logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
news-details

Şerawestin ji bo 15 rojan hat dirêjkirin (Rojava, agahiyên îro)

  • Dîrok: 24/01/2026
  • Beş: Nûçe

24'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

...ev nûçe tê nûkirin....

 

 

HSD'ê li ser şerawestinê daxuyanî da
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser şerawestinê daxuyaniya nivîskî weşand û eşkere kir ku şerawestin ji bo 15 rojan hatiye dirêjkirin. HSD'ê got, "Em radigihînin ku bi hevkariya hezên navneteweyî şerawestin hatiye dirêjkirin. Hezên me dê li gor vê tevbigerin. Ev yek jî dê bike ku xirecir kêmtir bibe, sivîl bêne parastin û ji bo îstîkrarê merc çêbibin."
*

Şerawestin 15 rojan hat dirêjkirin

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand li ser hesabê xwe ragihand ku şerawestin ji bo 15 rojan hatiye dirêjkirin.
Wezaretê wisa got, "Ji roja 24'ê mehê saet 23.00'an heta 15 rojan hatiye dirêjkirin. Ev şerawestin ji bo DYA girtiyên DAIŞ'ê ji girtîgehen HDS'ê bi rehetî bibe Iraqê hatiye dayîn."
HSD'ê hê daxuyaniyeke fermî nedaye.
*

Dengên ji Katalonyayê bo Rojava
Mebûsê Junts per Catalunya yê bi navê Francesc de Dalmases i Thio duh peyamek belav kir. Wî got ku li hemberî kurdan komkujî tê kirin û wisa bang kir, "Em wekî katalan û wekî ewropayî emê nebin şirîkê vê komkujiyê". Partiya wî CUP li Parlemena Katalonyayê bi 32 mebûsan partiya duyem e.

Îro jî Platforma Yekîtiya Gel a (Candidatura d’Unitat Popula - CUP) îro daxuyaniyeke li ser Rojava belav kir. 
CUP ku li Meclisa Katalonyayê çar mebûsên wan hene di daxuyaniyê de xwest Rojava bê parastin.

*

HSD: Şam amadehiya êrîşê dike
Lige ku agirbest heye jî li Rojava rewş ne aram e. HSD'ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk) daxuyand ku hikûmeta Şamê bi awayekî sîstematîk amadekariyên leşkerî dike.
HSD'ê got ku îro du caran êrîşên Hezên wan hatine kirine. HSD'ê bangî raya giştî ya navneteweyî kir hewldanên lezgîn bikin.

*

KURDÊN LI ALMANYAYÊ LI SER PIYAN BÛ
Îro li gelek bajarên Almanyayê kurd û dostên kurdan ji bo Rojava li ser piyan bûn. Bi deh hezaran kesî li kolanan bûn.
Li bajarên Koln, Hamburg, Leverkusen, Aachen, Heilbronn, Munster, Saarbrucken, Wuppertal, Dresen û li Lubeckê bi deh hezaran kes li kolanan bûn. 

*

DEM Partî: Dorpêça li ser Kobanê bi dawî bikin
Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari îro ber êvarkî daxuyanî dan çapemeniyê.

Hatimogullari ligel heyetê çûbû Rojava, hevditin kiribû, di daxuyaniyê de qala vê hevdîtinê kir. Bakirhan jî li ser çalakiyên wan ên li bajarên kurdan li dar xistibûn axivîn.
Va ne çend notên ji vê daxuyaniya Hevseroken DEM Parti:

- Kobanî di bin dopêçê de ye, vê dorpêçê rakin. Em dizanin kî vê dorpêçê dike; gere ev rabe, elektrîka Kobanî bê berdan. Divê raya giştî ya dinyayê deng derxe.
- Hemû êrîşên dijî sivîlan bê şert û merc gere bêne rawestandin. 
- Dorpêça der-însanî ya li ser bajarên kurdan divê bene rakirin.
- Di serî de Tirkiye, divê koridora însanî veke. Av, pêdivî, tiştên lazim divê bêne gihandin. Divê pêşî li kesên dixwazin alîkarî bikin jî neyê girtin.
- Divê muzakere û şerawestin bidome, her kes ji bo vê yekê tevbigere.
- Divê dawî li kirinên qirêj yên li hemberî kurdan bînin.
- Ji Hewlêre heta Qamişloyê, divê yekîtiya kurdan bê sazkirin. Ji ber ku li her derê kurd di bin tehdîdê de ne. Kurd êdî bê nasname, bê statu naxwazin bijîn.
- Vê zilmê, vê tarîtiya li ser Rojavayê rakin.

*
LI STENBOLÊ ÇALAKÎ Û BINÇAVKIRIN
Li ber Metroya Aksarayê gelek kes din bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de hatin ba hev û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin.
Hevserokê DEM Partî yê Stenbolê Çinar Altan li vir got, "Nêzî mehekê ye em dibinin çi qanûn e, çi derqanûnê ye. Şerawestin tê kirin, hin lihevkirin çêdibin lê li wir qanun ne li ser kar e. Li cihê ku qanûn tune be li wê derê berxwedan maf e. Em jî ji bo vê dimeşin."
Piştî daxuyanî hat dayîn, polîsan hin kes girtin bin çavan. Hevserokê DEM Partî yê Stenbolê Çinar Altan jî têde dor 70 kesî hatine binçavkirin.
*

EHMED: JI BER DU SEDEMAN HEWLDANÊN DIRÊJKIRINA ŞERAWESTINÊ HENE
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Birêvebiriya Xweser Îlham Ehmedê ji bo Rûdawê gotiye,"Ji ber du sedeman helwdan ji bo dirêjkirina dema rawestandina şer hene. Yek ji wan li ser daxwaza Amerîkayê ji bo veguhastina girtiyên DAIŞ'ê bû.
Ya duyem jî, ji bo ku em bigihîjin çareseriyê, dê li gel Şamê guftûgoyên zêdetir werin kirin." (Ev saet 15.05'an de hatiye belavkirin. Rûdawê gotibû "Şerawestin hat ragihandin". Paşê nûçe Nû kir û got "Hewldan hene". Saet 15.45.)
*

îdîa: Dema Agirbestê Hat Dirêjkirin
Li gor agahiya hatiye belavkirin, li gor lihevkirina bi hikumeta Şamê re dema agirbestê hatiye dirêjkirin. Ji bo çend rojan hatiye dirêjkirin ne diyar e, lê  îdîa ew e ku ji bo mehekê şerawestin hatiye dirêjkirin. Di vî warî de tu agahiyên fermî nehatine belavkirin.

*

Ji Bijîşkan daxwaza vekirina konê tenduristiyê li ser sînorê Sêmalka
Bijîşkên Xwebexş ên Silêmaniyê bang li hikûmeta Herêmê kirin ku ji bo bikarin welatiyên Rojavayê Kurdistanê derman bikin di vekirina navendek tenduristiyê li ser sînorê Sêmalka de alîkariyê bikin.
Bijîşkan daxuyanî dan. Dr Rewa Ebdulrehman li ser navê bijîşkan daxuyanî xwend û got got: “Me wekî bijîşk sond xwarine ku xizmeta mirovahiyê bikin. Ger ev xizmet ji bo gelê me pêwîst be, çi dikeve ser milê me, em ji bo xwe erk dibînin. Emê di warê tenduristiyê de piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin. Em bang li hikumeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar dikin ku di dabînkirina pêdawîstiyên tenduristiyê ji bo Rojavayê Kurdistanê de alîkariya me bikin.”
*

NEXWEŞXANEYA KOBANÎ BANGA DAYÎNA XWÎNÊ DA
Xebatkarên tenduristiyê yên Kobanî diyar kirin ku pêdiviya wan a lezgîn bi xwînê heye. Xebatkarên tenduristiyê bangeke lezgîn li şêniyan kir ku biçin Nexweşxaneya Aykûr û xwînê bidin birîndaran.
*

ÎHD'ya Stenbolê: Divê mafê gelê kurd bê naskirin
Şaxa Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li Qada Şîşhaneya Beyogluyê daxuyanî da çapemeniyê. Seroka ÎHD'ya Stenbolê Jiyan Tosun daxuyanî xwend û got, 
- Di sala 2014'an de DAÎŞ'ê êrîşê Kobanî kir. Wê demê hêzên kurd êrîşan tek birin. Li dijî berxwedana Kobanî DAÎŞ tune bû. Piştî HTŞ hat ser desthilatdariya Sûriyeyê, êrîşê gelê elewî, durzî û kurdan kir.
- Ji bo şer bê rawestandin divê mafê gelê kurd bê naskirin. Divê li Sûriyeyê desthilatek demokratîk bê avakirin. Ev desthilatdar dê bandorî Tirkiyeyê jî bike. Divê tu kes li dijî êrîşan bêdeng nemîne.”
*

BERHEM SALIH: EM ÇAVDÊRIYA REWŞA SÛRIYEYÊ DIKIN

Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed çû serdana Serokê Komîteya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî  (UNHCR) Berhem Salih.
Ehmed pîrozbahî ji bo karê Salih kir û li ser rewşa kurdan jî axivî. Li gor agahiya ku Rêber Ehmed daye Rûdawê, Berhem Salih gotiye, "Em çavdêriya rewşa Sûriyeyê dikin. Em hêvî dikin aramî pêk were û dan û standinên me bi aliyan re berdewam dikin."
*

JI 3 BAJARAN BER BI HESEKÊ VE KETIN RÊ
Ji bajarê Qamişloyê bi seran kes bi konvoyan ber bi Hesekê ku berxwedan li wir li dar e ve ketin rê. Li ser rê dê ji Amûdê û Dirbêsiyê jî gel beşdarî konvoyê bibe.
*
Li Kobanî 4 zarok ji ber sermayê mirin
Hevseroka Heyva Sor a Kurdistanê Hediye Abdullah ragihandiye ku li Kobanî 4 zaroka ji ber sermayê cemidîne û mirine.

Endamên HTŞ-DAIŞ'ê dor li Kobanî pêçane. Elektrîk û ava Kobanî hatiye birin. Sotemenî nema ye. Gelê li Kobanî di nav zehmetiyê de dijî. Bi ser de jî berfê xwe lê barandiye îsal. Abdullah ji bo çapemenî got, "Li Kobanî ji ber vê dorpêça giran 4 zarok ji ber sermayê cemidîne û mirine. Ji van yek 2 mehî, yek 3 mehî, yek 2 salî û yek jî 4 salî bû."
Li aliyê din Hediye Abdullah gotiye "Xwarin, derman, sotemenî kêm bûye. Ji ber barîna berfê drama mirovahiyê li vê derê zêdetir bûye. Nexweşî berbelav dibin. Li cihek ku ew qas mirovên sivîl lê dijîn divê korîdoreke mirovî bê vekirin. Ev koridor bê vekirin em amade ne bi lezgînî herin wir."

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:
 

- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)

-

-

Parve Bike

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 09 2026

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

news
  • 15 09 2026

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

news
  • 14 09 2026

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

news
  • 14 09 2026

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

news
  • 12 09 2026

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

news
  • 12 09 2026

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

'Wê çaxê min got, îro pê de hemû tiştên tirkî red dikim'

ad

Li keçek ku telefona wê ya destan nîn e digerin

ad

Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'

ad

Hemû partî li aliyekî, PDK li aliyekî…

ad

Muskî peymana twitterê betal kir, niha dê çawa be?

ad

Zana: Divê em mîna îbadetê ziman fêrî zarokên xwe bikin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname