logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Em êzidî ne

Ev sernav ne ya min bi xwe ye. Dema ku careke din komkujiya êzidiyan li Şengalê dest pê kir wê demê ez jî di rêvebiriya

  • Dîrok: 08/05/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Şêxmûs Sefer

Ev sernav ne ya min bi xwe ye. Dema ku careke din komkujiya êzidiyan li Şengalê dest pê kir wê demê ez jî di rêvebiriya PEN'a Kurd de bûm û piştî destpêka komkujiyê bi çend meh şûn de li paytexta Kirgizistana Bişkekê kongreya PEN'a Navneteweyî hebû. Me jî biryar da ku em dengê êzidiyan di qada cîhanê de û bi taybetî di nava nivîskarên cîhanê de belav bikin. Bi wê mebesê me bi broşurekê bê êzidî kî ne, ji ku hatine, li ku dijîn û bi taybet jî komkujiya dawî bê çi anîne serê êzidiyan nêzî 4-5 rûpelen tevî wêneyan me amade kir û pêşkeşî hemû nivîskarên kongreyê kir.

Piştî çend salek bi şûn de jî dîsa wekî rêvebirî me projeyek amade kir û xwest bo ciwanên êzidiyan kargehên nivîskariyê li dar bixin û fîlmekî dokumenterî li ser êzidiyan çêbikin. Di vê çerçoweyê de li başûrê welêt nûnerê PEN'a Kurd Ebdal Nûrî bo kargehên nivîskariya çend xebatên hêja birêvebir û gelek ciwanan dosyayên xwe amade kirin. Lê ji me hemûyan bêtir jî du serokên rûmetê yê Navenda PEN'a Kurd Bêrîvan Doskî û Zerdeşt Haco kedên mezin dan û proje bi encam kirin. Min jî li başûr belgefilmekî bi navê ‘Em êzidî Ne’ li ser ol, dîrok, felsefe, roj û cihên pîroz ên êzidiyan kişand. Par min şand Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Duhokê lê mixabin berpirsiyarên komiteye hewce nedîtin bersiv jî bidin ku bê wê bidin pêşandan an na. Piştî wê min şand Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Hamburgê û ji aliyê gelek kesan hate temaşe kirin. Hêvî dikim ku gelek kesên din temaşe bikin û bizanibin Êzdayetî çi ye û xwedî çi karakter e.

Dema zarobûm bavê min pêl mayinekê kiribû û ji lingekî xwe seqet bû. Ji ber wê heta min dest bi dibistana seretayî ya leylî kir ez du sê salan li odeya wî her li cem wî dimam. Her çiqas ji min re digot derveke cem hevalên xwe û bi wan re bilîze jî min ev yek nedixwest û her li cem bavê xwe rûdiniştim, xizmeta wî dikir. Bêtir jî dema titûna Xursê dikirî bi rîtilan û li erdê radixist û min bawşîng li wan dikir…

Ev kêliyên herî xweş yên jiyana min bûn wê demê. Min di jiyana xwe de cixare nekişandiye lê hîn jî bêhna titûna Xursê nas dikim.

Paşre bi şevan min li serpehatiyên bavê xwe guhdarî dikir. Bê çawa li ser sînor qaçaxçitî dikir, çi dihat serê wan, çawa di şerên eskeran de xelas dibûn, dema mayîn bi lingê wî teqiya, dema meytê birayê xwe ji nav mayîna derdixe û dibe li gundekî din vedişêre û di sibeha wê de bê çawa leşker digirin ser gund û ji bo ku meytê birayê xwe derxistiye jî çawa ji aliyê fermandarê eskeran ve xwestiye bê kuştin…

Ji ber wê demê eger kesek li nav mayînan bihata kuştin divê kesî meytê wî dernexista û gel bi vê yekê çavtirsî bikirana.

Ev hemû li aliyekî di serpêhatiyên xwe de her ku peyva ‘dostên min yên êzidî’ derbas dibû an di nava hevokê de peyva ‘Şengalê’ derbas bibaya dilê min bi leztir diavêt û min nizanibû çima wisa dibim. Cihekî ‘dûrî’ min bû. êzidî her dostên bavê min bûn. Rojekê piştî bavê min mir diya min ji min re behs kiribû; di wextê xwe de dema li aliyê me ferman radibe bavê min li aliyê Şengalê di seferê de çêdibe û yekî êzidî navê bavê min dike Sefer.

Min jî navê bavê xwe li xwe kir, wekî ji zaroktiya xwe de nexwazim bavê xwe û dostên wî ji bîr bikim.

Ji çûkaniya xwe de min êzidî meraq dikirin. Dostê bavê min bûn berî her tiştî. Di xeyalên min de tu carî ew ne xwediyên ‘xerabiyê’ bûn. Dostên dostê xwe bûn, li gel ku birayên wan yê kurdên misilman zilm li wan kiribûn jî tu carî ji kurdbûna xwe ya resen dûr neketibûn.

Ev demeke jî bi taybet li ser medyaya sosyal li ser êzidiya gelek tiştên gotin û nivîsin.

Ez li ser navê xwe dikarim vê bêjim ku her kes azad e di her mijarê de fikra xwe bêje.

Lê çandeke mirovên rojhilatî ye; bêyî ku xwedî agah be dibe xwedî fikir.

Em kurdên bûne misilman me çiqas dîroka êzidiyatiyê xwendiye, me çi qas êzidiyatî nas kiriye, qet nebe me empatiyeke çawa di navbera xwe û wan de daniye.

Ew fermanên hatin sere wan, komkujiyên bi program û bername kê dikir û hîn jî kî dike.

Her tişt li aliyekî mirov çawa dikare şibandinekê di navbera ola îslamê û ola êzidayetiyê de deyne.

Yek jê bi zora şûrê xwe kiriye li gelek aliyên cîhanê were qebûl kirin yek jê jî di quncikeke dinyayê de xwestiye ji xwe û baweriya xwe re jîngehekê ava bike û bijî.

Lê ne tahamul ji wan re hatiye kirin û ne ji baweriya wan re.

Lê vê dinyê dibe gelek alî û ol dijitiya êzidiyatiyê bikin lê qet nebe divê kurdên misilman nekin.

Qet nebe bila bidin xatirê ola xwe ya berê û hurmetê ji wan mirovan û ola wan re nîşan bidin.

Nekin birayê min nekin!

Eger em nikaribin li hember dîrokê lêborîna xwe ji wan nexwazin qet nebe em huş bin!

Neke birayê min neke, tu jî…

08.05.2020, K24

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo zarokên xwe ez dengê xwe didim HDP'ê

ad

Lehî: Hejmara kesên mirine derket 17'an (Hat nûkirin)

ad

Demîrtaş: Me peyam girt em te nakin serokdewlet

ad

'Rexne û Rexnegirî' derket

ad

Dadgehê ji ber peyva “Kurdistan”ê ceza li hunermend Veysî Ermîş birî

ad

SMS'ên keçikên berê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname