Diyarname
Piştî kuştina Jîna Emînî û serhildana jinan, pêre jî ya kurdan li temamê Îranê zordariya dewletê zêde dibe, bi taybetî li ser bajarên kurdan.
Hêzên polîsên Îranê li bajarê Senendecê li taxek gule bera ser gel dane. Li ser vê yekê Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê vîdyo belav kirin, di vîdyoyan de êrîşê çekdarî yên hêzên dewletê dixuyin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Qesra Spî ev zordariya li ser xwepêşandêran rexne kir.
Rêveberiya Îranê çalakiyên li gelek bajaran wekî “çalakiyên rêxistinkirî û çalakiyên terorîstwarî” dibîne.
Li aliyê din berdevkê dadgehên Îranê Mesud Setayeşi diyar kiriye ku 400 li Tehranê bi giştî 1700 kesên hatine binçavkirin haitne berdan. Lê negotiye ku heta niha çend kes girtine bin çavan û kesên din ên binçavkirî hê hene yan na.
Rayedarên polîsan jî gotine ku heta niha 3 polîs di van çalatiyan de mirine, bi ser 2 hezarî de jî birîndar bûne.
Televîzyona dewleta Îranê di nûçeyeke xwe de ragihand ku heta niha polîs jî di nav de 41 kesî canê xwe ji dest dane. Lê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda vê rêxistinê li Norwecê ye ragihand ku heta niha 185 kesî canê xwe ji dest dane.
Hin Nûçe:
- Ji Hunergeha Welat bo jinên Rojhilat
- Nar Sanat vê mehê ji bo jinên Îranê fîlman nîşan dide
- Ji Berfîn Aktay ji bo Jîna Emînî 'Min Xilasî Divê'
- Li Rojjhilat û Îranê rewşa dawî
- Ji bo Jîna Emînî li sehneyê porê xwe jêkir
- Çalakiyên ji bo Jîna Emînî didomin, va ye rewşa dawî
- Xelat diyarî Jîna Emînî, Malbata Şenyaşar û Dayikên zarokên wan winda kirin
- Wêneyê rojê: Ji bo Jîna Emînî
- Ligel kursiya vala hevpeyvîn


