Diyarname
Bi navê xwe yê hunermendî Sila, bi navê li nasnameyê Sila Gençoglu. Ew di 17'ê pûşpera 1980'ê de li Denîzliya Tirkiyeyê hatiye dinê, ji bo xwendina xwe derbasî Îzmîrê bûye, dûre hatiye Stenbolê. Wê li Îzmîrê dema li Lîseya Taybet a Tevfîk Fîkret dixwend di nav koroyên "Turk Halk Muzîgî" û "Turk Sanat Muzîgî" de wekî korîst û solîst kar kiriye, di pola duyem û sêyem a lîseyê de dersa şanê girtiye. Ew di sala 1998'an de ji bo xwendina xwe ya bilind hatiye Stenbolê û pêşî salek di Beşa Hunerê ya Zanîngeha Stenbolê de Beşa Wêje û Hunera Fransiz xwendiye, paşê derbasî Beşa Caz Vokal a Zanîngeha Bîlgî bûye. Di vê demê de li hin deran beşdarî konseran bûye, wê Efe Bahadir nas kiriye ku wî di albumên Sila de gelek ked daye wê. Paşê Sila ligel Kenan Dogulu kar kiriye û heft salan vokaliya wî kiriye. Wê di albumên gelek hunermendan de stran xwendiye heta ku ligel Sezen Aksu ji bo rêzefîlma "Sila" strana "Sita-Tore" xwendiye û paşê rêya wê vebûye.
Sila di sala 2007'an de yekemîn albuma wê ya yekemîn derket û bi strana "...Dan Sonra" navdar bû. Bi vê albumê li Tirkiyeyê derket rêza pêşîn û 12 hefteyan li wir ma. Wê dûre albumên bi navê "Îmza" (2009), "Konuşamadigimiz şeyler var", (2010), "Vaveyla "(2012), "Yenî Ay" û îsal "Murekkep" derxist.
Heta niha wê xelatên wekî Pop Muzîkana Herî Serketî, Albumê Herî Serketî, Strana Herî Zêde di Radyoyan de Hatine Guhdarîkirin, Stranbêja Salê jî têde gelek xelat girtin.
Ev Silaya ku bi kurtahî me qala jiyana wê kir ne bi vê jiyana xwe, ne jî bi albumên xwe niha di rojevê de ye, ew bi gotinên xwe yên li ser Mîtînga Yenîkapi (Navê Mîtînga Şehîdan û Demokrasiyê lê kiribûn) ya ku Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyeyê, Serokên CHP û MHP'ê beşdar bûne di rojevê de ye.
Gelek hunermendên di heman demê de piştgirî didin AKP'ê di mîtîngê de bûn lê Sila beşdar nebû û bi ser de jî got; "Ez li dijî derbeyan im lê ez dê ne di nav şovek wisa de bim." Û pêre êrîşê li dijî wê derketin, di nav tora civakî de kampanyayên li dijî wê hatin çêkirin, rojnameyên hikumetê (Di serî de Sabah) êrîşê wê kir. Lê Sila bi paş ve gav neavêt û got: "Ez li dû gotinên xwe me. Ma em nabêjin demokrasî? Ez jî fikrên xwe, tiştên ku difikirim tînim ziman."
Rojnameya hikumetê Sabah nûçeya "Stranbêj Sila di dema hewldana derbeyê ya Gezî de li pêş bû" çêkir. Pêre lînçkirina li hemberî Sila dijwartir bû, konserên Sila hatin betalkirin.
Konserên ku hatin betalkirin
Ji bo hunermendek konser gelek muhîm in. Hem bi awayekî zindî derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe, hem bi konseran jî dikeve rojevê û ew bi xwe jî ji konseran gelek sûde digire bêyî em qala aliyê aboriyê jî bikin. Û dema konserên hunermendek bêne betalkirin wekî ku baskên wê/î bêne şikandin. Niha Sila bû hedefa vê lîncê û baskên wê şikandin.
STENBOL
Sila rojên 21-22'yê rezberê dê li Harbiyeya Stenbolê ku ji bo hunermendan cihek gelek girîng e, her kes nikare li wir konserê pêşkeş bike dê du konserên wê bihata lidar ketin. Lê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê got ku wan konserên Sila betal kirine.
BURSA
Sila dê 28'ê rezbera 2016'an de li Şanogeha Servekirî ya Kulturpark a Bursayê konser bida ku Weqfa Tûrîzm Çand û Hunerê ya Bursayê (Ev girêdayî Şaredariya Bursayê ye) li dar dixist ev konser jî hat betalkirin. Şaredarî cih neda û konser betal kir.
ENQERE
Li Enqereyê Sila ji bo Panora AVM peyman girê dabû û dê konser bida (roja 12'yê gelawêja 2016'an), lê AVM'yê bi gotina, "Hunermenda ku Yenîkapi wekî şov bi nav kiriye, em destûr nadir li AVM'ya me şov bike" û konser betal kir. Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melih Gokçek di twittera xwe de ji bo Sila got, "Deriyê Enqereyê ji bo te hat girtin. Êdî dê FETO ji bo te kar bibîne."
KAYSERÎ
Li Kayseriyê jî Sila dê li Navenda Kongre û Sporê ya Kadir Has konser bida lê Şaredariya Kayserî ew konser betal kir, got ku di dema em têre derbas dibin ev nêzîkatiya wê nayê qebûlkikrin û loma konsera wê hatiye betalkirin.
'Ka lînç nîn Bû'
Piştî van di twitterê de gelek kesan piştgirî da Sila û got, "Ka lînç nîn bû?"
Piştî van nîqaşan Sila ji instagramê peyamek weşand û got "Demokrasî navê hurmet nîşandayîna cudahiyan, ligel van cudahiyên rengîn mil bi mil jiyîn e."
Doz vekirin
Di vê navberê de kesek li Bursayê ji bo Sila bê darizandin serîlêdana sûc li cem dozger kir.

Foto ji facebooka Sila hatin girtin


