Diyarname
Komek nivîskar, akademîsyen, rojnameger, aktîvîst û hunermendan daxuyaniyek weşand û li ser Rewşa Awarte ku hikumetê piştî helwdana derbeya 15'ê tîrmehê ragihandibû got: "Ev divê tenê ji bo derxistina holê ya faîlan û plansazên derbeyê bê bikaranîn, ji bo tiştek din neyê bikaranîn."
Wan wisa got: "Bêyî biryara dadgehê girtina zanîngeh, komele, weqf, sendîka û weşanan û destdanîna ser malên wan, bi awayekî gelek zêde ji kar avêtina mirovan mexdûriyetek mayînde saz dike û ev yek mirovan ditirsîne."
Her wiha hat gotin ku rojnameger, nivîskar, akademîsyenên di çapemeniya nêzî Fetullah Gulen de xebitîbin ev nayê wê wateyê ku ew beşdarî derbeyê bûne û ev yek nabe ku ji ber vê bêne binçavkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku berê wan di dema doza Ergenektonê de jî wisa metirsiyên xwe anîne ziman û hat gotin: "Îro jî ji bo Tirkiyeyê bigihîje demokrasiyek bê kêmasî tenê pêdivî bi hiqûqek hemdem û rêgezên wê heye."
Kesên ku îmze avêtine bin metnê ev in:
1. Ahmet İnsel
2. Ahmet Şik
3. Akin Atalay
4. Aydin Selcen
5. Ayşe Erzan
6. Ayşegul Devecioglu
7. Baskin Oran
8. Burhan Şenatalar
9. Binnaz Toprak
10. Dogan Bermek
11. Erdogan Aydin
12. Eşber Yagmurdereli
13. Ezgi Başaran
14. Fikret İlkiz
15. Gençay Gursoy
16. Gulseren Onanç
17. Haluk İnanici
18. Hakan Altinay
19. Hulya Gulbahar
20. Husnu Öndul
21. İbrahim Kaboglu
22. Kadri Gursel
23. Koray Çalişkan
24. Mehmet Guleryuz
25. Nesrin Nas
26. Orhan Silier
27. Osman Kavala
28. Oya Baydar
29. Omer Faruk Gergerlioglu
30. Riza Turmen
31. Şanar Yurdatapan
32. Tahsin Yeşildere
33. Temel İskit
34. Umit Kivanç


