Cemil OGUZ
Niha di nav koma ‘Podcastkurdî’ de xirecirek heye. Pêşî ji rojnamegeran Fatoş Stêrk, Mevlut Oguz û Roza Sîerra êvara 11'yê adara 2022'yan ji ser tora civakî re peyamek belav kirin û hevkarên xwe rojnameger Rabîa Çetîn û Mehmet Salih Bedirxan sûcdar kirin. Paşê Çetin û Bedirxan bi daxuyaniyek bersiva wan da. Niha rewş çi ye, dê çawa be, em gav bi gav lê binêrin…
ADARA 2020’Î DE AVA BÛ
Postcast Kurdî roja 21’ê adara 2020’î de dest bi weşana xwe kir. Wekî li ser rêya Radyoya Erîwanê bi gotina “Guhdarên ezîz” dest bi postan kir. Heta niha bi dehan postên bi kurdî saz kirin û belav kirin. Lê di vê dema ku du salên xwe temam kirin de pevçûneke di navbera xebatkar, bi gotina her du aliyan “avakar”ên wê de derket û sê kes jê veqetiyan. Di şevek de her du aliyan daxuyanî dan. Ligel daxuyaniyan me ligel rojnameger Mevlut Oguz bi telefonê jî xeber da.
PIRSA SEREKE: DANEZRÎNER KÎ NE?
Fatoş Stêrk, Mevlut Oguz û Roza Sîerra di daxuyaniya ku weşandin de xwe wekî damezrîner û kedkarên Podcast Kurdiyê bi navkirine û diyar kirine ku Rabîa Çetîn û Mehmet Salih Bedirxan ew derveyî ji saziyê hiştine. Di daxuyaniyê de diyar kirine ku ew her pênc wekî avakarên Postcast Kurdî ne. Her sêyan di daxuyaniya xwe de wisa gotine, “Destpêk jî tê de me bi awayekî çalak di nava hemû merheleyên avakirina Podcastkurdîyê û hemû xebatên wê da cih girt. Di serî da divê em destnîşan bikin ku Podcastkurdî nefermî ye ango ne platformeke di bin hikmê şexsekî da ye: Ji sedî sed platformeke kolektîf e û tevî me, hemû endamên wê bi dilxwazî beşdar bûn û wisa ava bû lê mixabin em pê hesîyan ku bêyî bi me bişêwirin serî li fon/hîbeyên navnetewî dane."
Ew îdîa dikin ku divê her tişt ne ji jor de ber bi jêr de, lê bi hev re biryar bihata dayîn lê Çetîn û Bedirxan ev yek nekirine, bêyî agahî bidin wan serî li fonan dane û heqê wan xwariye.
Paşê her sêyan wisa gotiye, “Em li Sazîyên Civaka Sivîl (SCV) kar dikin, em dizanin bê SCV çawa kar dikin. Her wiha em gelekî giringîyê didin qaîdeyên etîkî û exlaqê karî û bêguman em ferqa damezirîner û xebatkar/piştgiran jî gelekî baş dizanin, em ked û rola kesekî jî înkar nakin lê Rabîa Çetîn û M.Salih Bedirxan li Podcastkurdîyê bi awayekî ne exlaqî em li derve hiştin. Çawa ku me mafê kesî binpê nekirîye herwisa em nahêlin ku tu kes mafê me jî binpê bike. Wekî encam, her tiştê ku bi kurdî û ji bo kurdan were kirin bi qîmet e lê dema ku ji bo kurdan tiştek bê kirin divê nebe hêncetek ku mafê hineke din were binpêkirin û xwarin!”
‘AVAKAR EM IN’
Piştî vê daxuyaniyê bi çend saetan Rabîa Çetîn û Mehmet Salih Bedirxan daxuyaniya wekî bersiv belav kirin. Ew dibêjin “Na, avakar em her du tenê ne” û van lê zêde dikin, “Di Çileya 2020an de me Kordînatorên Podcastkurdiyê Mehmed Salih Bedirxan û Rabîa Çetin biryara avakirina Podcastkurdiyê da û di Sibata 2020an de Mehmed Salih Bedirxan domaîna (Navê Podcastkurdiyê) stend û dest bi avakirina malpera wê kir. Di proseya avakirina malperê de me peywendî bi Mevlut Oguz, Fatoş Stêrk û Roza Sîerra jî kir û pêşniyaz li wan kir ku ew jî podcastan çêbikin.“
Çetîn û Bedrixan dibêjin her sê kes wekî “edîtor û potcaster xebitîne” û van lê zêde dikin, “Piştî wergirtina fonê bi dehan rojnameger, lêkolînaran û her sê birêzên navê wan li jor hatine bilêvkirin di vê heyamê de ji me re podcast amadekirin. Heta bi dawîbûna proseya projeya hem hersê podcasterên me û hem rojnamerger û lêkolînerên ji me re podcast amade kirin heqên telîfên xwe wergirtin.“
Çetîn û Bedirqan dibêjin wan mafê kesî nexwariye û di berdewama daxuyaniyê de wisa dibêjin, “Piştî bi dawîbûna projeya me ya medyayî her sê edîtoran xwe li ser me ferzkirin ku ‘Çima ew ji proseya amadekirina projeyên medyayî, birêvebirina bûtçeya projeye nehatine agahdarkirin?!’ û em bi ‘gendeliyê’ tohmetbarkirin. Ligel tohmetan ji ser e-maîlê gef û tehdîd li me xwar in. Di demeke wisa de ku gef û tehdit li me hatin xwarin, em amade nîn in ligel çi kesekî ji wan rûnên û rêya diyalogê bigirin ber xwe. “
BELAVKIRINA HERDU DAXUYANIYAN
Wekî rojnamegerekî kurd tiştên li ser rojnamegerî bala min dikişîni, nîqaşa li nav saziyeke kurd de helbet zêdetir bala min kişand. Çawa daxuyaniya her sê rojnamegeran belav bû, min peyam ji her du rojnamegeran (Çetîn û Bedirxan) re şand ku tu gotina wan heye yan na. Min dixwest nûçeyê saz bikim. Bersiva “emê daxuyanî belav bikin” hat. Min twîta hersêyên pêşî li ser hesabê xwe belav kir û min got, “dema bersiv hat emê wê jî belav bikin”. Û daxuyaniya wan jî min belav kir. Di vê navberê rojnameger Mevlut Oguz ku zûde ye em hev nas dikin, peyam şand ku "gelek agahiyên din hene, lê wan tenê bi kurtahî veqetîna xwe ragihandine." Pêre me bi telefonê xeber da. Piştî vê, Oguzî hin agahiyên din jî bo min rêkirin.
OGUZ: ME BI HEV RE BIRYAR DA
Rojnameger Mevlut Oguz dibêje em pênc avakar bû, em hatine ba hev, me gotiye em bi dildarî kar dikin, lê rojek fonek çêbibe bi hiyerarşiya ne jor de ber bi jêr ve, wekî demokrasî, “yatay” (pehn) emê bi hev re biryarê bidin û ev yek lê zêde kir, “Di 6’ê adara 2020’î de em li hev civiyan. Me bi hev re biryar da. Me got em ji her aliyan dûr in, emê bi hev re biryaran bidin, fonek çêbe, reklam bên emê wekhev û adil li hev par ve bikin. Me wisa li hev kir û kordînatorî kar jî M. Salih û Rabîa girt ser xwe. Me got em wekî avakar em xwedî heman maf û gotinê ne.”
Oguz dibêje ku metna pêşî ya danasînê wî nivîsandiye, ji bo muzîkê ji hevalê xwe Gokçe Selîm rica kiriye ku ji bo wan muzîkê çêke ku çêkiriye û bi van gotinan jî îdîa dike ku ji serî de ew jî wekî yek ji avakaran têde bûye. Her wiha li ser daxuyaniya Çetîn û Bedirxan ku gotina “Wan em tehdîd kirine” jî Oguz dibêje tiştek wisa nîn e û diyar dike ku kî bixwaze dikare ji bo wan ew notên hevdîtin û mailan bişîne.
Li aliyê din Oguz qala hin navên ku baştir bi meseleyê dizanin dike, lê ji ber destûr min ji wan negirtiye ez navên wan li vir lê nakim, lê Oguz vê jî lê zêde dike, “Di 11’ê sibata îsal de piştî me careke din xwest agahî bi me re parve bikin bi du rojan di 13’ê sibata 2022’yan de bêyî agahiya me çûne serî li ‘Marka tescili’ dane. Ev yek sextekarî ye.”
Di dema min ev nûçe amade dikir de Oguz twîtek wekî, “Eger hûn bi xwe ewle bin bila şêwirmendên Podcastkurdi Murat Bayram, Hatice Kamer û Mahmut Bozarslan, yan jî Rawîn Stêrk, Cemil Oguz, Omer Bextiyar moderatoriyê bikin. Em bibînin kî berx e kî beran e; kî heq e û kî batil e?”
Ji îro pêde dê çi be, rewş ber bi ku ve dê here, Rabîa Çetîn û Mehmet Salih Bedirxan dê bersivek din bidin yan na, hê daxuyaniyên nû dê bên yan na, encameke çawa dê derên em nizanin, lê tiştê em dizanin di nav saziyeke kurd de xirecirek derket, hin veqetiyan û rewşeke nexweş li holê ye.


