logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Risteya Janê

  • Dîrok: 10/08/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Ev navê pirtûka helbestan ya Berham Mîrzo ye. Belê ristin huner e, lê ne tenê hunera dest e, ristina herî dijwar; hestên di êşkence, zerandin, kuştin, şîn û şîwanê de hatiye xinckirin, wê kelakela êş û xwînê bi awaz û nalîna peyvan ristin e. Wê êşê bi awayeke herî nazik û huner dagirtî teyîsandin e. Min ev rastî, ev diltezênî di helbestên wî de dît, lema ji giyana min ev hevok jêr hat û min nivisî:

"Helbestên Berham Mîrza giyana min li hespe Gola Sîtilan siwar kir, ez birim geliyê evîna yêzdanî ya Siyabend û Xecê, li ser razê ejderhayê Gola Wanê re ez gihandim Tujpaya Xaldiyan. Li kela Tujpayê ez danîm ser baskên bazên dîroka veşartî, birim, bi êşa Şengalê re rondik darivand dilê min. Bi lehengiya şêrên Kobanî re anor û serbilindiya gelê me bi min da çêştandin. Bi xweşikiya kevokên aştiyê re ez li benda helbestên nû hîştin.“

Helbest hene, mirov tenê dixwîne, helbest hene mirov vê re dijî û rondikên êşê bi diltezênî didarivîne hînavê disoje. Helbestên Mîrzo vê bi mirovan dide rabîhîstin. Bê ku em gotinê dirêj bikin, ji bo ku xwenêr jî wê çêştê bistîne, em çend mînakan bidin:  

 Ji helbesta „Nalîn“ nalîneke wiha heye: „Min henase ya pirtûka xwe /Ji te re anî  /Di berbangeke egîdî de. /Têra min nedikirin /Hesretên bihuştî  /Yên di tehma evînê de“

Ji helbesta „Azadî dişibe bayê sibê“: „Jiyana êşzêm /Bi şev û bi roj nezîkî jana xwe /Êdî kevok bi baranê re ne xemgîn in /Û em bi evînên xwe yên hevalbend re /Ber bi şoreşan û siberojan ve dimeşin.“

Ji Helbesta; „Diniqutin dilopên demê“çend dilopên êşê:“... Ji xwîna xwe hêz werdigrim /Di rêyek jakaw de me /Bi kevokên biyanî re /Nêzîkî şikefta xwe ya hezaz /Wekî  keleşgewran /Diniqutin dilopên demê.“

Di helbesta „Bila gotin ji “cehaletê” re nemîne” de me dibe ba birîna Nerûda: “…Zor dibihîzim dengê Nerûda /Bi wesiteya feriştehên biçûk /Li pêşberî  fenera kuçeyê /Di kûrahiya axîna serxoşekî heleste de...“

Hin sewaneyên helbestên wî hêzeke wisa dide hestê mirovan, mirov dixwaze li ser wan sewaneyan çîrokên azadiyê binivîsîne. Nimûne ev sewaneyên helbesta „Stêrkên Rojê“: „Li çirûskên azadiyê geriyan /Di çemên asoyî de“

Dema mirov sewaneyên helbestekê dixwîne, çêşta helbesta di giyana xwe de radibîhîse û her bi xwendinê re tê coşê û diherike. Mînak ev helbesta bi navê: „Yên zulmê dirêsin“ rastiyê çi xweş li ber çavan radixîne: „Rûsar û bi xof diherikin /Bê bextiya rojên tarî /Durûne, lewitîne /Û nediyarin ew /Di paxila xwe de /Zilmê dirêsin ....“

Ma helbest bê Kobaniya cihan hejand dibe? Lê bêguman divê wek vê helbestê wê giyanê biteyîsîne. Ji helbesta „Kobanî“ çend sewane: „...Bi ketina te /Wê hêvîşikestî û bi xemgînî biponijin /Evînên fîlozofî /Bi azadbûn a te/Wê bi geşî pelçim bidin şilêrên çiyayî /Şad bibe ruhe Arînan /Bi hêratiyên rengîn bixemile /Bajarê Kobanîyê /Û bixefirîne doza pakrewanan..“

Ma dema şer hebe hestên aştiyê dihêle ku ristesaz razê. Di helbesta „Her der spî çîl“ de dengek wiha dide: „...Di bin çavên bi guman de îro firîn /Periyên aşitî û azadiyê yên rûbihar /Ji bo ku tariya hezar salan biperçiqînin /Bi mîlyonan ne kêmtir /Ne şîn û ne jî reş /Spî çîl...“

Kurte jiyana helbestvan

Ristekar û nivîskarê kurd  Berham Mîrzo di 29ê reşemiya 1964an li gundê Qerekilisa ku girêdayîyê Erdişa Wanê tê dunê. Di zanîngeha Eskîşehîrê de beşa Zanistiya Civakî diqedîne. Riste yan jî helbestên wî di kovarên Dengê Zîlan, Sînor, Çirûsk û rojnameya Azadiya Welat de tên weşandin. Berhemên wî: Lêgerîna Heqîqete, Bi Dilketiyên Azadiyê re meş, Risteya Janî û Hakikat Arayişi ve Bîlgelîk jî bi tirkî derdikeve.

- Risteya Jiyanê / Berzan Mîrzo / Helbest/  Weşanên Do / Mijdar 2015 / 128 rûpel

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Û şampiyon: Erd û ezman hêşîn bû

ad

Çima li cîhana modern mirov têne kuştin?

ad

Lêkolînek: Vîrus li malê zêdetir dertê holê

ad

Ji Weşanên Doyê 4 pirtûkên nû

ad

Şaxa Kurdî-Dera Cizîrê ava bû

ad

Kongreya BDP'ê 2: Di kongreyê de kurdî li pêş e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname