Diyarname
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo nexşerêya demokratîkbûyînê 12 xal pêşkêş kirin di Civîra Koma Meclisê de.
Demîrtaş berê civînek ligel hemû serokên partiyên li meclisê ku jêre bi tirkî "Lîderler Zîrveyî" pêşkêş kiribû. Demirtaş got ku di civînek bi vî rengî de bila nexşerêya demokratîkbûyînê derxin û paşê 12 xal eşkere kirin.
Demîrtaş got ku di civînek bi vî rengî de dikarin van xalan ragihînin û wî ew 12 xalên diyar kiribûn ragihandin:
1. Em wekî rêveberên hilbijartî yên di rêveberiya welêt de xwedî berpirsiyarî, li ber çavê tevahî cîhanê û di hizûra gelê xwe de sozê didin.
2. Ji niha û şûn de em ê pirsgirêkên welêt û yên di nav xwe de bi bawerî û rêzdarî baxivin, bi diyalogê û hevkariyê ve çareser bikin.
3. Di demek herî nêz de em ê welatiyên xwe ji vê Zagona Bingehîn a derbeyê ku çavkaniya şermê ye, rizgar bikin, bi hev re Zagona Bingehîn a sivîl, azadîxwaz, demokratîk û pirrengî çêbikin.
4. Em ê li welêt bi hev re li dijî nelirêtiyan, di nav dewletê de hewldana bicihkirina cemaat, terîqet û beşên cur bi cur rawestînin. Bi hev re em ê li gor pîvanên nûjen û demokratîk, li ser esasê sezawerî ji nû ve organîze bikin.
5. Em ê her cure rengên nasname, bawerî, mezheb, tarzên jiyanê bixin garantiya hiqûqê, û hemwelatîbûna wekhev bikin serdest.
6.Em ê mafên bingehîn ên wekî medya, îfade, çalakî û azadiyan bigihînin standardên gerdûnî.
7. Pêwîst e dewlet hêza rêveberiyê bi gel, bi xwecih re parve bike; em ê di aboriyê de sîstemek adil a bacê, pêşxistinek xwe dispêre îstîhdam û hilberînê esas wergirin, teqez em ê nelirêtî, berdîl, dizîtiyan asteng bikin.
8. Em ê çavê xwe lê negirin ku xwezaya me bê talankirin, welatê me bi hovîtî bi tarûmarkirin.
9. Em ê hemû bi azadiya jinê ve girêdayî bimînin, di qadên civakî, siyasî, ekonomîk de em ê pêşketina jinê destek bikin.
10. Em ê nehêlin li welatê me tu kes serî li çekê, tundiyê bide; kesên ku bi çekan li pey mafên xwe digerin jî, di çarçoveyê hiqûqê de em ê ji bo bidawîkirina şer muzakereyan pêşniyar bikin.
11. Em ê tevahî derfet û qenalên siyaseta demokratîk vekirî bihêlin; em ê nehêlin ku tu tiştekî din li ser îradeya gel serwer bibe.
12. Em ê bi nerastiyên xwe yên paşerojê re bi wêrekî hevrû bibin; ji bo avakirina Tirkiyeyek xwedî demokrasiyek hê xurttir, di nav hizûr û ewlehiyê de em ê bi dil û can bixebitin. Em careke din teqez nehêlin ku welatê me biherike ber atmosferek darbeyê.


