Diyarname
Nivîskarê ji Cizîra Botan Mîrza Ronî bi nivîsên xwe beşdarî qunciknivîskarên Diyarnameyê dibe. Ewê li ser tevna Botanê, binivîse. Hinek wêje, hinek jiyan, çand, ceribandin, rengên giştî yên Botanê dê di quncikê wî de xwe nîşan bidin
Mîrza RONÎ kî ye?
Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan tê dinê. Xwendina xwe ya fermî heta Zanîngeha Mersîne beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandîye. Piştî ji xwendina fermî xilas dibe tevlî karê malbatê dibe û dizewice. Di sala 2008’an de li Cizîre dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji xebatê ziman re pêşengîyê dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman heman salê tê girtin û demekî li zindanê girtî dimîne. Piştî ji zindanê derdikeve xebatên xwe yên li ser ziman didomîne. Bi çend hevalên xwe re pêşengiya derxistina kovara “Hawara Botan”ê dike û kovar heta 15 hejmaran weşana didomîne. Dema di nav van xebatan de ye ji angeştên siyasî di sala 2011’an tê girtin û heta sala 2015’an dîsa girtî dimîne. Piştî ji zindanê derdikeve dîsa xebatên xweyî çandî û nivîskariyê didomîne. Di rojnameya Azadîya Welat de dest bi karê rojnemageriyê jî dike û heta rojname tê girtin jî dixebite. Niha jî wekî rojnamegerekî serbixwe karê nivîskariyê didomîne û endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Heta niha nivîsên wî; di Rojnama Azadîya Welat, Kovara Hawara Botan, Rojnama Cîzre Postasi û li Kovara W de hatine weşandin.
Mîrza Ronî heta niha pirtûkek dexistiye. Pirtûka wî ya bi navê “Tevna Çand û Ziman” di sala 2017’an de ji Weşanên J&J’yê derxistiye.


