logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

'Kavar' tê nîşandayîn

'Kavar' navê herêmek e li der û dora Gola Wanê. Di heman demê de navê belgefîlmekî ye ku niha ew belgefîlm tê nîşandayîn

  • Dîrok: 24/06/2016
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

'Kavar' navê herêmek e li der û dora Gola Wanê. Di heman demê de navê belgefîlmekî ye ku niha ew belgefîlm tê nîşandayîn.

Derhêner Murat Bayramoglu berê bi belgefîlmê wî "Tirkî: Pekî" zêdetir hat nasîn. Bayramolu niha ligel Tunç Erenkuş belgefîlmê bi navê "Kavar" kişandin û belgefîlm niha dê bê nîşandayîn.

Belgefîlm ku navê xwe ji wê herêmê digire, ev der herêmek li dora Gola Wanê ye. Di salên 90'î de wekî gelek gundên kurdan, herêmên kurdan herêma Kavarê û gundên têde jî têne valakirin, piraniya gundiyan berê xwe didin Stenbolê û metropolên dir. Piştî salên 2000'î ew careke din berê xwe didin gund, lê vê carê hê zêdetir bi rêxistinbûyî. Bi vê yekê re di nava xwe de nîqaş dikin dê çi bikin, çawa bikin, çi biajon, debara xwe bi çi bikin? Kooperatîf vedikin, mêşvanî, firotina şîr û gelek tiştên din... 

Piştî demekê derhêner Bayramoglu û Erenkuş berê xwe didin wê herêmê. Ji sala 2009'an heta 2013'yan gelek caran diçin, bi gundiyan re diaxivin, karên wan dikişînin û di dawiyê de belgefîlmê bi navê "Kavar" derdixin holê. Kavar çîroka wan hem aliyê bi êş, hem aliyê bi coş, di dawiyê de rewşa wê derê pêşkêşî temaşevanan dike.

Belgefîlm yekemîn car vê mehê di çarçoveya 9'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist de hat nîşandayîn. Niha jî li Navenda Fîlman a Mîthat Alan ya li Zanîgeha Bogazîçî (Kampusa Başûr) bê nîşandayîn.

Ji bo kesên bixwazin  temaşe bikin, fîlm roja 29'ê mehê saet 19'an de wê bê nîşandayîn û piştî nîşandayînê dê ligel derhêneran sohbetek çêbibe.

Murat Bayramoglu kî ye?

Bayramgolu derhênerekî kurd e, di sala 1971'ê de hatiye dinê. Li  Zanîngeha Guildhall a Londonê Beşa Ragihandin Deng û Sazkirina Dîmenê xwendiye. Heta niha hin kurtefîlm kişandine. Belgefîlmê "Turkçe: Pekîyî" kişand û "Kavar" duyemîn belgefîlmê wî ye.

Tunç Erenkuş kî ye?

Erenkuş di sala 1974'an de li Stenbolê hatiye dinê, li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê Beşa Televîzyon û Sînema xwendiye. Heta niha gelek kurtefîlm û fîlmê reklaman kişandine. Ji belgefîlmên wî yê herî zêde tê zanîn "Oglunuk Erdal" e ku li ser Erdal Eren ê di 17 saliya xwe de hat îdamkirin kişandiye. Ew di heman demê de fotografan jî dikişîne.


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

news
  • 23 05 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Belgefîlmên festîvalê eşkere bûn

ad

Li Mêrdînê tabelaya bi 4 zimanî

ad

Diran jî 'bîr' jî hat kişandin!

ad

Hilbijartina çi?

ad

Ji Aramê 6 pirtûkên bi kurdî

ad

Madalyaya Goethe dan Osman Kavala

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname