Diyarname
Nivîskarê me Cîhan Roj piştî helbest û çîrokan vê carê dest avê romanekê û yekem romana wî hat weşandin: Gîtara Bê Têl.
Salên şer, salên dijwar, cih Mêrdîn. Di dem û ciheke wisa de romana "Gîtara bê têl" tevî lehengê xwe derketiye pêşberî romanhezên kurdî. Di romanê de yekserîtiya jiyanê çiqas li ber çav hatibe girtin ew qas jî nivîskar girîngî daye hêlên sivik ên jiyanê; mînak, rojekê Selîn û evîndarê xwe Şadî dimeşin. Kûçikek bi dû wan dikeve, dike ewte ewt. Ew dikin nakin nikarin kûçikê ji xwe dûr bixin. Bi wir de zilamekî bi ken ji Selînê re dibêje:
”Çanteyê we ji çerm e?
”Belê"
Germa havînê bûye sedem ku bêhn bi çanteyê Selînê bikeve lewre kûçik bi dû wan ketiye.
Karekterê sereke yê romanê carinan mîstîk e, carinan di nav halek surreal de ye û carinan jî di nav jiyana realîst de bi rihekî herî sivik dijî; rojekê dengê mewlûda bi kurmancî bi ser wî dikeve. Ew deng, a rast sewta deng dibe destpêkek. Sewta wî dengî dibe sedem ku ew carek din bi rabirdûya xwe û bi jiyana xwe re rû bi rû bimîne; deşîfrekirina karekter dest pê dike…
Heya ku rastiyek xwe dide der; karekterê esilkurd ku bijîşk e naxwaze terka Mêrdînê bike. Bi wî awayî problem dest pê dikin! Bi ser de jî rojekê gîtarek bê têl bi riya kargoyê tê ji evîndara bijîşk re. Alozî bêtir xwe didin der.
Nivîskar Roj di romanê de carinan ji devako Serhedê fêdeyê digire,
Romana "Gîtara bê têl" ku ji Weşanên Do derket yekemîn romana Cîhan Roj e. Li gor gotina nivîskar dema xwestiye nav li romanê bike li ser bi dehan navan fikiriye û di dawiyê de navê "Gîtara bê têl" guncav dîtiye.
Û beşek ji romanê:
Selîn li destên Şadî dinihêrî. Bi dengekî nizm ji Şadî re got:
"Destê te geh bi min bi rengê zer e, geh rengê şîn, geh jî mor…carna jî li ber çavên min dibin mîna araviya ar."
Şadî bi destê wê girt. Hizûrekê xwe li Selîn da der. Bi vî awayî axivî Selîn:
"Nefes çi ye, ger ji min bête pirsîn, ez bi bersivê dizanim lê nikarim bersiv bidim."
Şadî li wê dinihêrî. Nediaxivî.
Bêdengiya wî li xweşiya Selîn nediçû. Tiştên sivik û di jiyana Şadî de cî dabûn xwe bi bîra Şadî xist. Pirs ji Şadî kir:
"Şadî, bêhna qehweyê, tu dê dîsa qehweyê bêhn bikî?"
"Na. Ez ê her ji bêhna qehweyê hez bikim lê ne bi wî armancî!"
"Lê lêkirina nîşeyan?"
"Ew jî nema; tu bi her tiştî dizanî; ez êdî ne miriyan ji xewê şiyar dikim, ne li hewayê nîşeyan lê dikim" got, hinek rawestiya. "Wexta însan bi hezkirîbe ne hewceyê hin tiştan e. Lê xwendina her tiştî xweş e; xwendina çavên evînî jî!..."
"Tu rast dibêjî Şadî. Hezkirin zeman jî bi însan dide ji bîr ve kirin. Ev çendek e, êdî deqîqe û sanîye jî bala min dikişînin. Lê beriya wê çendê min nedizanî wext çawa li min dibihure."
Cîhan Roj kî ye?
Nivîskar Cîhan Roj di sala 1965'an de li gundê Înaqe ya Vartoyê hatiye dinê. Zanîngeha Behra Reş a Teknîkî Beşa Mamostetî qedandiye. Di sala 1993'yan de dest bi nivîsa bi kurdî kiriye û ji wê rojê de heta niha di gelek kovar, rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin. Cîhan Roj ku niha di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike, heta niha ev berhemên wî derketine:
Ratîka, helbest, Weşanên Sî, 2002
Meyman, çîrok, Weşanên Lîs, 2006
Aqil Diçe Sewda Dimîne, helbest, Weşanên Do, 2008
Deriyê Çîrokê, çîrok, Weşanên Do, 2008
Gîtara bê têl, roman, Weşanên Do, 2009


