ENQERE
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî di nav de HDP bi heyetek fireh diçe Herêma Federal a Kurdistanê û Barzanî jî têde bi gelek aliyan ve hevdîtinan bike.
Ev demek dirêj bû diyar bû dê Heyeta HDP'ê here Başûr lê nediyar bû di nav heyetê de kî heye. Niha ev yek û beşek bernameya heyetê diyar bû. Di nav heyetê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehatîn Demîrtaş, Fatma Kurtulan, Nadir Yildirim, Osman Baydemir, Besime Konca, Îmam Taşçier, Celal Dogan hene. Heyet roja 21'ê mehê dê here Başûr û li Hewler û Silêmanî hevdîtinan çêbike. Li gor bernameyê ligel Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, rayedarên YNK û Goranê jî hevdîtin çêbibin.


