logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Egîdê Cimo: Hinek bi rihê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe

Bilûrvanê mezin Egîdê Cimo wefat kir. Hevpeyvîna ku çend sal berê ligel wî hatiye kirin em diweşînin

  • Dîrok: 02/02/2019
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn Çetoyê Zêdo*

Egîdê Cimo, di sala 1930yan de li Ermenîstanê gundê Erdeşîrê hatiye dinyê. Bi destpêkirina weşana Radyoya Êrîvanê (1955an) weke sazbend dest bi xebatê dike û ji 1960î ve her ku diçe dengê bilûra wî li tevahiya Kurdistanê belav dibe û bi nasnavê “Mîrê Bilûrê” heta îro deng vedide. Li ber dengê mey, fîq û bilûra Egîdê Cimo, gelek stran û kilamên Kurdî tê gotin û dikeve nav kelepora muzîka Kurdî.   37 salan bê navber li Radyoya Erîvanê hunera xwe pêk tîne. Di sala 1967an de li Ermenîstanê dibistana Muzîkê Romanos Melikiyan de 5 sala perwerdehiya xwe diqedîne. Li gorî temenê xwe yî 85 saliya xwe, hê jî hunerê bi ruhê xwe pêk tîne. 

Gotina Apê Egîdê Cimo ye, dibêje “Hinek bi ruhê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe...”

 Hûn kengî çûn Radyoya Erîvanê?

Egîdê Cimo: 1955an Radiyo ya Erîvanê vebû. Dema ez çûm Radyoyê bûm, zêde kes tunebû. Hunermendên kurd li radyoyê kom dibûn. Pişt re min di dereceya kompozîtoryê de dengê wan qeyd dikir. Casimê Celîl, Nûrê nikaribû kurdî rind xeber bidana. Ordîxan rind bû, vê paşê yek cûrê hunerê da xebitîm. 1960 nîv meaş dana min, ez xebitîm. Min li dibistana muzikê Romanûs Milikiyan de, beşa “Gaboy” 5 sala da xwend. Ji bo ku dixebitim, êvarî diçûm dibistanê. Ensturmana “Gaboy”, di senfoniya de tê lêxistin. Piştî karê radyoyê diçûm dawetan, ez mecbûrbûm.

 Navdengiya Egîdê Cimo kengî belav bû?

Egîdê Cimo: Sala 1960î şûnde hatim nas kirin. Dema min ditîtin digotin “Ma tu ew î? Me digot tu di wan deriyan de hilnayê!” Zêr jî biçûk e, tu qîmetê wî bêje…

Apê Egîd, hûn hunar û muzîka Kurdî çawa dibînin? 

Egîdê Cimo: Huner çeka herî zor e. Bi hunerê cimaet tê naskirin. Heke hunerê te hebe dunya te nas dike tu kiyê… Wê demê dunya dizane tu kê miletê? Heke tiyatra, opera, senfoniya te hebe, dewleta heye, ku hunera me hebe hemû dunya marîfeta me nas dike. Huner bahr e, me ji wê bahrê niqutek hilnedaye. Heke mecalê hunerê tune be, wê çawa pêş bikeve? Divê mecalê hunerê divê hebe ku were kifş kirin.

Hûn bi gelek hunermandan xebitîn, hûn di “Wodka Lîmon” de jî hebûn. Hûn bi şanogeran re jî nexebitîn? 

Egîdê Cimo: Par min li Amedê çaxê min dît ku tiyatroya “Mem û Zîn” da bi çend dengan distrên, min go ev opera ye. Ev hunara me divê usa be. Nava huner da daxwazî heye, divê em xwe bigîhînin hunara dunyayê… Arsen Poladov hîmê pantomîma Ermeniya danî, wan nizanîbû ev huner çawa dibe, wî ev huner li Ermenîstanê pêk anî. Dema em li Moskow bûn, tiyatroya “Ahmedê Xanî Nû Tê Jiyanê” Arsen Poladov hazir kir. Sala 1996an bû. Min go ez nikkarim, lê Arsen min xiste nav tiyatroye. Em çar kes korbûn, min jî rola korekî dilîst. Em çar kor em derdikevin, em dihatin Cizîrê. Ahmedê Xanî jî bo ku biçî Cizîrê ji me dipirsî “Hûn diçin ku?” Arsen Poladov kir ku ez di şanoyê de bilîzim. Li Tiblîsê cara ewil min şano dît. 16-17 salî bûm, dema min “Mem û Zîn” temaşe kir. Ew lîstikvanê ku Beko ewqas rind dilîst min kevir avêtê.

Cara ewil hûn kengî çûn Kurdistanê?

Egîdê Cimo: Kêfxweşiya min ew bû, 2003yan em teglîfê festîvala amedê bûn, çaxa ez peya bûm; dema min erd paç kir, êdî temamê Kurdistanê çûm. Ji bo me xewn bû, cimaetê jî li wir gelek qîmet da me, em bernedan. Digotin “Mam Egîd çend sal e, tu pif dikî?” Min jî wan ra digot, va şêşt sal e…

 Deqên li ser destê we çi ne?

Egîdê Cimo: Ev, kurê Selxanilê Beko, sazbend bû, go were şiklê qîzeqê li ser destê te lêkim. Ewî tûş lê rind nekiriye, destê min heram kiriye.

Ji berê heta niha kîjan miqam wenda bûn?

Egîdê Cimo: Tiştê berê sedî pêncî nemane. Dereceya berê rabû, niha ew miqam kêm bûne. Miqamê lepa giran “Şaror, Sekme, Zûlo, Şahgulê Nêrî”. Miqamê lapê sivik “Yar Xuştî, Laçî, Koçerî, Sêpê, Hoy Narê” me heye, dikarim ji berê de xweştir lêxim. Ev timam di radyoyê de hene, lê îro nemane…

 Ermen hunera te çawa dibînin?

Egîdê Cimo: Serî da bêjim “Dilê Yeman, Yar Xuştî” ya me ye. Ciwan Gasparyan û Komîtas kilamên dema top kirine, gelek stran birine ser navê Ermeniyan. Ez li nav wan(Ermenî) pir derketime, ez li vira kêm derketime. Bêtir Radyoyê û nav cimaeta me da hebûm.

Hêviya we çiye?

Egîdê Cimo: Tevî yekitî û tifaq di nav çar perçe Kurdan de çê bibe bes e. Hêvî dikim ku em ber bi wê derêcê diçin.

* Têbiniya Diyarnameyê: Egîdê Cimo roja 31.01.2019'an wefat kir. Ji ber wefata wî me got yek ji hevpeyvînên ku pêre hatiye kirin em biweşînin. Em vê hevpeyvînê diweşînin. Me ev ji ji bloga Çetoyê Zêdo girt.

***

Nûçeya Eleqedar:
- Egidê Cimo wefat kir
 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Polisan di merasima cenazeyan de kesekî din birîndar kir

ad

Kazim Polat: Gund hilweşiya

ad

Dilken: Wekî fenomenên siyasî pêdiviya kurdî jî bi fenomenên wêje û hunerî heye.

ad

30 hezar kes li Meşa Aştiyê bû

ad

Weşangerên Tirkiyeyê hejmara pirtûkên ku par hatine weşandin eşkere kir

ad

Mamosteyê kurd Hasan Guven wefat kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname