logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

TUC: Emê bi awayekî çalak piştgirî bidin gelê kurd

Mezintirîn tevgera kedê ya Brîtanyayê TUC, biryar da ku bi rengekî çalak piştgiriyê bide gelê kurd. TUC, ku berê ji bo M

  • Dîrok: 19/09/2016
  • Beş: Dinya

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)

Mezintirîn tevgera kedê ya Brîtanyayê TUC, biryar da ku bi rengekî çalak piştgiriyê bide gelê kurd. TUC, ku berê ji bo Mandela kampanya meşandibû, destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê bike, divê Ocalan azad be.

TUC (Trade Union Congres/Kongreya Yekîtiya Sendîkayan) ku mezintirîn rêxistina kedê ya Qraliyeta Yekbûyî ye, di konferansa xwe ya salane de biryar da, bi rengekî çalak piştgiriyê bide gelê kurd. Tevî 52 sendîkayên ji qadên cuda yên kar, 6 mîlyon endamên TUC'ê hene. TUC ku rêxistina herî bi bandor a li qada civakî, siyasî û kar a li Brîtanyayê ye, di sala 1868'an de ava bûye.

Biryar ji bo piştgirî hat girtin

Konferansa salane ya TUC'ê hefteya borî li bajarê Brîghton ê Îngilistanê dest pê kir û hefteyek dewam kir. Pêşniyarnameya ji aliyê sendîkayên Unite The Union, GMB, NASUWT Û NUT ve hat pêşkêşkirin, hat qebûlkirin. Biryara piştgiriya çalak a bi gelê kurd û tevgerên sendîkayî yên li Tirkiyeyê, ji aliyê konferansê ve hat qebûlkirin.

Di pêşniyarnameya hat qebûlkirin de hat ragihandin ku êrîşên demên dawî yên li dijî gelê kurd û hemû mûxalîfên li Tirkiyeyê bi fikar tên şopandin û bang hat kirin, ku ev êrîş derhal werin sekinandin. Her wiha bal hat kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bang li dewleta tirk hat kirin ku pêvajoya aştiyê ya bi awayekî yekalî hatiye sekinandin ji nû ve bide destpêkirin û ji bo serketina vê pêvajoyê jî xwest, Ocalan azad bibe.


Ji bo Mandela jî kampanya dabûn destpêkirin

Tevgera kedê TUC, di konferansa xwe ya sala 1971'ê de biryar standibû û ji bo Nelson Mandela kampanya bi rêxistin kiribû. Di çarçoveya vê kampanyayê de meş û mîtîngên mezin hatibûn lidarxistin û li dijî hikumeta Afrîkaya Başûr xebateke berfireh hatibû meşandin. Vê yekê di azadiya Mandela de roleke mezin lîstibû.

Di konferansa salane ya li Brîghtonê de, rayedarê sendîkaya Unite The Union Tommy Mûrphy li ser pêşniyarnameyê axivî û destnîşan kir, ku bêdengiya li pêşberî dîktatoriya Erdogan ne ya qebûlkirinê ye. Mûrphy da xuyakirin, ku bêdengiya li pêşberî dîktatoriya Erdogan, rezalet e û xwest dawî li vê şermê were anîn.


Bila dewleta tirk li gor mafan tevbigere

Di pêşniyarnameya bi sernavê 'Pêşniyarnameya lezgîn' û 'Piştgiriya gelê kurd' de wiha hat gotin: "Ji ber xeteriya heyî û pêvajoya bi guman, kongreya me daxwaza bicihanîna van xalên li jêrê dike. Di vî warî de wê xebateke aktîf bimeşîne." Daxwazên tên kirin ev in:

"-Bangê dike ku yên piştî hewldana darbeyê ji wezîfeyê hatine girtin, mafên wan radestî wan bên kirin, bang li dewleta Tirk dike, ku li gorî mafên mirovan ên tevgera kedê ya navneteweyî, azadiya ramanê, mafên sendîkayî û azadiya çapemeniyê tevbigere,

-Dixwaze xebatên piştgiriya bi gelê kurd û tevgerên sendîkayî yên muxalîf û pêşverû werin zêdekirin û desteka madî û pratîkî ji wan re bê dayîn,

-Ji bo Qraliyeta Yekbûyî li nava hikumeta tirk bikeve nava hewldanan, fikarên kongreya me ji wan re ragihînin, daxwaza rawestandina êrîşên li dijî gelê kurd, civaka sivîl û sendîkayan bike, ji hikumeta Tirk bixwaze ku hurmetê nîşanî berpirsyariyên xwe yên navneteweyî bide û dawî li çalakiyên xwe yên li derveyî qanûnan bîne, wê bi rengekî çalak bixebite,

-Wê hewl bide ku saziyên navneteweyî û federasyonên sendîka yên Ewropa û navneteweyî zextê li hikumeta tirk bikin, ku helwesta xwe biguherîne,

-Ji bo pêvajoya aştiyê ya di Hezîrana 2015'an de ji aliyê hikumeta Tirk ve bi rengekî yekalî hat qedandin ji nû ve were destpêkirin bang dike. Ji bo serketina vê pêvajoyê daxwaza azadiya Lîderê Kurdan Abdullah Ocalan dike."

Kampanya ji bo azadiya Ocalan, bi pêşengiya yek ji mezintirîn sendîkayên Brîtanyayê Unite û GMB ve di 25'ê Nîsanê de li Parlamenta Brîtanyayê hatibû destpêkirin.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Dinya - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Hilbijartina Îsraîlê, kî bi ser dikeve, kî winda dike?

news
  • 27 10 2026

2026: Va ye Mêrê Herî Seksî yê salê, Noah Wyle

news
  • 26 10 2026

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

news
  • 24 10 2026

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

news
  • 23 10 2026

Li New Yorkê fayton hatin qedexekirin

news
  • 19 10 2026

BTS'î Spotify de 10 mîlyar derbas kerd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Barzanî: Me biryar da em derbasî alfabeya latînî dibin

ad

Termên îdarî

ad

Ev 'xwedê' bi 31 mîlyon dolarî hat firotin

ad

Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt dest pê kir

ad

140 hezar kes bûn mêvan

ad

Em êzidî ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname