Diyarname
Piştî 13 mehên girtimayînê 15 rojnamegerên kurd ên girtî yekemîn car li dadgehê bûn.
Rojnamegerên girt Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, Edîtorê MA'yê Aziz Oruç, Berpersê Karên Nivîsaran ê Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş, rojnameger Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelik, Mazlum Dogan Guler, İbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elif Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Geciken, Lezgin Akdeniz û Mehmet Şahin li danişîna 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê amade bûn.
Endamên DFG, MKGP, TGS, ÇGD, DİSK Basin-Îş, MLSA, CPJ û gelek endamên saziyên sivîl amade bûn. Ji rêxistina parêzeran a Amsterdamê Law Clinics, parêzerên Baroya Amedê, Parêzerên OHD'ê, rêveberên MED-DER, ÎHD û mebûsên Yeşil Sol Parti, HDP û CHP'ê li salonê bûn.
Rojnamegerên girtî gelek tişt anîn ziman. Va ne ji gotinên wan hin not:
'JI BO NÛÇEYAN NE HEWCE YE EM JI CIHEK TALÎMATÊ BIGIRIN'
- Mehmet Şahin (bi kurdîparastina xwe kir): 36 sal berê dema ez xwendekar bûm min diya xwe bir cem doktor. Doktor got diya te bi tirkî nizane, wergêrî bike. Diya min got 'ev nexweşiya jinan e, ez şerm dikim ji te re bêjim'. Diya min bêyî bê dermankirin vegeriya gund. Ji bo diya min şitê xwe helal bike ezê parastina xwe bi kurdî bikim.
Li vê derê di şexsê me de mafên lêgerînaı heq û hiqûq û edaletê ya kurdan tê darizandin. Dîrok jî dê vê darizandinê bidarizîne. Xebatên min ên rojnamegerî wekî sûc nîşan didin. Ez rojnamegerekî kurd im, li vê erdnîgariyê dijîm. Ne hewce ye ji bo nûçeyê çêbikim ji cihek talîmatê bigirim.
'DARIZANDINA ME DARIZANDINA ZIMANÊ KURDAN E'
- Berpirsê Karên Nivîsaran ê Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş (bi kurdîparastina xwe kir): Dema em li vê danişînê dinêrin em wêneyê vî welatî dibînin. Ger demokrasî, heq, hiqûq û azadî di asta gerdûnî de hebin divê ev darizandin çênebe.
Ji ber ku em bi zimanê xwe diaxivin em tên darizandin. Xwebûn tekane rojnameye ku bi zimanê zikmakî weşanê dike. Darizandina Xwebûnê darizandina gelê kurd, zimanê kurdî ye.
Nasnameyê me yê çapemeniyê bi xwe jî wekî delîlê sûcê nîşan dane. Ev îdîaname darizandina rojnamegeran û azadiya çapemeniyê ye.
'CIHÊ KURD LÊ DIJÎN NAVÊ WIR ÇI YE?
- Zeynel Abidin Bulut (bi kurdîparastina xwe kir): Li vê derê nasnameya me ya kurdî tê darizandin. Ligel hemû zordariyan ji emê xebata xwe ya ji bo kurdan, ji bo bibin çav û dengê kurdan emê bidomînin.
Ji ber ku min gotiye Kurdistan, birêz Ocalan ev yek kirine wekî sûc. Cihê ku azerî, ermenî lê dijîn ji wan deran re çi tê gotin? Azarbaycan, Ermenistan tê gotin. Cihê ku kurd lê dijîn jî Kurdistan e.
'ROJNAMEGERÎ TÊ DARIZANDIN'
- Omer Çelîk (bi kurdîparastina xwe kir): Xebatên me yên rojnamegerî wekî sûc têne nîşandayîn. Ji ber ev xebatên xwe em niha têne darizandin. Li vê derê rojnamegerî tê darizandin.
Min 52 bername saz kirine ji nav van 6 heb hilbijartine û wekî sûc nîşan dane. Ev 15 sal in ez rojnamegerî dikim, ne hewce ye ji cihek talîmatê bigirim.
'ROJNAMEGERÎ TÊ DARIZANDIN'
- Serdar Altan (bi kurdîparastina xwe kir): Ev 13 meh in em girtîne lê em nizanin çima em girtî ne.
Çawa naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, bi vî awayî j3i dixwazin dengê rojnamegerên kurd bibirin. Sansur û zordariya li ser çapemeniyê ji dîrokê ve heta niha didome. Raya giştî hay ji tiştên di îdîanameyê de heye. Di îdîanameyê de rojnamegerî tê darizandin.
Danişîna rojnamegeran sibê saet 9'an de dê bidome. Sibê dê îfadeyên rojnamegerên din jî bê girtin û parêzer dê parastinê bikin.
**
Nûçeya Eleqedar:
- 16 rojnamegerên kurd piştî 13 mehan derdikevin pêşberî dadger


