Diyarname
FIFA (Yekîtiya Federasyona Fûtbolê ya Navneteweyî) ceza li tîmên Spanyayê Real Madrîd û Atletîco madrîd birî. Li gor biryarê her du tîm heta 1'ê rêbendana 2018'an dê nikaribin lîstikvanekî transfer bikin, ger bikin jî dê nikaribin bidin lîstin.
FIFA'yê sedem jî nîşan da ku tîman di transfera lîstikvanên hê kamil nebûne de bêisûlî kirine. Piştî vê biryarê Real Madrîdê daxuyand ku ev ceza ne li gor hiqûqê ye û ewê serî li CAS'ê bidin.
Komîteya Dîsîplînê ya FIFA'yê di sala 2014'an de ji ber binpêkirinên mafên tescîl û transferê yên ji bo lîstikvanên ji temenê 18'an biçûktir ceza li Barselonayê jî birîbû. FIFA'yê qedexeya transferê li wê jî birîbû û Barselonayê ev cezaya xwe kişandibû.


