi asmîn ve

Carek ber bi rastî ve, carek ber bi çepî ve dema tê girêdan serserî

Ez siya serhildêrek im tu dizanî

Êdî ji yên serdestê xwe re jî li hev nayêm”

Helbestvan vegerekî antî-kolonyalîst (dij-mêtîngehî) pêş ve dibe û di zimanê wêjeya xwe de şoreşek pêk tîne; ku hişmendiya kurdî ya xwe bi xwe de-kolonize dike. De-kolonizekirin bi avêtina nêrîneke ji dil li ser rewşa me ya belengaz ku bi peyvên vekirî were qal kirin; reçetaya rizgarkirina zimanê me bi xwe ye. Tevgera de-kolonizekirin divê pêşî bi rewşenbirên kurd û pê re jî bi hemû kurdên ku xwendin û nivîsê li dibistanên mêtingehan fêrbûne, ku ev beşek gelek mezin e, yanî mimkûn e ku ji sedî 80’yî civakê pêk bîne, dibe sedemê asîmîlîsyoneke pir bi lez, ev jî ji aliyek ve berpirsê windabûna zimên bi xwe ne, ku piştî dezgehên asîmîlasyona dewleta serdest hêzeke xurt e, ger ew hişyar nebin û li xwe venegerin. Zimanê me yê dayikê diêşe û li ber çavên me hemûyan ber bi windabûneke tarî ve demê dilezîne, ku bi taybetî li Bakur di pêlên bêdengiya har de ber bi tunebûneke xedar ve diçe û em di encama trajîk de rû bi rû dibin.

Bi peyvên kurdî: divê rewşenbir û beşa herî mezin a civakê mejiyê xwe ji qirêjaya mêtîngehiya serdestên tirk paqij bikin, li xwe vegerin, bi zarokên xwe re kurmancî-zazakî bipeyîvin. Naxwe em gunehkar dibin, emê nikaribin bersiva civaka xwe ya pêşerojê bidin û dê tu carî nikaribin ji sîtema ku li zimanê me tê kirin, rizgar bin. Selîm Temo vegera xwe ya ber bi kurdî ve di helbesteke ji pirtûka xwe ya ji “Keştiya Bayê” de wiha mizgînî dide:

“ez êdî amade me ey Kurdî

min malişt mêjiyê xewnê ji tengesebra sedsalan

weke hemû xemxwaran bihewînim di hundirê xwe de

hişyar bikim miriyekê di demê de raketî“

Wekî ku Temo ji 2011’an heya 2023’yan di lêgerîna peydakirina gotinek de be û vê jî di helbesta bin navê “Gurûz” de, ku di pirtûka “112 hesp û xezelek” de hatiye nivîsandin û bi vê tîrek diavêje nav dilê kolonyalîzmê, ku ev tîr wiha tê xwendin:

“Bila Selîmê Temo sed sal şûn de me hişyar bike.”

Di gelek helbestên li ser 112 hespan de em rastî wesiyeta hespên dil êş û melûl dibin, ku pirs li du pirsan tê galegalkirin.

Helbestvan Selîm Temo vê gavê û demeke ji piştê destpêka cûntaya tirkan a 2016’an vir ve li Parîsa “kumsor” dijî, ku ji aliyê helbestvan ve wiha tê binavkirin, ev di despêka helbesta “Xezela sim û pîkolan de” derbaz dibe:

“Şîna hespên serhildêran”

Bawer dikim hemû ajelên welêt di şahidiya tunekirinê de tekane zindiyên xwezayê ne, bi kul in; êş û elemên bê dawî de ew jî mîna me di bin bindestiya qolonyalîzma ku nayê tarîfkirin de, ku nehatiya bi nav kirin de dijîn û tên tunekirin. Vêca hespên serhildêran, ji nêv van hemû ajalên xwezayê de yên herî cefakar, kedkar, ne tenê barhilgirên barên ku serhildêrên xwe li ser pişta xwe dikişînin, her wiha şirîkê travmayên me ne.

Selim Temo ziman li hespên serhildêran peyda kiriye û dema ew bipeyîvin, tenê digrîn, digazin, hawar hawara wan e û vê hawarê mîna dengbêjek têrkul û têrelem dihûnîne şîna li dû siwarên xwe ji hespên ku hingê siwarên xwe bara qolînyalîzma sedsala 19 û heya nîva 20’an hilgirtiye, qal dike. Hespên ku di ristên helbestê de pêl ji mirina serhildêrê xwe re digrî, pêl bêhêvî mîna risteya helbesta di bin navê “senem” de, ku pir zelal digazîne: “dahatû tune, rabirdû tune lê kêlî hene ji îro pê de”. Û di dawiya vê helbestê de bi dengek melûl diaxîne “ez ê li mêrgeke şewitî li dengê hestiyên xwe binêrim”.

Em ne tenê şikestin û şîna hespên ku di şahidiya mirina siwarên xwe de diperpitin, dibihîsin, ku qêrînên berxwedanê jî xwe bi daxwaza hêviyên xurt ên hespên trajedîkêş ve girê didin. Bi mînakeke din ji helbesta “Gulê”: “îca ne dikarim kuştî berdim û ne jî dikarim xwe bikujim” dem paş ve dixîne, bi hêviyek fûturîst gotin teslîmê hespa “Gurûz” dike, ku jê: Bila Selîm Temo sed sal şûn de me hişyar bike”, diqîre. Gelo nîşana hêviya rizgariyê ye, ku dê dem were, di wê de azadî nêzîktir bibe ye? Mirov dikare bêje, ku her hespek serpêhatiyên xwe di nêrîna helbestvan Temo de wisa dihûnîne; ku tê de ji kambaxiya windakirinê heya tolhildanê û ji vê ciyê jî bi têrhêvî heya rizgariya welêt demê nîşan dide?

Selîm Temo di pirtûka xwe de êşa welêt ji “bîranînên” hespên serhildêran radigihîne me, ku em îroya xwe di wê wêneyê de dibînin û temaşe dikin. Her wiha helbestvan Temo peyv ji hespên serhildêran digre; û birîn, hêvî, derman, keser, êş, kul û elemên me di xezela xwe ya “Sim û Pîkole” de mîna kitêlên xalîçeyek, çawa li ser tevnê tê hûnandin, diristîne. Bi vê pirtûka helbestên Temo mirov digrî, kulên xwe kurtir dike, derman dike, lê kew nagire û di gel her tiştê me ber bi hêviyeke xurt ve dikêşe.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pêşbaziya Şerzan Kurt dest pê kir

ad

Ji Amed Sporê Akçan jî çû

ad

Di "Tasa Seferê" de çi heye?

ad

Hevaltiyeke wisa jî heye: Clooney mîlyon dolar diyarî hevalên xwe kir

ad

Kaban: 'Ev tablo derbirîna hestên min in'

ad

Klîba Hefteyê: Ji Meral Tekçî 'Min gul diçinî'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname