Sîdar Jîr
Hemû beşên hunerê bi awayekî xwedî angaştekê ne. Çi hunerî, çi civakî, çi dîrokî, çi siyasî û çi jî hwd. Bêguman hemû bi awayekî xwedî angaştek in. Ev yek jî gelekî asayî ye. Ji peykersaziyê bigir heta helbestkariyê, ji şanogeriyê bigir heta wênesaziyê, her yek xwedî angaşetekê ne… Her beşek û kesên ku pê re aleqedar anku hunermend bi awayekî ji awayan da ku angaşta xwe di nav jiyanê de bi cih bikin, an jî belav bikin tim û daîm di nav hewlanê de ne.
Yek ji van huneran jî, binbeşa hunera nivîsînê ya ciwan anku ya xwedî angaşta ku civakekê ji nû ve saz bike, teşeyeke xweş(ik)tir bidê û heger mimkûn be berê civakê bi awayekî xurt bide guherîneke erênî; romanûsî ye… Roman her çiqasî li cîhanê beşeke ciwan a hunera wêjeyî/nivîskî be jî xwedî wê angaştê ye ku civakê veguherîne, ji nû ve saz bike û ber bi awayekî xweş(ik)tir ve bibe.
Bêguman ev angaşt ne angaşt û daxwazeke ji rêzê ye. Ji ber ku tişta herî zehmet guherîn û veguherîna civakan e, ji nû ve tesîskirina civakê gelekî zehmet e û bi êş e. Ji ber vê yekê jî, ne ew bar e ku her kes bikaribe ji bin rabe. Meşaqet û fedakariyeke mezin, xebateke heta tu bibêjî bi şarezayî û zanîn jê re divê. Bi gotineke dîtir, roman ne çeşneke ku di kêlîyekê de hesteke xweş bi mirovan bide hîskirin û peydakirin. Lewre, ew çeşn e ku bi kîtekît û merheleyên xwe zorê bide hewldana teqla civakî.
Ji ber van aliyên ku heta tu bibêjî zehmet in, nivîskar anku romanûs neçar e ku bi civakê re bide û bistîne û bijî… Ev yek bi taybetî jî ji bo naskirina civaka ku romanûs hewl dide teqlekê li hêza wê ya veguherînê bixe hewce ye. Ji bo vê jî berî her tiştî zelaliyek divê. Mejiyekî xurt û ew qasî jî zelal hewce ye. Ji ber taybetiya nivîsînê ya vegotinî û derdbêjiya kesên dîtir an jî civakê, nivîskar/romanûs neçar e ku bi hişekî zelal tevbigere û bi wê zelaliyê dest bi wê hewldanê bike…
Hişê romanûs çiqasî zelal be, armanca xwe çiqasî zelal kiribe, amadekariyên xwe çiqasî li gorî taybetiyên civaka ku armanc û hedefa wî/ê be kiribe, ew ê ew qasî bi hêsanî bi ser bikeve û bigihîje armancê. Yanî ew ê ewqasî di guherîn û veguherîna civaka xwe de bibe alîkar…
Bêguman di vê dan û standina romanûs û civakê de têkilyeke ku bi du aliyan ve diherike heye. Hem ji romanûs ber bi civakê ve hem jî berovajiya wê… Ji ber vê herikîna dualî berî her kesî divê nivîskar/romanûs amade be û hay jê hebe. Yanî divê tespît û analîzên wî/ê gelekî xurt û di cih de bin.
Li hemû cîhanê yên ku angaşta wan guherîn û veguherîna civakî ne neçar in ku hay ji rewş û taybetiyên civaka xwe hebin û li gorî wê amadekariyên xwe bikin.
Ji bo civaka me wekî pirs divê em bikaribin bipirsin ka kê li vê civakê çi/çawa tiştek zêde kiriye? Hişê romanûsan di vî warî de bi rastî jî çiqasî zelal e? Gelo armanca romanê tenê vegotineke berfireh a bûyer an jî rewşekê ye?..
Di vê xalê de ku em li xwe û civaka xwe vegerin, belkî em çêtir li rewşa xwe hayê bibin. Bi awayê herî kurt di ser romanûsiyê û romanûs re ku em xwe bigihînin vê encamê, wê demê divê nivîskar, hunermend, siyasetmedar û rewşenbîr, entelektuel û hemû serkêşên civakê careke dîtir bifikirin û hin pirsan ji xwe bikin.
02.08.2016, Azadiya Welat


