Diyarname
Niha bi belgeyek derket holê ku nivîskarê pirtûka "Mîrzayê Biçûk" Antoine de Saint-Exupery di Şerê Navxweyî yê Spanyayê de ji bo rojnameya fransizan nûçegîhanî kiriye.
Dîrokzanekî amator Policarpo Sanchez dema li Toledo li ser sînemaya navxweyî lêkolîn dikir qerthe çapemenî yhe Saint-Exupery bi dest xist. Li ser vê yekê rojnameya Guardin nûçeyek çêkir. Sanchez ji bo rojnameyê wisa gotiye: "Ev tiştekî mikemel e. Qerta çapemeniyê ya nivîskar der barê li Madrîdê mayîna nivîskar de agahiyeke bêhempa pêşkêşî me dike.
Qertê Saint-Exupery aîdê 16'ê avrêla 1937'ê ye ku wî wê çaxê li eniya Komarparêzan şer dişopand ku dema wî mafê akredîtasyonê bi dest xistiye ew 36 salî bûye.
Wê demê nivîskarên wekî Ernest Hemingway û Martha Gellhorn jî şer dişopandin û di wê demê de li Hotela Florida diman ku Saint-Exupery jî li heman hotelê maye. Nivîskarê fransiz Saint-Exupery şer dişopand û ji bo rojnameyên L'Intransigeant û Paris-Soir ku li Fransayê weşan dikirin nivîs dinivîsand.
Pirtûka 'Mîrzayê Biçûk' yekem car di sala 1943'yan de hat weşandin. Li dinyayê ew yek ji pirtûkên herî zêde hatiye firotin e. Di pirtûkê de bi nêrîna zarokekî qala dinyaya mezinan tê kirin. Orjînala pirtûk bi fransizî ye û navê wê yê orjînal "Me Petit Prince" ye ku kurdî jî di nav de heta niha ji bo bi ser 200'î re zimanan hatiye wergerandin.


